Sêşem , Sermawez 13 2018
Home / Agahî-Nûçe (page 20)

Agahî-Nûçe

Derhênerê Kurd di komîteya OSCARê de cih digre

Berpirsên Oscarê, derhênerê Kurd Sehim Omer Xalifeyî ji bo komîteya xelatan hilbijart. Sehim Omer Xalifeyî ji Rûdawê re got ku Seroka Xelatên Akademiyê (Oscar) Cheryl Boone Isaacs li wî pêşniyar kiriye ku 29ê Hezîranê bibe endamê komîteya xelatan. Xalefeyî diyar kir ku berpirsên Oscarê ji bo fîlmên wî yên bi navê “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab” ew pêşniyar kirine û …

Read More »

Rojava Üniversitesi açılıyor

Cizire bölgesinde Rojava adıyla bir üniversite açılacak. Açılacak olan üniversitede sağlık, fizik, kimya,tarih, psikoloji ve Kürt edebiyatı alanlarından bölümler olacak. Cizire Eğitim Konseyi Eş Başkanları Mihemed Salih Ebdo ve Semîra Hac Elî, Demokratik Toplum Eğitim Komitesi yönetim üyesi Zozan Hac Ehmed, Amude Yürütme Meclisi Salonu’nda bir basın açıklaması gerçekleştirdi. Açıklamada 2016-2017 yılından üniversite açılacağı, kayıt tarihlerinin ise daha sonra açıklanacağı …

Read More »

Mamoste ji bo meteryalên nû perwerde dibin

791 mamosteyên Girkê Legê li ser merteryalên nû têne perwerdekirin. 325 mamosteyên Ereb jî di nav de hene wê mamostiya bi zimanê Erebî bikin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî û peymangeha Şehîd Baz dewreyên havînê birêxistin kirine. Di van dewreyan de mamosteyên herêmê li ser meteryalên nû perwerde û amade dikin. Desteya Perwerde ya Kantona Cizîrê …

Read More »

“Saziyên hunerî yên Kurdan bûne cihê rantê”

Kawa Nemir dibêje ku: “Îro dijrewşenbîrîtîya kurdan dest pê kiriye. Hin temayûl li Kurdistanê rewşenbîrên Kurd, kesên jêhatî pîs dikin. Ew bi xwe j’ heyranê nivîskar û rewşenbîr û takekesên, kesayetên dagirkeran in”. Kawa Nemir weha pêde çû; Sîyaset û huner li cem me ji her derê bêtir bi hevûdu ve girêdayî ne. Ev carina li hev dikin, hev û …

Read More »

Jiyana Tahir Elci dibe fîlm

Jiyana parêzerê navdar ê kurd û Seroka Baroya Amedê Tahir Elçi ku par di pevçûneke navbera polîsê Tirk û çekdarên nenas de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatî kuştin dibe belgefîlm. Belgefîlm ku ji aliyê du rojnamegerên jin ve tê kişandin dê derheqê jiyana û malbata Elçi û kurdayetiya wî gelek agahî bide. Tahir Elçî 28ê mijdara 2015an de …

Read More »

Kinyazê Îbrahîm Xelata ‘Kaşgarli Mahmûd’ wergirt

Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê, Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze (Mîrzoyev) bi xelateke nû hate rewakirin. Mîrzoyev bi merasîmeke taybet ‘Xelata Kaşgarli Mahmûd’ ango ‘Xelata Mehmûdê Qeşqarî’ stand. Merasîma xelatdayîn û rewakirinê li avahiya Yekitiya Gelên Qazaxistanê ango ‘Dom Drujbê’ (Mala Dostaniyê) li saloneke mezin, bi beşdariya gelek giregir û mêvanên Rûs, Qazax, Azerî, Ermenî û miletên din pêk …

Read More »

Li Îranê perwerdehiya zimanê kurdî a were destpêkirin

Dawleta dagirker a Îranê jî li hemberê tekoşîn û hêza netewa kurd mecbûr ma û ji bo niha bi tenê gotin be jî, dê dest bi hînkirina zimanê kurdî li dibistanan bike…. Helbet û bêguman, divê perwerheya bi temamî ya bi zimanê kurdî di destê kurdan de be û ew jî bi serxwebûnê re pêk were. Tekoşîna gelê kurd ji …

Read More »

Keskin: Pirtûkên Xanî, Cîzîrî û Celadet şewitandin

Depoya Weşanên Avestayê ya li navçeya Sûrê duh êvarî saet 22.00’an rastî êrişê hat û depo ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve bi molotofan hat şewitandin û gelek pirtûkan zirar dît. Edîtorê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin li ser vê yekê ji BasNûçe’yê re axivî û got ku em nizanin kak ê kiriye. Keskin eşkere kir ku gef …

Read More »

Xwendekara Kurd li TEOGê de bû yekemîn

Xwendekareke ji bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê di imtîhana giştî ya lîseyan de li Tirkiyê bû yekemîn. Suheyla Dilek (14) ku îsal dibistana seretayî xilas kir û kete imtîhana lîseyan (TEOG) bersiva hemû pirsan rast da. Ji milyonek û 200 hezarî bêhtir xwendekar beşdarî imtîhana TEOGê dibin da ku bikevine lîseyan. Dilek bi rêya telefonê ji Rûdawê re got: “Ez …

Read More »

Li gundekî Amedê pêşangeha peykerên hesînî

Hunermendê şêwekar û peykersaz Seywan Saeedian pêşangeha peykerên hesinî ya taybet li gundê Yuvacik- Amedê vekir. Peykersazê kurd Seywan Saeedian li gundê Yuvacik yê Amedê vekir. Saeedian li ser pêşengeha peykerên hesînî ji Dengê Amerîka re axivî û got, “Huner ne tenê di nav galîriyan de ye û ne tenê kesê li bajaran dikarin hunerê temaşe bikin, divê ku huner …

Read More »