Şemî , Hezîran 23 2018
Malper / Forum / Nivîsxane / Çar Bira

Çar Bira

Hebû nebû carek ji caran rehm li dê û bavê hazir û guhdaran.

Zilamek û çar kurê wî hebûn. Çavê zilam roj bi roj xeradibûn. Her dem gazin dikir ji êşa çavê xwe. Rojekê kalek tê jê re dibêje:

– Çar kurê te hene û tu her roj ji êşa çavê xwe gazina dike. Kurê xwe bişîne bila ji te re li dermanê kî bigerin. Dibe ku dermanê çavê te bibînin.

Zilam kurê xwe ê mezin ji bo ku dermanekî bibînê dişiyene. Salek di ser de bihurî kurê mezin nehat. Sala dî kurê duduyan şiyand. Salek di ser vê derbasbû küre duduyan jî nehat. Sala dî kure xwe ê sîsiyan şiyand. Salêk derbasbû ew jî nehat. Tu kesî ji her sê biraya ti agahî nesitand. Duvre zilam mecbur ma ku kurê xwe ê piçûk bişyêne. Zilam kurê xwe ê piçûk hem ji bo ku birayê xwe bibînê û hem jî ji bo ku dermanekî ji bo çavê bavê xwe bibînê şiyand.

Kurik di rê de li rasta zilamekî pîr hat. Zilamê pîr ji kurik pirsî:

– Tê herê ku derê?

Kurik mesela xwe ji zilamê pîr re got. Zilamê pîr ji kurik re got:

– Sê rê li ber te hene. Yek diçê welatekî gelekî dûr, yek diçê welatekî ji ya peşî nezîktîr û rêya dî rêya yê çûn û hatinêye.

Kurik biryara rêya çûn û hatine didê. Zilamê pîr ji kurik re dibêje:

– Dema ku tu di vê rê de çûy yê deverek werê pêşiya te. Li wir gelek kevir û dar hene. Wê deng ji wan vere. Wê bibejin; ‘Ew hat, ew hat’ ger tu li wana guhdarke û bi rawestê tu jî bibê wek wana. Tu li wana nehisêne û rêya xwe bidome.

Kurik gotinên zilamê pîr yek bi yek têne cih. Di rê de digihije gundekî û xwe bi xwe dibêje:

– Hespê min serê xwe li kîjan derî bixê ezê bibim mevanê wê malê.

Hespê kurik serê xwe li deriyekî dixe. Derî vedibe. Li hember kurik pîrekek derdikeve û hawar dike. Kurik ji pîrekê dipirse:

– Çima tu hawar dike?

Pîrek dibêje:

– Heta niha ti car mevanê min nehatibûn ji bona vena min hawar kir.

Kurik ji vir diçe gundekî dî. Çavê mîrê wî gundî jî xerabe bûn. Roj bi roj xerabtir dibû. Mîre gund dibêje:

– Bila tu kes li gund nemine, her kes here ji bo êşa çavên min li dermanekî bigere.

Hemû kes derketin li dermanê çavan geriyan.

Kurik jî derket. Çû nêçîrê. Çûkekî pirr xweşîk dît. Tîr û kevana xwe derxist. Nîşan ji çûk girt. Bi tîrekê pirtikekî çûk firand. Kurik raşte wî pirtikî xiste bin şewqa xwe. Hespê kurik ji kurik re got:

– Ger tu vî pirtikî neavêjê wê gelek belaya bêne serê te.

Kurik divegere gund. Di rê de hin zilam dibejine kurik:

– Tê bi me re vere.

Kurik dibêje:

– Ez mevanê vî gundîme. Ezê çava bi were werim?

Zilamek ji wana şeqamekê li kurik dixe. Kurik bi vê şeqamê dikeve erdê. Şewqa wî ji serê wî dikeve erdê. Ew pirtikê çûk jî dikeve. Zilam dirajê vî pirtikî tine ba mîrê gund. Mîrê gund vî pirtikî di ser çavê xwe re dibê û çavê wî başdibe. Duvre zilamê ku pirtik anîbû ji mîr re dibêje:

– Mîre min, ê ku ev pirtik aniye dikare vî çûkî jî bine.

Mîr dibêje:

– Belê. De ka bangî vî kesî bikin.

Zilam diçe kurik tênê dîvana mîr. Mîr ji kurik re dibêje:

– An tê vî çûkî bini an ezê te bikujim.

Kurik ji neçarî li hespê xwe siwardibe û dikevê rê. Hespê vî jê re dibêje:

– Ma min ji te re negot, ger tu vî pirtikî neavêjê yê gelek bela bêne serê te.

Kurik bi girî dide pey çûk. Bi zor bela çûk digire û ji mîr re tine.

Zilamêkî mîr dibêje:

– Mîrê min, ê ku ev çûk anî dikarê Hanhayat’ê jî benê. Mîr ji kurik Hanhayat’e dixwazê. Dibêje:

– Ger ku neyênê ezê te bikujim.

Kurik dîsa li hespê xwe siwardibê û dikeve rê de. Di rê de rastî sê zilama hat. Dibînê ku her sê zilam pevdiçin. Kurik sedema pevçûna wa ji wa dipirse. Zilamek ji wa dibêje:

– Em ji bo vê xalîçê û şewqê û kopalê bisêhr pevdiçin.

Kurik ji wa re dibêje:

– Ger ku hûn qîma xwe bi min bênin ezê wa li vê parkim.

Her sê zilam vê biryarê dipejirênin. Kurik ji va re dibêje:

– Ezê şûrê xwe avêjim. Kî ji vê berî edî benê ezê va her sê tişta bidim vî.

Her sê zilam dibejin:

– Temam.

Kurik şûrê xwe diavêje. Her sê zilam li pey şûr bazdidin. Dema ku her sê zilam li pey şûr çûn, kurik raşte şewqê xiste serê xwe, kopal xiste destê xwe û li ser xalîçê runişt. Xalîçê firî û da rê. Kurik çû welatê Hanhayat. Bi kopal derî vekir. Hanhayat di xewdebû. Li ber sere Hanhayat sêvek û girar û av hebû. Kurik gezek ji sêvê da, kevçiyek ji girarê xwar û qurtek ji avê vexwart. Ê dî kurik xwe veşart. Dema ku Hanhayat şiyarbû dît kû gezek ji sêva wê dane û parîk ji girara wê xwarine û qurtek ji ava wê vexwartine. Hanhayat şaşdibe. Dibêje:

– Tu kes nayê welatê min. Kê ev tiştê min xwarine û vexwartine?

Piştî ku Hanhayat van gotina dibêje kurik xwe derdixe meydanê. Hanhayat dema ku çav li kurik dike hem şaşdibe û hem dildikeviye. Kurik Hanhayat dibe mala xwe. Bi saya Hanhayat her sê birayê xwe dibîne û têne mala bavê xwe. Hanhayat bi pifkirinekê çavê bavê kurik dermandike. Kurik û Hanhayat bihev re dizewicin. Heta dawiya temenê xwe bi bextiyar jiyan.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Ji Evîna Rojên Kevin: Pîra Emo

Pîra Emo; pîrejinek mêrdînî ya bî bû. Apê me Xelefê Şêxko, ew li xwe mahir …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir