Agahî-Nûçe

e-Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî Derket

Ji refên Weşanên Zanîngehê wek e-pirtûk Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî derket. Nivîskarê ferhengê ferhengnasê navdar Zîwer Îlhan e. Îlhan beriya niha jî di mijarên cuda de ferheng amade kiribûn û di nav hin komîsyonên ferhengan de cih girtibû. Nivîskarê ku li Zanîngeha Mêrdînê Mastira xwe li ser zimanê Kurdî kir xebatên xwe bi rêyeke akademîk û bi çavkanî  …

Bêhtir »

e-Kovara Kurdînameyê ya Akademîk û Bi Hakem Derket!

e-Kovara Kurdînameyê ya akademîk û bi hekem bi hejmara xwe ya yekem dest bi weşanê kir. Kovar salê du caran li bihar û payizê wê bê weşandin, bi zimanên kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî û farisî wê xebatên xwe bidomîne. Kovar ji ser dergîparkê tê belavkirin: https://dergipark.org.tr/tr/pub/kurdiname/issue/50233 Dem dema dijîtalîzebûnê ye. Her çiqas bo kurdan dewleteke serbixwe bi navê Kurdistanê nînbê …

Bêhtir »

Ji Mehmet Oncu Pênç Pirtûkên Folklorê Yên Nû

Îsal pênç pirtûk ji aliyê Mehmet Oncu li ser folklora Kurdan hatin amadekirin û bi hevre hatin weşandin. Pirtûkên wî ên ku ji berhevkariya li qadê pêkhatînê ev in: 1. Ferhenga Devoka Herêma Semsûrê 2. Guldesteyek Pêkenokên Gelêrî: Berhem ji 21 çîrokên gelêrî pêk tê. Hemû çîrok ji nava civakê hatine berhevkirin. Herhem nimûnekeye ji gencîneya zargotina kurdî. 3. Serhatî …

Bêhtir »

Ziryab 3 Derket!

Kovara muzîkê Ziryab bi hejmara xwe ya sêyemîn li pêşberî xwendevanê xwe ye. Hejmara sêyemîn a Ziryabê û albûma Bijareyên Ziryabê tê. Di hejmara nû de bi du komên cîhanî re hevpeyvîn hatine kirin. Di hejmara nû de bi Mehmet Bayrak, Gani Nar, Maviş Guneşer, Dogan Çelik, Xosnav Tillo, Hatice Yaşar, Ma Music Center hwd. re hevpeyvîn hatine kirin. Di …

Bêhtir »

Kovara Dilopê 9

Kovara Dilopê ya ku newroza 2018an dest bi weşana xwe kiribû bi jimara xwe ya nû derket. Dilop dîsa bi naverokeke dewlemend û tijî derket pêşberî xwendevanên xwe. Dilopê di jimara xwe ya 9. de wek jimarên din bi nivîsên taybet û cûda derket pêberî xwendevanên xwe. Dilopa ku serê du mahan carekê diniqutê bi jîmara xwe ya nû wek …

Bêhtir »

Amûra muzîkê ya Kurdên Xorasanê: Dutar

Dutar yek ji amûrên muzîkê yên kevn yên Kurdên Xorasanê ye. Jenyarê dutarê Umêd Sabirî awazeke Kurdî ya resen bi dutara xwe dijene. Umêd Sabirî hosteyê çêkirina amûra muzîkê ya dutarê ye. Ew wek yek ji baştirîn amûrsazên Kurdên Xorasanê tê hejmartin. Ev dora 8 salan e amûrên dutarê li kargeha xwe ya biçûk çêdike. Dutarên piraniya kom û grûpên …

Bêhtir »

Li Duhokê bermayên şaristaniyeta Mîtaniyan hate pêşandan!

Rêveberê cîh û warên dîrokî yê Duhokê îro 27.06.2019ê di civîneke çapemeniyê de dîtina cîh û warên dema Mîtaniyan li Duhokê ragehand. Rêveberê cîh û warên dîrokî yê parêzgeha Duhokê Dr. Hesen Ehmed di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Malbenda şaristaniyeta Mîtaniyan bo yekem care li seranserê cîhanê li parêzgeha Duhokê hate dîtin. Zanayên cîh û warên dîrokî û dîrokzan dê …

Bêhtir »

Li Sineyê 30 kesayetên Kurd hatin xelatkirin

Hunermendê Kurd Mezher Xaliqî di dema wergirtina medalyaya rêzgirtinê ya Kongreya Navdarên Kurd de li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê. Di duyem û dawîn roja birêveçûna Kongreya Navdarên Kurd de ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin, 30 kesayetên Kurd hatin xelatkirin.   Hunermendê navdarê Kurd, Mezher Xaliqî ku piştî 38 salan vegeriya Rojhilatê Kurdistanê, di roja dawî ya …

Bêhtir »

Sê Kitêbên Nû Derdikevin

Weşanxaneya Roşna di sala 2012 de li Diyarbekir dest bi weşandina kitêban kir, heta niha 54 kirdkî, 4 kurmancî, 2 jî tirkî, tevî hev 60 kitêbên 40 nivîskarên cihê weşandine. Xebatkarên weşanê wiha gotin: Di vê germa havînê de me ji Weşanxaneya Roşna sê kitêb amade kirin û şandin metbeayê, di demeka nêzîk de dê ji metbeayê derkevin û li …

Bêhtir »