Agahî-Nûçe

UNESCO: Newroz ‘kevneşopîya manewî ya herî kevn a cîhanê’ ye

UNESCO (Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) diyar kir û Newroz ‘kevneşopîya manewî ya herî kevn a cîhanê ye. Iranê di vê derbarê de serî li UNESCOyê dabû. Rêvebirîya Giştî ya Netewyên Yekbûyî (NY) jî di sala 2010a de Newroz a ku ev zêdetirî 3 hezar salan tê pîroz kirin, wek ‘Cejna Cîhanê’ ragihandibû. Newroz li Asya û …

Bêhtir »

Bi Pirtûkên Zarokan Piştgiriyê Bidin Şaneşîn Performansê – Lê Çawa?

Tiştekî ecêbe ku cara yekem Şanoyeke Kurdî bi pirtûkên zarokan a şanoyekê bikê. Li Stenbol, Amed, Elih û Wan şanoyên kurdî hene û li Mêrdînê jî yek li wan zêde bû: Şaneşîn Performans. Werin em bi hev re Şaneşîn Performansê nasbikin û piştgiriyê bidin xebatên wan. Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û  dilxwazên vê qadê …

Bêhtir »

Kovara Nûbiharê ya hejmara 158an derket

Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 158an derket pêşberî xwînerên xwe. Di vê jimarê de Mustafa Kılıçaslan gotara Dr. Karlênê Çaçan ya bi zimanê Ermenî ku di rezêkitêba Welat û Gelên Rojhilata Nêz û Navîn, cildê 8an de cih girtiye, wergerandiye Kurmancî. Murad Celalî nivîsa xwe ya bi navê “Gera Dîrektor Elî beg ya li Kurdistan û Bexdayê” li ser …

Bêhtir »

Hemû Berhemên Şikoyê Hesen Çap bûn

Hemû helbestên Şikoyê Hesen bi Latînî ji Weşanxaneya Nûbiharê derketin. Navê pirtûkên Şikoyê Hesen wiha nin: Qalçîçek, Tembûrê Kurda, Meremê Dilê Kurd, Perweza Weten. Qalçîçek di sala 1961an de tê çapkirin. Di 1965an de jî Tembûrê Kurda derdikeve. Meremê Dilê Kurd 1971an de çap dibe. Piştî mirina wî bi saleke din di 1977an de jî Perweza Weten tê çapkirin. Niha …

Bêhtir »

Li Amedê Semînera “Romanên Biyanî û Wergerê”

Semînera “Romanên Biyanî û Wergerê” li bajarê Amedê ji aliyê Komeleya Nûbiharê ve tê li dar xistin. Axêferê semînerê nivîskar û wergêr Mamoste Medenî Öğüt e. Medenî Öğüt heya niha du pirtûkên navdar yên klasîk “Însan Bi Çi Dijî” û “Sûc û Ceza” wergerandiye Kurdîya Kurmancî,  pirtûkeke nû ya nivîskar yeke klasîk  jî li ber çapê ye. Semîner 13ê Sibatê …

Bêhtir »

Kovara Şarmola dê Misrê Were Firotan

Di çarçoveya hewildanên ji bo pêşvebirin û berfirehkirina qada weşana kovara Şarmola ya wêjeyî û pêşxistina pêwendiya çandî di navbera gelên kurd û ereb de, hemû hejmarên kovara Şermola li Misrê hatine çapkirin û wê di 53mîn peşangeha Qahîrayê ya navneteweyî ya pirtûkan de bên pêşandan. Ji 26ê Kanûna Paşîn heta 6ê Sibatê di nava weşanên Weşanxaneya Nefertîtî ya Misrî …

Bêhtir »

Jimara pêncan a eKovara Temaşeyê hate weşandin

Jimara pêncan a eKovara Temaşeyê hate weşandin. eKovara Temaşeyê her demsal tê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê belavkirin. eKovar ne tenê li ser sînemaya kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke ekovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşdebirina sînemaya kurdî ye. Di vê hejmarê da jî me mijarên …

Bêhtir »

Pirtûka ”Xeleke Xeyalên Bê Ezman” DERKET!

“Dengê pê re diaxivî, bi qijeqij bû, wek kemaneke bêakord bi rexneyan ser û guh lê dirûçikand. Dixeniqî… Gavbigav di hinavê xwe de dikizkizî. Paşê ew kizîn li gewrîyê asê dibû, du qirçîna ewr û ezmanê hestiyar, wê barana di kortikan de digewimî bi xwişînî pêşî lê berdida. Hêsirên wê, ew dilopên kirîstal, biriqandin li xwe wenda kiribûn. Dişibîyan çilkên …

Bêhtir »

Pirtûka “Xezala Kurdan” DERKET!

Di vê pirtûkê da bi dehan çîrok û xebroşkên Cizîra Botan hene. Her keresteya di vê pirtûkê da, bi zimanê xwe yê resen û herêmî çêjeka din dide me. Xezala Kurdan, çîrokeka balkêş e ku navê xwe daye vê pirtûkê. Çîroka Seydik û Şêxigo Malî jî du çîrokên pexşankî û kilamkî ne. Qeto û Keçelok jî hem ji hêla zimanê …

Bêhtir »