Çar Çîrokên Cuda – Yakup AYKAÇ

Zanîn di vê rê bes nîne dest bavêj pêşa pîrekî

Çîroka Bersîsê bi çav te dîtiye herhal mela!  

Dîwana Hezîn

Destpêk

Edebiyata kurdî ya klasîk di serdema Îslamî de, di bin bandora zimanên ‘erebî û farisî de li gor hinek rêzikan derketiye holê.[1] Ji ber ku, piştî qebûlkirina Îslamê ev edebiyat pêşde çûye û geş bûye, xîmên xwe jî li ser vê ‘erdê daniye û xwe ava kiriye. Lê piştî ku di tarîxa Îslamê de terîqet ava bûn, vê carê tesewif jî bandoreke mezin li edebiyata klasîk kir. Tesewif, bi taybetî jî di edebiyata kurdî ya klasîk de, bi tena serê xwe belkî bi qasî hemû çavkaniyên dînî cihê xwe girt û ji wan re bû çavkaniyeke girîng.[2]

Bi vî awayî, gava ku em li helbestên klasîk dinêrin, gelek leheng û çîrokên tesewifî dibînin ku pirî caran ji helbestên klasîk re bûne mijar ku yek ji wan lehengan Bersîs e. Bi navê Bersîsê ‘Abid navûdeng bûye û herwiha di helbestên klasîk de jî cihê xwe girtiye. Di dîroka edebiyata kurdî ya klasîk de gelek helbestvan navê Bersîs di helbestên xwe de bikar anine lê Feqiyê Teyran li ser Bersîsê ‘Abid menzûmeyeke dirêj ku ji 211 çarînan pêk tê, nivîsiye.[3]

Di vê nivîsê de armanca me ne edebiyata klasîk e, bes bi çend çîrokên cuda, Bersîsê ‘Abid çawa tê nasîn, em ê van çîrokan parve kin.  

Çîroka 1’em

Hêj demên berê merivekî ‘abid hebûye. Xwe ji nav kar û barên dinyayê kişandiye, berê xwe daye axretê. Li yek ji wan çiyayên bajarê xwe, ji xwe re şkeftek dîtiye û êdî li wir jiyaye. Li vir ji bo dinyaya din, tim û tim ‘ibadet kiriye, rojên xwe bi nimêj û ta’etê borandiye. Bi vî awayî roj ser rojan, sal ser salan derbas bûye. Êdî deriyê keşf û kerametan, sir û razan ji wî re hatiye vekirin. Navê wî gihîştiye li her derî.

Çi xweş çi nexweş, kê navê Bersîs bihîstiye hatiye ziyareta wî. Çi daxwaza wan hebûye li gorî wê ji Bersîs du’a xwestine û çûne. Piştî du’aya wî, yên bêmiraz mirazên wan hasil bûye. Yên nexweş jî bi destê wî ji nexweşiyê reha bûne. Xwedayê Jorîn, bi bereketa du’aya wî ji gelek kesan re şifa belav kiriye.

Bi wî awayî nav û dengê wî diçe digîje qesra padişahê wî zemanî. Padişah jî ji wezîrên xwe re ferman dide ku qîza xwe ya dîn bila bibin cem wî ‘abidî ku jê re du’a bike.

Du heb şkeftên Bersîs hebûne, yek ji bo nimêj û ‘ibadetên wî ya din jî ji bo nexweşan bûye. Di wan şkeftan de Bersîs, ji Xwedê re her tim du’a dikir û Xwedê jî du’ayên wî dipejirand û ji nexweşan re dermanê wê nexweşiyê dida.

Rojekê qîza padişah a dîn jî dînin bal Bersîs. Jê re salixa rewşa wê dikin û vedigerin diçin. Piştî çûyîna leşkerên padişah, ‘Abid diçe şkefta xwe ya nexweşan ku du’a bike û şifayê ji Xwedê bixwaze. Hingê şeytan tê û pêşgarî/museletê wî dibe. Jê re dibêje; “ca li rûyê wê binêre, çi keçikek spehî ye, çi xweşik û bedew e. Ma tu nabînî qam û bejna wê weke dara serwî ye. Tefeşê wê mîna heyva çardeşevî ye. Jixwe dîn e, tu çi bikî jî nikare kesî re tiştek bibêje. Heke bibêje jî ew yeke dîn e, tu yekî aqil û xwedanşan î. Kes baweriya xwe ji wê nayîne, dê herkes te bawer bike. Ca qet nebe hema carekî wê hîvrûyê binêre, ka hîv bedew e yan ew? Ka rihan û sosin xweşik in yan ew? Ka şekir û hingiv şîrîn e yan ew?” dibêje û dike ku Bersîsê ‘Abid ji rê derxe. Wê kêliyê Bersîs dikeve xefletê û serê xwe radike û li rûyê wê hîvpareya dêmzeriyê demeke dûr û kûr temaşe dike. Bersîs li hember şehweta xwe têk diçe û zîna dike.

Piştî zînayê şeytan dîsa derdikeve pêşberî Bersîs û jê re dibêje:

– Te çikir? Tu jî baş dizanî ku bavê wê qîzikê padişahekî zalim û xeddar e. Heke sibê dusibe bavê wê pê bihese tu yê çawa bikî? Aqûbeta te perîşan e… Bi vî awayî Bersîs ditirsîne. ‘Abid jê dipirse:

– Gelo çawa bikim? Tu çi dibêjî, rêyek nîşanî min bide…

Şeytên dibêje: “na, bi Xwedê kim, rêyekê vê tune. Ancax, rêyek tenê heye ku ew jî kuştina wê ye. Belê, tu yê wê bikujî û li filan cihî çal bikî. Gava bavê wî hat pirsa qîza xwe kir, hingê tu yê ji wan re bêjî: qîza te baş bû, ji min destûr xwest û çû.” Jixwe baweriya herkesî bi te tê. Bêşik, dê ew jî bawer bikin, û tu jî pêsîra xwe ji vê belayê xilas bikî.

Bersîsê ‘Abid hinek dihizire, diponije dawiyê bêgav dimîne û pêşniyara şeytên dipejirîne. Dest û piyên ‘Abid li hev digerin, hinek şaşo maşo dibe lê dawiyê, qîzika dîn ji şkefta xwe derdixe û cihê ku şeytan jê re gotibû, dibe li wir. Bi gotina şeytên dike, û qizika reben dikuje û vedişêre.

Piştî vê bûyerê şeytan diçe ba bavê qîzikê, ango padişah. Jê re dibêje; “Bersîs qîza te kuşt û li filan cihî jî çal kir. Herin berê xwe bidin, eger qîza te li wê derê nebe werin serê min jê bikin. Lê vî jî bizanin ku Bersîs herçiqas bêje jî ez nizanim, qîza we baş bû çû; jê bawer nekin.”     

Piştî gotinên şeytên, padişah leşkerên xwe dişîne şkefta Bersîs. Leşker, ji Bersîs dipirsin; “keçik li ku ye?” Bersîs jî dibêje; “baş bû û vegeriya çû mala xwe. Nizanim niha li ku ye.” Dibînin ku Bersîs wekî bi gotinên şeytên a ku xwe xistibû dirûvê însanan tevdigere hingê diçin cihê tarîfkirî dikolin û dibînin ku qîza padişah hêj nû hatiye çalkirin. Hema li wê derê Bersîs destbend dikin û li gorî fermana padişah dibin ‘idam bikin. Gava bendikê ji sitûkura wî re derbas dikin, şeytan dîsa derdike pêşberî wî. Hingê Bersîs jê dipirse; “tu li ku yî? Va min darda dikin. Hemû felaket te anîn serê min, te mala min wêran kir. Ka ji min re çarekî bibîne!” Şeytan jî dibêje; “baş e, ez ê te ji wê bendê û sêpikê dardekirinê bifilitînim lê şertekî min heye, ger tu qebûl bikî…” Bersîs ji tirsan “çi ye, de ka bibêje, ez ê bikim” dibêje. Şeytan:

  • Secdê li min bike, serê xwe bo min bitewîne… gotiye.[4]

Bersîs jî xwe dispêre şeytên û tê daleqandin. Dawiya dawî bê bawerî û îman, ser kufrê dimire.[5] 

 

Çîroka 2’yem

Çîroka duyem jî wekî ya yekem destpê dike lê di çîroka duyem de bûyer li Şamê diqewime.[6] Bersîs li Şamê merivekî zana û xwende ye. Wekî çîroka yekem ji bajêr derdikeve diçe ji xwe re şkeftek dibîne û li wir Xwedayê xwe re bi şev û roj nimêj, ‘ibadet, du’a û zikrê dike. Êdî tê halekî wisa kes Bersîs nabîne. Bersîs di şkefta xwe de digîje halê hikmetê, mertebeyên îlahî. Ji tirsa Xwedê her diçe weza û lawaz dibe, ji ber zikr û ‘ibadetan dibe du qet. Êdî dibe weliyekî Xwedê. Bersîs di şkefta xwe de bi ‘ibadetan rojên xwe derbas dike. Xwarin û vexwarina wî jî nan, av û gihayên wan çiyayên dewr û dorê ne. Ji ber ku êdî weliyekî mezin e, ajal û heywan jî ji wî nasilikin û narevin. Roj bi roj navê Bersîs ji sînorên Şamê derdikeve. Ji rojhilatê diçe digîje cihê ku tav derdikeve, ji aliyê rojavayê ji cihê ku roj diqulibe. Bi vî awayî nam û şohreta wî her diçe zêde dibe. Ew jî bala îblîs dikişîne. Îblîs, ji ber ku karê wî ev e, ji roja ku Xwedê Hz. Adem afirandiye, dixwaze mirovan rê derxîne. Ji xwe re pîlanek çêdike.

Îblîs, şevekê diçe dikeve xewna keça mîr. Keça mîr kawuseke pir bi tirs û nexweş dibîne. Ji vir şûnde keça mîr sê şev û sê rojan nexweş dibe, nikare serê xwe ji balgehê rake. Çi hekîm tê, nikare nexweşiya keça mîr fêm bike û dermanek jê re peyda bike. Axiryê, şeytan dikeve şiklê hekîmekî û tê qesra mîr. Keça mîr dibîne, vir de wê de çend derewan dike û piştre dibêje; “dermanê keça we li cem Bersîs e. Tenê Bersîs dikare keça we derman bike û jê re şifayê peyda bike…” Bi vî rengî şeytan wî îqna dike û ji qesrê derdikeve. Piştî çûyîna şeytên, ehlê qesrê bêgav dimînin. Biryara çûyînê digirin û amadekariya çûyînê dikin. Leşker û sîwariyên mîr, keça mîr tînin cem Bersîsê ‘Abid.

[Ji vir pê de, wek çîroka yekem Bersîs bi keçikê re tenê dimîne. Lê di vê çîrokê de tiştê ku ji yên din cuda ev e ku, keçik nexweş e û di nav nivînên xwe de razayî ye. Dîsa wekî çîrokên din, şeytan dike ku Bersîs ji rê derxe û wî bixapîne. Û dîsa bi awayekî serfiraz jî dibe.] Demeke dirêj derbas dibe… Keça mîr baş dibe lê Bersîs dibîne ku keçik ducanî ye. Hinek dihizire, diponije lê nizane çi bike. Keçik baş bûye lê ev ducanîbûna wê dizane ku dê bibe bela serê wî. Di vê tengasiyê de dîsa şeytan tê, jê re kuştina keçikê pêşniyar dike. [Ev şiklê çîrokê jî ji vir şûnde wekî ya yekem didome û diqede.]

 

Çîroka 3’yem

Hebû tune bû. Li welatên dûr merivekî ta’etker hebû. Ji xwe re di şkefta xwe de ji sibê heta êvarê bi ‘ibadet, nimêj û du’ayan ve mijûl dibû. Navê wî jî Bersîsê ‘Abid bû. Ewqas ta’et û ‘ibadet dikir, ji ber vê yekê jê re ‘Abid digotin. Navê Bersîs li her derî belav bû û herkesî dizanîbû ku Bersîs yekî çawa ye, kî ye û li ku ye.

Bi vî awayî navê Bersîsê ‘Abid, diçe guhê qralê wê dewletê jî. Ji qral re derheqê wî de çi dizanin çi nizanin her tiştî dibêjin. Qral jî dibêje; “madem yekî ta’etker û ehlê nimêjê ye, madem ewqas xwe riya Xwedê de dihecirîne, ka em jê re jinikeke xweşik û şermût, û hinek jî mey û eraq bişînin. Heke merivekî heq be jixwe wê berde jinikê û şkefta xwe derxîne, em ê bizanin ku yekî ehlê Xwedê ye û em ê qedrê wî bigirin. Lê ne wisa be hingê em ê bizanin ku yekî fasiq e û em ê lêdin bikujin.”

Jineke bedew û şermût dibînin, şûşeyekî mey jî dixin hebana wê û dişînin şkefta Bersîs… Jinik li ber şkefta Bersîs bangî wî dike û dibêje; “ez yeke nexweş im, min bihîstiye ku tu nexweşan baş dikî. Ez jî dermanek dixwazim.” Bersîs bêyî ku li rûyê wê binêre dibêje; “şifa bal Xwedê ye, ez feqîrekî Xwedê me. Ez ê du’a bikim, înşellah Xwedê jî yê ji te re şifayê bişîne.”

[Honandina çîrokê ji vir pê de wekî ya çîroka 1’em e. Lê di vê çîrokê de mey heye. Beriya zînayê Bersîs, bi xapandina şeytên ve meyê dixwe û serxweş dibe. Piştre zîna dike û dîsa pîştî zînayê bi pêşniyara şeytên, jinikê dikuje û çal dike. Qral dibîne ku jinik nayê, hingê leşkerên xwe dişîne ser şkefta Bersîs û li wê derê Bersîs dikujin.][7]

 

Çîroka 4’em

Çîroka çaremîn gelekî ji yên din cudatir e. Bersîs, mirovekî zana, xwende, ‘abid û şêxekî mezin e. Xwedan dergaheke mezin e. Wekî Şêxê Sen’anî gelek murîd û sofiyên wî hene.[8] Yên ji bo ziyareta Bersîs tên, yên ji bo dergahê tên gelek in û her diçe zêdetir jî dibin. Rojekê şeytan jî bi şiklê mirovekî feqîr, tê vê dergahê. Wekî kesên din Bersîs ziyaret dike, sofî û murîdên vê dergahê çawa ‘ibadet dikin, ew jî wisa ‘ibadet û du’a dike. Li vê dergahê dimîne, dixebite, ‘ibadet û ta’etê re mijûl dibe. Şeytan piştî demeke dirêj êdî fir dide. Mîtrokî jor li hewale disekine û di halê rabitayê de bi sa’etan radiweste. Bi vî halê xwe, piştî demeke dirêj dikare bala Bersîsî bikişîne.

Bersîs, rojekê ji şeytên dipirse; “tu çawa gihîştî vê astê? Ev salek nîne ku tu li vir î, lê em dibînin ku meqamên te her dibe bilindtir dibe.” Şeytan bersîva wî didê: “Ez yekî gunehkar bûm. Min sê gunehên mezin kirin, lê axiriyê poşman bûm û dîsa bi ta’et û ‘ibadetê gihîştim vê astê. Heke tu jî wan gunehan bikî û dû re towbe bikî, cardin bi ta’et û ‘ibadetên xwe dikarî bigihîjî asta min. Divê mirov guneh çi ye bizanibe, dû re nirx û hêjayiya bêgunehbûnê dizane.” Ev axaftina di navbera Bersîs û şeytên de derbas dibe, bala Bersîs dikişîne. Bersîs, jê dipirse; “Ka gelo ev çine. Em jî wan gunehan bikin, dû re em ê vegerin.” Şeytan dibeje baş e û jê re dibêje; “divê tu zînayê bikî…” Bersîs dibêje; “na, ez tiştekî wisa nakim, guneh e.” Vê carê şeytan dibêjê; “dibê tu kesekî bikujî…” Bersîs cardin red dike. Şeytan vê carê jî wiha dibêje; “ya sêyem jî divê tu eraqê vexwî!” Bersîs hinek difikire. Piştre dibeje baş e, ez herdu yên din nakim lê ez ê eraqê vexwim.

Şeytan û Bersîs dibin yek, diçine cihekî ker û aram, li wir vedixwin. Bersîs serxweş dibe. Şeytan dîsa bi hîleyên xwe, jinekê tîne… [Çîrok ji vir pê de wekî çîrokên din didome. Bersîs zînayê dike û piştre wê jinê dikuje û binax dike.]

Lê ev çîrok, ji hersê çîrokên din gelek ciyawaz e. Di vê çîrokê de mebest hinek diguhêze, nexweşî û xirabiya vexwarina eraq û meyê derdikeve pêş. Vexwarina mey û ‘eraqê wekî destpêka hemû gunehan tê dîtin. Di Dîwana Hezîn de jî derheqê vê meselê de malikeke wiha derbas dibe;

Ger vexwî jê qimmekê êdî xwe mes’ûd zen mekey

Bo dilopek reqyê Bersîs ma wekî masî li pas[9]

Mebesta duyem ya çîrokê ev e ku dawiya xwendin û fêrbûna ‘ilmê nîne. Lewra Bersîs dikaribû bi riyeke xirab na, lê bi riya ‘ilm û zanînê jî bigihîşta vê astê.  Ango fêrbûna xwendin û zanînê tu car naqede û divê mirov di vê rê de tu car xwe bes nebîne û her bidomîne. Bi riyên tewş xwe nexapîne. Seydayê Hezîn bi zimanekî şîretwarî di dîwana xwe de wiha dibêje;[10]

Zanîn di vê rê bes nîne dest bavêj pêşa pîrekî

Çîroka Bersîsê bi çav te dîtîye herhal mela![11]                         

 

Bersîs di Edebiyata Rojhilatê de

Bersîsê ‘Abid, di edebiyata faris û ‘ereban de bi navê “Bersîsa” tê nasîn.[12] Li cem wan jî hûrgiliyên çîrokên Bersîs herçiqas biguhere jî, dersa ku wek encam dixwaze bê dayîn wekî hev in. Bi kurtî çîroka Bersîsa di edebiyata faris û ‘ereban de wiha ye: 

Bersîsa di çîrokên Îslamî de keşîşek e ku dikeve bin bandora wesweseyên şeytên û Xwedê înkar dike. Sê bira, dixwazin ku biçin geştê û ji xwe re bigerin. Ji bo ku Bersîsa miqatî xwîşka wan be, xwîşka xwe datînin ba Bersîsa. Bi weswesên şeytên Bersîsa keçikê dixapîne. Rojekê dîbîne ku keçik ducanî ye. Bi pêşniyara şeytên Bersîsa wê dikuje û dîsa bi pêşniyara şeytên wê binax dike. Lê Şeytan, birayên keçikê ji kuştina wê dide hesandin. Ji bo ku Bersîsa jî cezayê xwe bikişîne sêpê tê amadekirin ku Bersîsa bê îdamkirin. Bersîsa cardin berê xwe dide şeytên û bi hêviya rizgarbûna xwe ji şeytên bawer dike û Xwedê jî înkar dike û bi vî awayî ser kufrê dimire.[13] 

 

      Rîçên Dîrokî yên Çîroka Bersîs

Efsaneya vî keşîşê ku ketiye xelwetê, wekî dîndarekî cihû, keşîşekî mesîhparêz hatiye naskirin. Yekem car di şîroveya Teberî de di serê sedsala 10. a mîladî tê dîtin. Mîladî 985’an de nîvîskar navê wê Bersîsa danîye ku navekî aramî ye û wateya vê peyvê “rahibê gernas” e. Hêmanên vê destanê di zargotina qiptiyan de tê dîtin û di nav misilmanan de bi şêweyên cuda ji nû ve hatiye honandin.[14] Îbnî Kesîr, Bersîsa wekî keşîşekî îsraîlî dipejirîne. Li gorî hin şîrovekaran, di sureyê Heşirê ayeta 16’an[15] de bi qesta mirovên kafir Bersîsa ye. Piştî vê ‘emrê ku bi îbadetê derbas bûye, bi xapandina şeytên, destê xwe dirêjî jina ku ji bo şifayê tînin li cem wî dike û gava ku ducanîbûna wê jinê dibîne, hingê wê dikuje û dû re xwe li ber dara sêpê/îdamê dibîne. Ji bo rizgarkirina xwe ji şeytên re sicde dike û gazî şeytên dike ku heçî ‘emrê xwe yê dawî jî dilewitîne.[16]

      Encam:

Wek tê dîtin ku gelek cureyên vê çîrokê hene. Ji ber ku çîrokeke devkî ye, di demeke dirêj de gelek cureyên vê çêbûne. Bi awayekî, ev çîrok ketiye nav çanda me kurdan jî. Dû re em dibînin ku di edebiyata kurdî ya klasîk de jî nimûneyên vê çîrokê tê dîtin.

Li gorî van herdu berhemên klasîk, ango Dîwana Feqî û Dîwana Hezîn, em dikarin bibêjin ku yek ji wan çavkaniyên edebiyata kurdî ya klasîk çîrokên olî-tesewifî ne û çavkaniyên xwe rasterast ji çîrokên gelêrî distînin. Ev jî bi awayekî zelaltir têkiliya folklor û edebiyatê cardin nîşanî me dide.

 

Çavkanî:

  • Adak, Abdurrahman, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, weş. Nûbihar, Stenbol 2013.
  • Çîrokbêj Hecî Şukrî, Li gundê Astecoya Qerqeliyê. Tomarkirina Çîrokê, Yakup Aykaç, mp3. (01.01.2015)
  • El-Huseynî, Seyyid Abdulhakim, Sohbetler, weş. Sey-tac, İstanbul 2006.
  • Geçer, Mela Husnî, Dîwana Hezîn, dîrok û cihê çapê nediyar e.
  • Teyran, Feqiyê, Jiyan, Berhem û Hemî Helbestên Wî, amd. M. Xalid Sadînî, weş. Nûbihar, çap. 6., Stenbol 2012.
  • Suhbeta Seydayê Mela Husnî, Tomarkirina Çîrokê Yakup Aykaç, mp3. (09.10.2014)
  • Êsî, Mele Huseyn û yên din, Wergera Qurana Pîroz, weş. Nûbihar, Stenbol 2008.
  • http://fa.wikipedia.org/wiki/%D8%A8%D8%B1%D8%B5%DB%8C%D8%B5%D8%A7(02.01.2015)
  • http://global.britannica.com/EBchecked/topic/54238/Barsisa (05.02.2015)

 

 



[1] Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, Stenbol 2013, r. 27.

[2] Adak, b.n., r. 35.

[3] Feqiyê Teyran, Jiyan, Berhem û Hemî Helbestên Wî, amd. M. Xalid Sadînî, Nûbihar, çap. 6., Stenbol 2012, r. 337.

[4] Feqiyê Teyran, qebûlkirina şêxîtiya şeytên wiha dibêje:

Ezelî Bersîs hemul kir

Şêxiya iblîs qebûl kir

Xêr û şomiyê fizûl kir

Çû Tilisma dewletê   (Feqî Teyran, b.n., r. 355)

[5] Seyyid Abdulhakîm El-Huseynî, Sohbetler, weş. Sey-tac, Stenbol 2006, r. 103-104

[6] Li gorî menzûmeya Feqiyê Teyran jî bûyer li Şamê diqewime ku wiha dibêje:

Îzhar bikim behsê di ‘am

Bersîs ricalek bû di Şam

Te’et dikir daim mudam

Zer bû ji xewf û heybetê           (Feqî Teyran, b.n., r. 338)

[7] Li gundê Astecoyê (Qerqelî/Wanê) Çîrokbêj Hecî Şukrî, Tomarkirina Çîrokê Yakup Aykaç, mp3. (01.01.2015)

[8] Ji bo Şêxê Sen’an bnr. Mehmet Yıldırımçakar, “Çîroka Şêxê Sen’an”, Kovara Nûpelda, Wan 2014, h., 17-18.

[9] Mela Husnî Geçer, Dîwana Hezîn, dîrok û cihê çapê nediyar e, r. 124.

[10] Suhbeta Seydayê Mela Husnî, Tomarkirina Çîrokê: Yakup Aykaç, mp3. (02.02.2014)

[11] Geçer, b.n., r. 301.

[12] Balkêş e ku di edebiyata faris, ‘ereb û kurdan de çîroka Bersîs an jî navê Bersîs gelek caran di helbest û qewlikan de derbas dibe lê edebiyata osmanî/tirkî de navê Bersîs derbas nabe. Di helbestên tirkî de qet nehatiye bikaranîn. [Li gorî lêkolînên me, em vê iddiayê dikin.]

[15] Rewşa munafiqan eynî wekî rewşa şeytên e, gava ji însên re dibêje: Kafir bibe. Çi gava ku însan kafir dibe, jê re dibêje: Bi rastî ez ji te dur im. Bêguman ez ji perwerdegarê alemê Ellah Teala ditirsim. Quran 28/19. (Wergera Qurana Pîroz, Mele Huseyn Êsî û yên din, Nûbihar, Stembol 2008, r. 548.)

Yazar: Yakup AYKAÇ

Çavkanî : nupelda.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply