Çar çîrokên Ciwanmerd Kulek ”ÇAR YEK”

Pirtûka nivîskarê kurd Ciwanmer Kulek a bi nave “Çar Yek” di nav weşanên Avestayê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 126 rûpel e. Tê de bi sernavê “Barave, Birîva, Beyrûd û Byzant” çar çîrok hene.

Dema min nave Beyrûdê dît, dema ku ez li Beyrûdê mabûm hate bîra min. Beyrûd bajarek wek Parîsa rojhilata navîn e. Bajarek gelek xweş e. Ez çendek li wir mam. Navên mahleyên wê El Hamra, Zeytune, Faqanî û ên din hêj jî di bîra min de ne. Di nav bajêr de xetek/sînorek kesk hebû. Wiyalînê xeta kesk arabên xirîstiyan û viyalîn arabên misilman û fîlîstînî hebû. Mehleya Faqhanî bi piranî Fîlîstînî bû. Li derdora bajêr cihên bilind û xweş û xwezayî durziyên kurd bi cih bûbû. Ew kordên durzî di dema Osmaniyan de çûne li Beyrutê û navçeyên derdorê bi cih bûne.

Min meraq kir ka di çîroka sernavê “Beyrûd” de çi heye? Naveroka wê çi ye? Û lewre jî min bi meraq pêşî çîroka “Beyrûd”ê û paşê hersê çîrokên din xwend.

Di vê çîrokê de bi çavên kurikekî boyaxçî ku karê boyaxkirina solan/pêlavan dike tê rave kirin. Kalê kurik jî li ser tabloya xwe li bazarê katol/patates û pîvaz difroşe. Dema min vê çîrokê xwend hevalekî min ê di biçûkiya min de hate bîra min. Em biçûk bun wî jî karê boyaxkeriya pêlavan/solan dikir. Çîrok çîrokeke sosyal/civakî ye. Herçiqas sernavê çîrokê “Beyrûd“ be jî, qada çîrokê di serî de bakurê Kurdistanê ye û alî dawî êdî qada wê dibe bajarê Beyrûdê. Dema ez li Beyrûdê bum, min gelek kurdên bakur ku ji ber rewşa aborî, ji ber debara malbata xwe, ji bo kar, şîxul hatibûn Beyrûdê dîtibû.

Dî çîrokê de Mele Şêxmûs heye. Xalidê deyndar heye. Şeveke ji ber deynan bar dike û direve. Muslîmê Hecî Fariz heye ku ew dê ji bo şeş mehan here Beyrûdê. Rêwîtiya wî a ji bo Beyrûdê bi teferuat/berferehî tê qal kirin. Dema min xwend rêwîtiya min a çûyina Beyrûdê hate bîra min.

Li Beyrûdê taxên/mahleyên kurdan, durzîyan ku bi koka xwe kurd in, ermenan û ketaîban hene.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply