Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ji bo ku kesên li derveyî welêt fêrî Kurdî bibin kursa online vedike. Dê di çarçoveya kursê de kesên ku dixwazin fêrî Kurmanciya Jor (Kurmancî) û Kurmanciya Jêr (Soranî) dibin. Dersên Kurdî belaş in û xwendekar piştî şeş salan bawernameyên xwe werdigirin. Ev sê sal in ku kurs vedibe û heta niha 380 xwendekar fêrî zimanê nivîsê …
Bêhtir »Birîneke mezin a 36 sal in necebiriye! Îro salvegera “Komkujiya Helebceyê” ye!
Di ser Komkujiya Helebceyê re 36 sal derbas bûn. Di 16ê Adara 1988an de, bi talîmata Serokkomarê berê yê Iraqê Seddam Husên bombeyên kîmyewî avêtin Helebceyê. Jin, zarok û extiyar jî di nav de, herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûn. 36 sal bi ser Komkujiya Helebceyê re derbas …
Bêhtir »Rojnameyeke nû ‘Diyarname’
Malpera Diyarnameyê îsal kete sala xwe ya 19’an. Malpera ku heta niha şanenava xwe avêtiye bin gelek karên serketî vê carê kevneşopiyeke cuda da dest pê kirin; ew jî ev e: Wê 4 salan carek rojnameyek derxe. Koma malperê rojnameya bi navê “Diyarname 29 Reşemî” derxist û niha belav dike. Her çar salan carekê meha reşemî 29 dikişîne. Rojek taybet …
Bêhtir »Hejmara 166an a Nûbiharê derket
Ji jimara 166an merheba! Em gelek bextiyar in ku bi jimareke nû li pêşberî we ne. Bi vê jimarê kovara Nûbiharê dibe 32 salî û cildê me yê 27an jî temam dibe. Di vê jimarê de jî me dosyayeke amade kiriye. Navê dosyaya me “Medyaya Civakî” ye. Dema em medyaya civakî dibêjin ez bawer im hûn dizanin em behsa çi …
Bêhtir »4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê bo Şivan Perwer hat pêşkêşkirin
Li Hewlêrê 25. salvegera koça dawî ya hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Mihemedê Mamlê hat kirin û tê de 4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê ji Şivan Perwer re hat pêşkêşkirin. 25 sal di ser koça dawî ya hunermend Mihemedê Mamlê re derbas bûn û li Hewlêrê merasîmeke taybet bi vê boneyê hat lidarxistin û tê de 4emîn Navenda Hunerî ya Mamlê …
Bêhtir »Şanoya Areye Kayê 15 sal in ji bo Kirmanckî dixebite
Şanoya Areye Kayê yê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê berî 15 salan hat avakirin. Şano ji wê rojê ve ji bo ku zaravayê Kirmanckî tine nebe bi wê zaravayê şanoyan pêşkêş dike. Koma Şanoyê ya Areye Kayê piştî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li Ewropayê jî gelek lîstikên şanoyê nîşan dan û rastî eleqeyeke zêde hat. Damezrênerê şanoyê Yilmazcan Şare …
Bêhtir »Fîlmê Zazakî ‘Demo ke Pelên Gozan Benî Zer’ premiera xwe li festîvala Goteborgê dike
Derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar, wê premiera fîlmê xwe yê bi navê “Demo ke Pelên Gozan Benî Zer” (Dema Pelên Gûzan Zer Dibin) li Festîvala Fîlman a Goteborgê bike. Fîlmê Dema Pelên Gûzan Zer Dibin ku bi zaravayê Kurdî yê Zazakî hatiye kêşan, fîlmê sêyemîn ê Mehmet Ali Konar e. Konar di derbarê fîlmê xwe de diyar kir ku mijara fîlmê wî çîroka bavekî ciwan ku di …
Bêhtir »Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê ya sala 2023yan Zimannasê Kurd Deham Ebdilfetah
Daxuyanîya Çapemenîyê Vîyana, 10ê çileya 2024an: Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir. Birêz Deham Ebdilfetah, ku zêdetirî çil ye salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 13ê çileya 2024an, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî …
Bêhtir »Di sala 2023an de Nûbihar
Kovar Di sala 2023an de kovara Nûbihar bi awayeke rêk û pêk meşa xwe berdewam kir. Di nava salê de hejmarên kovarê; 162, 163, 164, 165 weşiyan. Nûbihar Akademî jî bi hejmarên xwe yên 19 û 20an weşiyan. Pirtûkên Nû Di nava sala 2023an de wek weşanxane me 43 pirtûkên nû gihand ber destê xwîneran. Ji van pirtûkan 8 heb …
Bêhtir »3 rojnameger li Wanê gund bi gund geriyan û çîrokên hezar salî tomar kirin
Sê rojnamegerên ji Wanê, li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê gund bi gund geriyan û çîrokên hezar salî tomar kirin û bi navê Çîrokên Serhedê wekî pirtûk weşandin. Ew dibêjin armanca wan li hemberî serdemê parastina çanda devkî ye û çîrokên hatine jibîrkirin careke din bînin bîra civakê û çîrokbejîyê ji nû ve vejînin. Her sê rojnameger li 20 gundên pênc …
Bêhtir »