Wergêr Ahmet Varol berhêma Daham Îbrahîm el-Hesînyanî ya bi zimanê Erebî û bi navê "Sahabî Ceban el-Kurdî" vergerand zimanê Tirkî bi vê sayê cara pêşî li ser vî sehabîyî çavkaniyek evqas berfireh bi Tirkî behsa heyata wî dike hate weşandin. Pirtûk ji Weşanên Asaletê serê salê wê bê belav kirin.
Bêhtir »Xelata Şerefnamê ya 2020an ji Konê Reş re ye
Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Şerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Reş kir ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Reş bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha di parastina dîroka kurdî de heye. Konê Reş bi xebatên …
Bêhtir »Folkor û Ziman -2- Derket
Avestayê, nameyên Tolstoy û Gandhi çap kir
Sêrtê (Çandname) – Weşanxaneya Avestayê, nameyên Leo Tolstoy û Mahatma Gandhi bi navê “Nameyek ji Hindûyekî re Bindestiya Hindistanê Sedem û Çareya wê” çap kir. Herwiha Weşanxaneya Avestayê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî de, da zanîn ku ev berhema ji nameyên Tolstoy û Gandhi pêk tê, ji aliyê nivîskar û wergêr Fahriye Adsayê ve ji zimanê îngîlîzî bo …
Bêhtir »Sînemxan, dê li ser rojnamegeriya zayendparêzî biaxive
Keça Mîr Celadet Elî Bedrixan, prenses Sînemxan dê di Semînerên Rojnamegeriya Zayendparêzî a Kurdî de, biaxive. Şîrketa Botan Internationalê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî de da diyar kir ku, dê prenses Sînemxan Bedirxan di bin sîwana “Semînerên Rojnamegeriya Zayendparêzî a Kurdî” de, tecrûbeyên xwe yê derheqê serokatiya “Komeleya Jinan a Kerkûkê” û “Di Civakê De Rola Jinên Kurd” de …
Bêhtir »Biryara qedexeya titûnê xelk mexdûr kiriye
Firotina titûn û cixareya pêçayî bi biryareke nû ya hikûmetê, di 1ê Tîrmehê de hatiye qedexekirin. Berhemhêner titûnê û bikarhênerên titûnê ji vê biryarê bi gazinc in û ew vê biryara hikûmetê weke biryareke yekalî şîrove dikin. Parlementoya Tirkiyê 1ê Tîrmeha 2020an, firotina cixareya pêçayî qedexe kir. Li gor vê biryarê heger firoşgeheke titûnê, cixareya pêçayî bifroşe dê di …
Bêhtir »Kovara Wêjeya Kurdî ya Sê Mehane “Herd”
Kovareke nû bi navê “Kovara Herd”ê tevlî ser kovargeriya kurdî dibe. Kovar Herdê wê li ser Wêjeya Kurdî rawestê û serê Sê Mehan carekê bê weşandin. Rayedarên kovarê di daxuyaniya xw ya ewilde gotin ku dixwazin “wêje û rexneya Kurdî hinekî dinê bi pêş bikeve û pê ra ciwanên kurd ên bi kurdî(kurmancî û kirmancî) çîrok û helbestan dinivîsin ji …
Bêhtir »Vexwandinname: Mêvanê Malê Kurd’Înalco
Komeleya Kurd’Înalcoyê dixwazê ku hezkiriyên kurdî van rojên xwe yên di malê de bi wan re derbas bikin. Kurd’Înalcoyê bernameya xwe ya meha mijdarê bi navê “Mêvanê Malê Kurd’Înalco” parve kir. Di çerçoveya bernameya meha mijdarê de Komeleya Kurd’Înalcoyê bi dersên ziman, fîlolojî û erdnîgarîya kurdistanê wê bibê mêvanê şopînerên xwe. Ders wê ji alîyê xwebexşên komeleyê ve bên dayîn. …
Bêhtir »Ji Weşanên Nûbiharê Berhemeke Hêja
Ev berhema hêja beriya 400 salan ji aliyê zimannasê kurd Mele Eliyê Teremaxî ve hatiye nivîsandin. Pirtûk wekî yekemîn gramera kurdî ya kurmancî tê binavkirin. Ev berhema qaîdeyên gramera erebî digel farisî destnîşan dike, paşê jî kurmancî dide ber wan. Berhem ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve bi navê Tefsîra Teremaxî hatiye çapkirin. Hêjayî gotinê ye ku beriya niha pirtûka Mele …
Bêhtir »Kovara xêzeromana bi kurdî ya zarokan ‘GOG’ li benda alîkariyê ye
Li cem kurdan kovarên xêzeroman ên ji bo zarokan nîn in. Niha xêzkarê kurd Îmam Cîcî amadehiya tiştek wisa dike lê pêdiviya wî bi alîkariyê heye. Îmam Cîcî karîkaturîst û îllustratorekî kurd e, ev 25 sal zêdetir in ku xêz dike lê raya giştî ya kurd ew bi kovara Pîneyê nas kir. Niha ew û hin hevalên wî kovara Zrîngê …
Bêhtir »