Çar Bakir(Anasır-i Erbaa) û Êzdîtî

Anasır-ı Erbaa, binavkirina Feqiyê Teyran  “Çar Bakir”, ji aliyê feylesofê Yewnanan[1] va û xasma jî ji aliyê Empedokles va dîtina çar hevedudanî û daringê(made) bingehîn ê gerdûnê: ba û av û ax û agir e.

Di felsefeyê de hêmana bingehîn wek “Arkhe” tê bi nav kirin. Li gorî Thales arkhe ya ewilî av e, li gor Anaximenes ba(hewa) ye û li gorî Herakleîtos jî agir e. Lê Empedokles madeya axê jî li van her sêya zêde dike û dibêje; “divê em van her çar madeya bi hevra wekî hêmanên bingehîn bipejirînin.” Yanî ku em wênesazekî/ê bifikirin ku çar hev reng di destê wî/ê de ne û dixwaze wêneyekî xweşik çêbike, gelo ewê bi tenê yek rengekî bikarbîne yan ewê her çar renga jî bikarbîne?

Li gor angaşta Empedokles van her çar hêmana nayên guhertin û bûyîn, çêbûyîn û gûherînên di gerdûnê de ne. Her yek ji van hêmanên bingehîn xwediyê du çawanî, taybetiyê ne. Ax; sar û ziwa, Ba(hewa); germ û şil, Agir;germ û ziwa û Av jî sar û şil e.

Li gor feylesofê Yewnana hêmanên ku xwediyê heman taybetî û çawaniya ne, dibe ku dagerin hev û dinê. Wekî mînak em dikarin bibêjin av jî sare û ax jî. Ji ber vê taybetiya wan a heman dibe ku av bibe ax û ax jî bibe av.

Gava ku em li vê dîtaneyê dinêrin em dibînin ku ev dîtane bi tenê di nav feylesofê Yewnan de nehatiye pejirandin. Di hinek bawerî û felsefeyên din de jî em leqayê vê dîtaneyê tên. Awê ku tê zanîn hinek alim û feylesofê Misilman jî vê dîtaneyê ji Yewnana wergirtine û li gorî bawerî û dîtinê xwe bikaranîtine. Lê li vêder ez dixwazim li ser du helbestvan, feylesof, alim û zanayê Kurd bisekinim. Belê awê ku hate hişê we ev kes Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran bixwe ne. Ez dixxwazim di derheqê vê dîtaneyê de çend mînak ji helbestên van nemira bidim.

Gava ku em li helbesta Feqiyê Teyran a bi navê “Ey Av û Av” dinêrin em leqayê van herdû çarîneyan tên:

“Sibhan ji ma’bûdê li ser

Kî dê j’Allah ra kit xeber

Em j’çar bakir anîne der

Kiç bûn di kenza qudretê”

 

“Zahir kirin ji çar ‘bakir’ e

Ba w av û ax û agir e

Heywan hemû jê çêkire

Dar û nebata kiswetê”

Ehmedê Xanî jî di helbesta xwe ya bi navê “Neqqaşê Ezel” de wiha gotiye:

“Dîbace ku înşa kir, fîhrîstê ku îmla kir

Cildekî ji’enasir best, nefxek di sufalîn da”

Di helbesta xwe ya din a ku navê wê “Ey Wahidê Penhan”e de jî wiha gotiye:

“Lewh û Qelem û Kursî û ‘Erş, encum û eflak

Hem agir û ax, av û hewa, cumleê eşya”

Veca ez dixwazim li ser ola Êzdîtiyê bisekinim. Dema ku em li dîroka ola Êzdîtiyê dinêrin em dibînin ku ola wan gelekî kevn e. Li gorî pirtûka Tosinê Reşîd a bi navê “Ezdiyatî” yê de dîroka ola Êzdîtiyê herî kêm hezar sal beriya Îslamê hebûye. Dema meriv li qewl û beytên Êzdiya dinêre meriv leqayê Çar Bakirî tête. Li gor baweriya Êzdiya dinya ji çar elementa pêk hatiye. Ev; ba û av û ax û agir in. Em vê yeka ha di qewla bi navê “Du’a û Qewlê Şêşims” de dibînin. Di qewla 30’î de ev yeka ha wiha hatiye vegotin:

“Çendî ba û av û ax û agirî

Bi kerema Melik Fexredîn û Şêşims dişixilî

Covana Melik Fexredîn û Şêşims, ji ‘ewil heta bi axirî”

Li gor baweriya Êzdiya van her çar elementa ji hev vediqetin û bi wan qalibê(laş, beden, wicûd) Adem tête çêkirin. Tosinê Reşîd di pirtûka xwe ya bi navê “Êzdiyatî” yê de vê yeke wiha tîne zimên: “Ji bo çêkirina qalibê Adem ji her çar qulbeyan ax anîn. Bi wê axê û avê qalibê Adem çêkirin, li ber bê zuha kirin û di nava êgir de xarang kirin.” (r:42) ji ber vê yeke ye di ola Êzdîtiyê de ev her çar element pîroz têne destnîşankirin.

Tê gotinê ku serê pêşî ev qalibê ha nesax bûye. Ne rih tê de hebûye û ne jî zindî bûye. Bê lebt û bê thevger bûye. Paşê xwestine giyan ber bi Adem de berdin. Sere pêşî giyan nexwestiye ku here û bikeve vî qalibê û tê de bi cih bibe. Ji ber vê jî heft melek (Îzraîl, Cibraîl, Mikaîl, Dirdaîl, Ezazîl, Şemkaîl û Îsrafîl) li der û dora vî qalibê ha çûne û hatine û xwestine ku giyan qanî bikin da ku biçe û bikeve wî qalibê. Lê giyan vê yeke nepejirandiye û gotiye; “Hetanî saz û qidûm(def û şibab) ji asûmana neyêne ser rûyê erdê ez vî tiştê ha qebûl nakim û ez naçime û nakevime wî qalibê.” Li ser vê daxwaza giyan saz û qidûm têne ser rûyê erdê û hêj nû giyan diçe û di qalibê Adem de bi cih dibe. Ji ber vê yeke saz û qidûm di Êzdîtiyê de pîroz têne hesibandin. Lewra sere pêşî cihê wan asûman bûye û li ba Xwedê bûne. Piştre jî wan veguhastine ser rûyê erdê. Ji ber vî jî di dema cejnên Êzdiyan de qewal li Lalişa Nûranî qewl û beytan dibêjin û li def û şiviyê dixin.

Dema ku em li qewl û beytên Êzdiya dinêrin em vê bûyera di navbera giyan û qalibê Ademî de derbas dibe bi awayek zelal dibînin. Di qewlê bi navê “Qewlê Zebûnî Meksûr” de vê yeke wiha hatiye vegotin:

Qewla 35’an:

“Çendî kinyat pê zayinî

Av û ax û agir û bay têk hincinî

Qalibê Adem pêxember pê nijinî”

Qewla 39’an:

“Heft sur hatin hindavê

Qalibê Adem pêxember mabû pê gavê

Go, riho, boçî naçiye navê”

Qewla 40’an:

“Rûhê go, bo ‘aşiqa me’lûmê

Heta ji bana ne-êt saz û qidûme

Nîveka rûhê û qalibê Adem zor tixûme”

Qewla 41’an:

“Saz û qidûm hatin û hidirî

Nûra mihbetê hingifte serî

Rûh hat û tê wetinî”

Dema ku em li qewla bi navê “Qewla Afirîna Dinyayê” jî dinêrin, em vê bûyerê hema hema di heman wateyê de lê bi terz û şêwazeke cuda dibînin. Di vê qewlê de ev bûyer wiha hatiye vegotinê:

Qewla 23’an:

“Xudavendê me rehmanî

Çar qisim ji me re danî

Pê Hebîba Adem nijinî

Xudavendê me rehmanî

Çar qisim li rû dinê danî”

Qewla 24’an:

“Yek av e, yek nûr e

Yek ax e, yek agir e

Xudavendê me bi rehm e

Diyar kir saz û qidûm e”

Qewla 25’an:

“Nîveka Adem û hevsur zor tixûbe

Hefsur geriya, hat hindave

Qalibê Adem mabû bê gave

Go, ruho, çima naçî nava?”

