Carek din çîrokên Samed Behrengî ji bo kurdî hatin çapkirin

Hin ji çîrokên klasîk ên dinyayê ku li gelek zimanan hatine wergerandin jî yên Samed Behrengî ne. Heta niha hin weşanxaneyên kurd çîrokên Behrengî wergerandibûn kurdî, niha weşanaxaneyek din ew çap kirin.
Weşanên Zanîngeh 6 çîrokên Samed Behrengî wergerandin kurdî û çap kirin.
Ji çîrokên Behrengî “Masîreşê Biçûk”, “Lawikê Silkfiroş”, “Xoxek û Hezar Xox”, “Çîroka Hezkirinê”, “Xewn û Rastiya Rojekê”, “Kevokvanê Keçel” ji aliyê Wedat Urtekîn ve hatin wergerandin û Zeynep Yeşîlmen wêneyên wê çêkirine. Pirtûkên ku bi qaxizek rengîn hatine çapkirin her yek wekî pirtûkek û bi giştî wekî set hatine amadekirin û têne firotin.

Samed Behrengî kî ye?
Behrengî di sala 1939’an de li Tebrîza Îranê ji dayik bûye. Wî çîrok û meselokên di nav gel de berhev kirin û ji nû ve nivîsandin. Di pirtûkên xwe de li ser mijarên wekî edalet, wekhevî û berxwedanê sekinî. Behrengî dibistana mamostetiyê xwend û piştî xwendina xwe jî li dibistanên gundan mamostetî kir.

Berhemên wî ji bo bi dehan zimanan hatin wergerandin. Behrengî di 28 saliya xwe de bi awayekî gumanbar di Çemê Erezê de mirî hat dîtin. Hat gotin ku ew di çem de xeniqiye lê tê gotin ku ji ber wî Şax rexne dikir ji aliyê rejima Îranê ve hatiye kuştin.

Ji bo peydekirina pirtûkan: +90 505 638 61 33

Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply