Agahî-Nûçe

Belvakarê Kovara Hawarê Ahmed Kurdî

“Wextê min li hesin dixist, weko cin dihatin min” – Ahmed Kurdî “Mîr gote min, got ‘Ez ê Hawarê ji te re bişînim û li wan deran bela bik. Pisqilêt jî ji min re şand. Ez pê li gundan digeriyam. Min dida pişta xwe, ez diçûm serxetê. Min li hesin dixist.” -Ahmed Kurdî Ji ber ku di 15ê Gulana 1932yê …

Bêhtir »

Kurdiya tîpên latînî ne bi Hawarê destpê kiriye

Têmûrê Xelîl radigihîne ku weke tê zanîn kurdiya tîpên latînî ne bi govara Hawarê destpê kiriye û beriya hêj Hawar derneketî sala 1928’an ji aliyê nîvîskarên kurd Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê ve li Ermenîstanê tîpên latînî hatine bikar anîn û ev ji aliyê Ermenîstan û her wiha Yekitiya Sovyetan ve jî hatiye tesdîqkirin. Elfabeya kurdî-latînî a ji alîyê dewleta …

Bêhtir »

Kovareke bi Kurdî: Hetawî Kurd

Hetawî Kurd ji kovarên ewil Kurdî yên heyama Osmanîyan yek e. Piştî 105 salan akademisyenê Mêrdînî Ehmed Alan kovar latînîze kir û ji nû ve da çapkirin. Hetawî Kurd di serdema Osmaniyan de di navbera 1913 û 1914an de ji aliyê Evdilezîz Babanzade hat derxistin. Hetawî Kurd, derbarê çapemenî, weşangerî û rewşa civakî ya kurdan de gelek agahî dide me. …

Bêhtir »

Navê Alan Kurdî li keştiyeke almanî kirin

Navê zarokê Kurd, Alan Kurdî li keştiyeka Almanî hate kirin. Bi merasîmeke fermî li grava Mallorca ya Spanî navê keştiyeke Almanî bû Alan Kurdî. Ew keştî taybete bi rizgarkirina koçberan ji nav deryayê. Rêxistina bi navê Çavê Deryayê ya Almanî wî karî birêve dibe. Rêxistina Çavê Deryayê, rêxistineke Elmanî ye û heta niha 14 hezar kes ji nav deryayê rizgar kirine, ji …

Bêhtir »

Hunera Parastina Şerê Nêzîk

Wîng-Chun, hunera parastina şerê nêzîk yê Başûrê Çînê ye. Di vê hunera şerê parastinê da rê û rêgezên êrîşkirin û parastinê nîn in. Bo nimûne, di boks û tekvando û hinek hunerên şer yên din da rê û rêgezên êrîşkirinê hene, lê di Wîng-Chunê da tiştekî wisa nîn e. Di vê hunerê da hemû teknîkên şer hene. Hinek teknîkên êrîşkirinê …

Bêhtir »

Gelo Çanda Me De Xwarinê Tazîyeyê Heye?

Nofelî, gundekî Wêranşarê ye. Gundîyan qerar daye ku di tazîyeyê de xwarin nedin. Ez dibêjim ev qerarekî gelek baş e. Înşalah li Diyarbekira me jî ev edet rabe. Çimkî mesrefa xwarina tazîyeyê pişt li xwedîyê mirî dişkêne. De wisa hesab bikin, ji malbatê yek diçe rehmetê; mesrefê definkirinê heye. Dû re, li gorî edetan, sê roj li cihekî tazîyeyê şîn …

Bêhtir »

Vexwendin bo Konferansa Rewşa Medya û Çapemeniya Kurdî

Di 27ê  nîsanê de di seat 1ê nîvro de bi piştgiriya Tora Medyayê Kurdistan 24 û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li Jûra Bezirganiyê ya Fîskayay Diyarbekirê binavê “Di Salvegera 121emîn a Rojnameya Kurdistanê de Rewşa Medya û Çapemeniya kurdî” wê konferansek bê kirin. Axaftvanên konferansê Ji Zankoya Polîteknîk a Silêmanî Dr. Hêriş Resûl, ji Zankolaya Selahedîn Dr. Rezwan Badînî  û Dr. …

Bêhtir »

Mem û Zîn bi zimanê Almanî hat çapkirin

Helbesta navdar a Ehmedê Xanî, Mem û Zîn bi zimanê Almanî hat çapkirin. Serokê Enstîtuya Xwendina Kurdî ya li Berlînê Firyad Fazil Omer ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwaze ji cîhanê re bigihîne ku çawa Alman Schiller û Goethe yên wan hene, çawa ku Îngilîz Shakespeare yê wan heye, çawa ku Faris Fîrdewsî û Sedî  Hafizî yên wan hene, …

Bêhtir »

Tora Nivîskaran Vebû

Komeke kurdîhez bo ku nivîskarên kurd bigihin hev bi navê niviskar.orgê toreke nivîskaran avakir. Di vê torê de ji xeynî nivîskarên klasik nivîskarên modern yên wek kodnus, bernamenûs, blognus û hwd. jî dikarin xwe îfade bikin. Projeya ku bi serkeşiya kodnus Xêro Mîrza birêve diçû gihişt encama xwe û bo hemû nivîskaran hat vekirin. Tora Kurdistanî bi pirzimaniya xwe niha …

Bêhtir »