Gava ku em li pirtûka Tosinê Reşîd a bi navê Êzdiyatî yê dineri, em leqayê varyanteka din a vê bûyerê tên. Li gorî vê varyantê, piştî ku qalibê Adem bi av û ax û ba û agir hate çêkirin, tê xwestinê ku giyan ber bi qalibê Adem de berdin. “Lê giyan nedixwest here nava qêlib,nedixwest ber Adem de bê. Digot wê sibehê hezar qencî û xirabiyan bike. Paşê dîsa bibe ax, ez ê bersiva kirinên wî bidim. Her heft mêrê diwanê çûne hindirê qêlib û bangî giyan kirin, dîsa neçû. Hingê di hindirê qêlib de def, şivî lê xistin û giyan li ber awazên batinê tap nakir û çû hindirê qêlib. Her heft mêr ji qêlib derketin û her yekî nişana xwe hişt; du çav, du guh, du finc û dev.” (r:42)

Pîroziya avê, êgir, axê û bê bingeha ola Êzdiyan e. Her çar element ji bo Êzdiya pîroz in û pir tiştên guneh di ola Êzdiyan de bi paqijiya wan ve girêdayî ne. Li gor neqla Tosinê Reşîd, Şêx Rustem ji bo avê, axê, êgir û bê wiha dibêje:

 

 

“Dibê xwedayê min cebar e

Ji durre ferq dikir çar e

Yek ba ye, yek av e, yek ax e, yek nar e” (r:51)

Em varyanteka din a vê qewlê di qewlê Şêxûbekir de di sebeqa 25’an de bi vî awê dibînin:

“Patşayê min î cebar e

Ji durre ferq kirî çar e

Ba ye, ax e, av e û nar e” (r:104)

Di ola Êzdiyan de gelek tiştên guneh hene ku giraniya wan tiştan bi parastina paqijiya avê, êgir, axê û bê ve girêdayî ye. Dîsa bi neqla Tosinê Reşîd, Şêx Rustem wiha dibêje:

“Şêxûbekir ra rabin neder e,

Şêşims ra rabin mefer e,

Ez miskînê şemsê şêr im,

Ez miskînê şemse me,

Zanibin em ji vê neqtê ne,

 

Çi neqteka xudan pirr e,

Patşayê min î xudar sur e,

Minetan ra, orta erdê, esman,

Sedefi daniye çar dir e,

Ev dir yek ax e, yek av e, yek ba ye, yek agir e.” (r:104)

Di ola Êzdiyan de Roj pîroztirîn nişan e.(Dema ku em li
Ala fermî ya Hêza Parastinê ya Êzîdanê dinerin, em aleka sor û li ser jî nişana Rojê dibînin.) Êzdî beriya gişî Rojê diparêzin, ji ber ku bêyî ronahî û germa Rojê jiyan li rûbarê dinyayê wê tunebûya. Roj kaniya jiyanê ye li rûbarê dinyayê(T.R.) Roj nişana Şêşims e. Em dikarin bibêjin ku Roj kibleta Êzdiyan e. Lewma jî Êzdî berbangê tîrêjên rojê yên yekemîn li ku bikevin wê dere maç dikin, dema duakirinê berê xwe didine şuna Roj lê; sibehê zû, rojhilat; êvarê, rojava. Li gorî baweriya Êzdiyan, Roj û tîrêjên wê giyanê mirov paqij dikin. Ji ber vî ye di nav çar elementa de agir ji bo Êzdiya pîroztir e. Lewra agir nişana Rojê ye. Êzdî ji ber vê yeke carna bi agir sond dixwin. Her çarşem û rojên cejnên olî, li şûnên pîroz, li Lalişa Nûranî agir dadidin. Li ser gorê miriyên teze, Êzdiyên Kavkazê sê şeva agir dadidin. Lê divê neyê jibîrkirinê ku Êzdî cihêtiyê dikin navbera Rojê û agir.

Veca ez dixwazim li ser girîngiya agir bisekinim. Belê ev herçar hêman jî pir kî pir girîng in lê ez dixwazim di derheqê agir de çend xalan nîşan bikim.

Agir ne tenê ji bo Êzdiya girîng bûye, ji bo hinek qewm û neteweyên din jî pir girîng û pîroz bûye û di roja me de jî girîngiya xwe diparêze.

Li gorî Herakleîtos di gerdûnê da liv, lept û guherîn heye. Tê gotin ku wî vê dîtina xwe ji guherîna agir îlham girtiye. Jixwe gava ku em li mîtolojiya Yewnana dinêrin agir pir kî pir cîhekî girîng girtiye. Agir wekî, “zanîn, zanist, afirandin û şaristanî” yê hatiye sembolîze kirin.  (Îro gava ku em li nîşana amblem a Wezîriya Perwerdehiya Neteweyî a Tirkiye yê dinêrin, em pirtûkek a vekirî û di nav de jî xetîre ‘meşale’ ya agir dibînin.)

Gava ku em li serpêhatiya Prometeus jî dinêrin em dibînin ku wî serî li ber pergala xwedayî rakiriye û di dawiyê de jî bi hêstirên xwe heriyê eciqandiye û pê mirovê yekemîn afirandiye. Paşê ji ber tengezarî û bêçaretiya mirova ji tifika Hephaistos (xwedayê agir) a ku agirê wê gur bû, çirûskekî dizîye û diyariyê mirova kiriye. Lewra tê gotin ku agir tê wate ya “zanîn, zanist, şaristanî û medeniyetê.”

Di hinek ola de jî agir pîroz e. Di cihûtî, Îsewîtî û Hîndûîzmê de jî agir girîng û pîroz e.

Di ola Zerdeştiyê de jî gava ku em dinêrin agir pîroz bûye û ji aliyê Ahûra Mazda va li ser rûyê dinyayê hatiye vêxistin. Li gor vê baweriyê agir xwe gihandina bana wî bû. Ji ber vî di nav şopînerê ola Zerdeştiyê de agir xwediyê hêz û bandoreka xurt bû û tevekî bawermendên ola Zerdeştiyê rêzeka mezin nîşanî agir didan.

Di destana Kawayê Hesinker de jî (di roja me de jî di Newrozê de) agir pîroz e û di vêxistina agir de gellek wate hene. Di serî de wateya azadî û serxwebûnê tê ber çavan. Lê divê mirov wateya agir bi tenê di van peyva de heps neke. Belê ji bo pirî kesa wateya agirê Newrozê azadî û serxwebûn e. Lê divê neyê ji bîrkirin ev agir destpêka hişmendî, pêjnkerî, bihizyarî û hesteweriyê ye jî.

Belê ji ber tîna vî agirê di dilê me de çirûska azadî û serxwebûnê vêket lê divê baş bê zanîn ku di heman demê de jî bi tîna vî agirê, çirûskên fikr, hizr, raman û ramînê jî di mêjiyê me de vêket.

 

    Emre MÛHARGÎNÎ-Çandname

 

[1] Lê dibe ku ev agahî çewt be. Lewre li gor hinek agahiya dîroka derketiya êzdiyan heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember diçe. Êzdiyatî, yek ji kevintirîn dînên kurdan û Rojhilatê ye, ku hina gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyê kurdan şopenderê (duketî) êzdiyatî û zerdeştiya klasîk bûne

(http://www.wikiwand.com/ku/%C3%8Azd%C3%AEt%C3%AE)

ÇAVKANÎ

  • Cevizci, Ahmet, Felsefe Sözlüğü, Gözden Geçirilmiş İlavelî 7.baskı, Weşanên Paradigma, 2010, İstanbul
  • Guest, John S. ,Yezidilerin Tarihi “Melekê Tawus ve Mishefa Reş’in İzinde” , wer: İbrahim Bingöl, Çapa sêyemîn, Weşanên Avesta, 2012, Stenbol
  • Kreyenbroek, Philip G. , Avrupada Yezidilik, wer: Hikmet İlhan, Çapa yekemîn, Weşanên Avesta, 2011, Stenbol
  • Kreyenbroek, Philip G./ Reşow, Xelîl Cindî, Tanrı ve Şeyh Adi Kusursuzdur “Yezidi Tarihinden Kutsal Şiirler ve Dinsel Anlatılar”, wer: İbrahim Bingöl, Çapa yekemîn, Weşanên Avesta, 2011, Stenbol
  • Lescot, Roger, Yezidiler “Din Tarih ve Toplumsal Hayat Sincar ve Suriye Yezidileri” wer: Ayşe Meral, Çapa sêyemîn, Weşanên Avesta, 2014, Stenbol
  • Omarkhali, Khanna, Kürdistan’da Dini Azınlıklar “Ana-akım Dışında Kalanlar”, wer: İbrahim Bingöl, Çapa yekemîn, Weşanên Avesta, 2014, Stenbol
  • Reşîd, Tosinê, Êzdiyatî “Oleke hê jî Nenaskirî”, Çapa yekemîn, Weşanên Lîs, 2010
  • Teyran, Feqiyê, Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, berh: M. Xalid Sadinî, Çapa pêncemîn, Weşanên Nûbihar, 2011
  • Xanî, Ehmedê, Dîwan, werger û analiz: Kadri Yıldırım, Çapa yekemîn, Weşanên Avesta, 2014, Stenbol

                                                

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply