Agahî-Nûçe

Zanîngeha Kurdî ya online dest pê dike

Ji bo sûdgirtina ji vê dema karantînayê û mayîna li malê, projeyeke bi navê `Zanîngeha Kurdî ya Online` bi hevkariya mamosteyên zanîngeha INALCO ya Fransî, beşa zimanan dest pê dike. Perwerde wê bi rêya internetê ji aliyê çend mamosteyên pispor ve bi awayekî online bê dayîn. Mijarên perwerdê wê di der barê ziman, zimannasî û wêjeya kurdî de be. Perwerde …

Bêhtir »

Jı bo ‘Antolojiya Nivîskarên Jin ên Kurd’ bang li nivîskarên jin dike

Nivîsakara Kurd, Rojbin Ozkan ji bo amadekirina “Antolojîya Nivîskarên Kurd ên Jin” dest bi projeyekê kiriye û bang li nivîskarên jin ên Kurd dike da ku pê re bikevin têkiliyê. Ozkan dibêje: “Tika dikim bila nivîskarên jin ên ku bi Kurdî berhem nivîsandine, ji min re bi rêya emaila rojbinserap@gmail.com pêwendiyê deynin.” Nivîskar Rojbîn Ozkan ji jinên nivîskar dixwaze; kurte …

Bêhtir »

Kursên serxetê(onlîne) yên kurdî

Bi hevkariya MAUZEM (Navenda Jidûr Lêkolîn, Pekanîn û Perwerdekirinê ya Zaningeha Mardîn Artukluyê) û TYDE(Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkî) kursên kurdî yên bi sertifîka dest pê dikin. Di astên A1, A2, B1, B2, C1, C2 de wê perwerdeya ziman bê dayîn û di dawîyê de kesên ku serkeftîbûn wê sertifîkayên xwe bidestxin. ji bîlî van astan bo perwerdekariya Zimanên …

Bêhtir »

Zimanzan: Divê xebatên ji bo zimanê Kurdî ji siyasetê dûr bin

Lêkolîner û nivîskarên Kurd radgihînin li Bakurê Kurdistanê ji ber ku dê û bav zarokên xwe fêrî Kurdî nakin rewşa Kurdî ketiye nav metirsiyeke gelek mezin. Herwiha hat diyar kirin pêwîst e xebatên li ser zimanê Kurdî tên kirin ji siyasete dûr bi awayeke serbixwe karbike da ku zimanê nebe qurbanî kêşeyên siyasî. Van nîviskar û lêkolîneran ji partiyên sîyasî …

Bêhtir »

Lîstika Çîçû bi Zazakî hat pêşandan

Kêşeyên zaravayê zimanê Kurdî Zazakî, ligel zor û zextên li ser wê, vê carê bi rêya lîstikeke şanoyê derkete ser dikê. Ev lîstika bi navê Çîçû ku behsa tenêtiya mirovekî dike, li êş û azarên Zazakî hatiye guncandin, di heman demê rexneyeke giran jî, li bêhest û bêgiyanbûna civakê digire. Bi zaravayê Kurdî Zazakî piştî demeke dirêj yekemcar lîstikek hate …

Bêhtir »

Li Komeleya Nûbiharê Semînera “Hetê Nasnamayê Etnîkî ra Edebiyatê Kirdkî”

Li navenda Komeleya Nûbiharê ya Amedê bi sernavê “Hetê Nasnamayê Etnîkî ra Edebiyatê Kirdkî” semînerek hat lidarxistin. Nivîskar û lêkolîner Roşan Lezgînî semîner da û behsa nasnameya etnîkî ya berhemên edebî yên bi kurdîya zazakî kir. Ji ber ku beşdarên semînerê hem kurdên kurmanc hem kurdên zaza bûn lewre Roşan Lezgînî jî axaftina xwe bi her du zaravayên kurdî kir. …

Bêhtir »

Pirtûka “Serê Bajarekî Çîrokek” Derket

Pirtûka nivîskar Rojbîn Ozkan ya nû bi navê “Serê Bajarekî Çîrokek” ji weşanxaneya Loryayê derket. Rojbîn Ozkan ji bo ku, çand û dîroka bajarên Bakûrê Kurdistanê bi zarokên Kurdan bide naskirin ev pîrtûk nivisandiye. Beriya niha jî, bi navê Zarokên Heskifê û Stêrkên Behiştê  2 pirtûkê Ozkanê hatine weşandin.  Lê ev pirtûk bi taybetî ji bo zarokan nivisandiye. Nivîskar Ozkanê …

Bêhtir »

e-Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî Derket

Ji refên Weşanên Zanîngehê wek e-pirtûk Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî derket. Nivîskarê ferhengê ferhengnasê navdar Zîwer Îlhan e. Îlhan beriya niha jî di mijarên cuda de ferheng amade kiribûn û di nav hin komîsyonên ferhengan de cih girtibû. Nivîskarê ku li Zanîngeha Mêrdînê Mastira xwe li ser zimanê Kurdî kir xebatên xwe bi rêyeke akademîk û bi çavkanî  …

Bêhtir »