Çareya derdê me; Afûkirin

Cizayê nebaşiyê nebaşî ye. Lê kê efû bike li aliyê hev bûnê be mûkafata wî aidê Xudê ye. Lewma Xudê hej zalima nake

Zilim, neheqî, heqaret, hesûdî, çavnebarî, xeyidî navîna gel xira dike û ragihandina mirovan vediqetîne. Em jî rik dikin û tu carî em hevudu efû nakin” Lê belê bê vî şeklî esil zararê didin xwe. Em barê ne lazim li xwe dikin û ruhê xwe giran dikin.

Ku ji van meselyan re minakeke bidin; Mamosteyek rojek ji xwendekaran re gotiye: “Sibeh, dersa me dersa jiyanê ye û sibehê her yek bi xwe re kîlokek kartol bînin dibistanê.” Dibe sibe her zarokek kîloyek kartolan tînin. Mamoste ji xwendekaran re: “Li ser her libê kartolê navên mirovên yê ku hûn jê hez nakin, jê nefret dikin, kê efû nakin wan tev li ser binivîsin û paşê bixin kîsê xwe.”

Xwendekar jî li ser hemû kartolan nav dinivîsin. Mamoste ji zarokan re: “Niha jî her kes kîsê xwe bigre, ku here ku derê kîsê xwe bi xwe re bibe.” Zarok tev şaş dibin lê paşê qebûl dikin.

Piştê hefteyekê zarok tên dersê, ji mamoste re: “Mamoste, ji kereme xwe bila ev şikence xilas bibe, bêhn ketiye kartolan. Li otobusê, mînîbusê kesek nêzê me nabe ” Mamoste jî bi ken bersiv dan wan: “Lêbinêrin zarok mirovan yê efû nekirî bi demê re wusa ser ve bar dibe hûn mecbûr in li her deri hilgirin. Dîsa hilgirtin, avêtin jî, ji destê we de ye.”

Mixabin iro yê ku vê barên xerab hildigirin gelek in; Hinek ji me mirovên nebaş efû dikin û xelat didin wan an efûkirinê em “xusarî” dibînin. Hal ev e ku efûkirin, li cem me fizikî û ruhî paqijî dike. Pêşlêgerîn vê nîşan dide. Efû nekirin, bêhntengî di laş de dibe sebeba madeyên zirar. Tansiyon zêde dike, hormonê bêdenge çêdike, dibe sebeba xirabiya norolojîk.. Lê dema em efû bikine van hemû nexweşiyên me kêm dibin. Her wiha him hûndirê me de başitî derdixe him jî li mirovên hemberê me de yê baştir bibe vî qesî hêviyên me zêde dike.

Efû kirin tenê psikolojik û fizikî feyde nade me. Di eynî demê de Cenabê Heq ji mûkafatê dide. Cizayê nebaşiyê nebaşî ye. Lê kê efû bike li aliyê hev bûne û mûkafata wî aidê Xudê ye. Lewma Xudê hej zalima nake.

Bi rastî me efû kiriye? Efû kirin her gav feyde bide jî tenê “Min efû kiriye” dibêjin lê mirovên li hemberê xwe de efû nakin. Ligel çiqas em vê gotinê bêjin jî disa em dinêrin, nifrîn jê distînin, dişkînin eger heyfa xwe jê bistînin bi rastî me wî efû nekiriye. Bir rastî efûkirin van tiştên xirab ji hundirê xwe derxistine.

Em dikarin çawa efû bikin?

Efûkirin ne pêvajokek psikolojikî rehet e. Belkî wext bistîne ji bo hemû kesan wextekî kurt pêk nayê. Ji bo vê dikarî hînkariya efûkirinê bikî.. Lê tiştê baş wî hestê wî çaxi bijî û berdî. Minak wê rojê em ji yekî re pirsgêrek bijî, şûna em bihêlin dilê xwe de em dikarin bi spehî dest hêlînin. Heger negihîjin wî şaxsî em dikarin nameyek xeyalî binivîsin. Heç ku li hemberê me ye jê re binivîsin û rihet bibin. Metodek din jî du sendelî daynin beramberê hev. Sendeleyek hûn rûnên, a din balgok daynin pêşiya xwe. Xeyal bikin li hemberê we mirovek pir eciz heye. Ecizî ya xwe wî şaxsî re dengê xwe bilind bikin heta ku dengê van heye qîr bidin. Dema we hindurê xwe vala kir hûnê rihet bibin. Dema gotînên we xilas bibe wî guhdar bikin binêrin çi dibêje. Yê di hundirê we de bersiva wî were. Bersiv têra we neke hîn cara wî metodê bicerbênin. Ji bîr nekin dema hestên we vala bibe yê hestyariya we kêm bibe. Li ber çavan de tiştekî efûkirinê namîne. Hîn cara vê bicerbênin.

Werger: Ömer Kurt

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply