Çapemeniya Kurdî – 3

Di warê çapemeniyê de Kurdan di 1898an de li Qahîreyê rojnameya Kurdistanê derxistin. Rojnameya kurdan a yekem ev rojnameya ye. Ji ber ku mijara me hew Tirkiyeye (heta sala 1990î) em di derbarê rojname û kovarên kurdan ên li deverên din derketine agahiyan nadin.

ROJNAMEYA GEŞEBÛN Û PIŞTGIRYA KURD (KÜRT TEAVÜN VE TERAKKİ GAZETESİ) (1908)

Piştî rojanameya Kurdistanê, rojnameya duyem ya ku bi kurdî weşanê dike ev rojnameya ye. Dezgeha weşana Komeleya Geşebûn û Piştgirya Kurd (KGPK) vê rojnameyê derdixe.  Di sala 1908an de li Stenbolê dest bi weşanê kir.  Xwedî, rêvebir û nivîskarê vê rojnameyê Tewfîqê Silêmanî (Pîremerd) bû. Sernivîskarê rojnameyê Ehmed Cemîlê Diyarbekirî bû.[1]  Di hejmara yekemînde ji bo nasnava (kunye) rojnameyê ev tişt hatine nivisîn.

  • Navbeynkar a weşandina ramanên komeleyê ye.
  • Avakirin: 1324 (1908)
  • Xwedî, rêvebir û nivîskarê wê: Tewfîqê Silêmanî (Pîremerd)
  • Sernivîskar: Ehmed Cemîlê Diyarbekirî
  • Bihayê wê tev postayê ji salekê re 80, şeş mehê wê bi 45 qurişa ye.
  • Hijmarek bi 1 quriş e.
  • Ji hemû kurdan re rûpelên me amadene
  • Nivîsen ku nehatin weşandin di paşde nayê şandin.
  • Reveberî: Navenda giştî ya geşebûn û piştgiriya kurd ya li weznecîlerê.[2]

Di vê rojnameyê de ji bilî kurmancî soranî jî hatiye bi kar anîn.[3] Zaravayê Soranî cara yekem vê rojnameyê bi kar aniye.[4]  Rojname hefte carekê derdiket.

Di hejmara yekemînde ev nivîsana hebûn:

  • Peşgotin (Mukaddime) M. Tewfîqê Silêmanî
  • …….
  • Kurd û Kurdîstan: Îsmeîl Heqqî Babanzade
  • Emeriqaya Osmanî û Dahatûya Bi Aram ya Eşîran: Ehmed Cemîlê Diyarbekirî
  • Leşkerî: Fethiyê Silêmanî
  • Kurd û Gernasiya wan: Bedriyê Meletî
  • Zimanê Me Kurdî: Seyyah Ehmed Şewkî
  • Ey Gelî Kurdan: Beddîuzzeman Molla Seîdê Kurdî
  • Kurdiya Baban: …….
  • Helbestên Kurdî: M. Tewfîqê Silêmanî
  • Tika kirina Pênûsvan û Zanayên kurd
  • Nûçe[5]

Hejmara yekemîn 8 rûpel bûn paşê hejmara rûpelan zêde bûn. Di rojnameyê de mijarên siyasî, olî, civakî, perverdehî, dîrokî û hvd. hebûn.

Weşana rojnameyê 9 mehan berdewam kir. Ji ber bûyera 31ê Adarê,  di sala 1909an de weşana vê rojnameyê bi dawî bû. Mixabin hinek xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin û ketin girtîgeha bi navê Bêşa Bekiroglû (Bekiroğlu Bölüğü).[6]

ROJNAMEYA ŞERQ Û KURDISTAN (ŞARK VE KURDİSTAN GAZETESİ) (1908)

Di sala 1908an li Stenbolê dest bi weşanê kir. Di heftekî de du caran derdiket û ji 4 pelan pêk dihat. Hemû nivîsên vê rojnameyê bi tîpên Erebî, Tirkî û Kurdî hatiye weşandin. Çend hejmar hatine derxistin nayê zanîn. Lê fetullah Kaya dibêje ku 5 hejmar derkertine.[7]

Kesên k udi vê rojnameyê de xebitîne ev in: Ehmed Şerîfê Hersekî, Bedriyê Meletiyê, Îsmailê Hersekî. Rêvebirê berpirsiyarê karên nivîsan Ehmed Şerîfê Hersekî. Sernivîskar jî Bedriyê Meletiyê bû.[8]

Di hejmara yekemînde ev nivîsana hebûn:

-Kurd û Kurdîstan: Bedriyê Meletiyê

– En Ku dixwazin Welêt Dabeş Bikin: Bedrî

-Encamên Qonferansê yên Gumanî: Îsmaîl Hersekî

-Kurd Cardin Hewcedarin: Beddîuzzeman Seîdê Kurdî[9]

-Parastina Gel: Elî Wesfî

-Bosna Hersek

– Bedihan Şark û Kurdistan

-Pêkutiyên Qatolîkên Bosna Hersekê Li Ser Misilmanan

-Li Bosna Hersekê

– Pirsgirêka Gîrîtê

– Parlamenterên Qosowayê.[10]

KURDISTAN (1908)

Ji hêla Sureyya Bedîrxan ve hatiye derxistin. Kêm zêde salekê weşana xwe berdewam kiriye û 13 Avrêl 1909an de hatiye girtin.

PEYMAN (1909)

Li pêy Meşrûtiyeta II. Ji aliyê Îttehat û Terakkiyê, li Diyarbekirê 15 Pûşper 1909an de hejmara yekemîn hate weşandin. Her hefte rojên duşemiyê derdiket. Xwediyê vê rojnameyê Mîrîkatîbzade Şükrî bû, Sernivîskarê wê, E. Bakî bû. Bi rastî ev rojnameya weke rojnameya kurdî nayê binavkirin. Di hejmara 12an de nivîsek kurdî di vê rojnameyê de hate nivîsandin. Rojnameyek ku ji hêla Osmaniyan ve dihate weşandin cara yekem cih dabû nivîseke kurdî ji ber vê sedemê ev rojnameya girîng tê xweyakirin.[11]

Ziya Gokalp di vê rojnameyê de bi nasnavên Vedat, Tevfîq Sedat, Mehmet Mehdî çend nivîs amadekirine. Ji bilî van tiştan Ziya Gokalp bi navê “Sûretî Nûtûq” nivîsek bi kurdî û Tirkî di vê rojnameyê de weşandiye. Rojnameya Peymanê 12 hejmar derketiye û 31 Tebax 1909an hejmara xwe ya dawîn derxistiye û hatiye girtin.[12]

AMÎDÎ SEWDA (1909)

Ji hêla Elî Emîrî ve hatiye derxistin. Xwediyê vê rojnameyê Mihemed Şukriyê Diyarbekiriye. Li ser berga wê ev tişt hatine nivîsnadin: Rojnameya zanistî, fennî, civakî, wêjeyî ye.[13] Ev rojameya li Amedê dihate çapkirin.

JÎN (1918)

Ev rojname di kewçêra 1918an de ji aliyê çend zanayên kurd li Stenbolê hate çapkirin. Di pêşiyê de kovar bû û dezgeha weşana Komeleya Peşveçûna Kurdistanê ( Kurdîstan Tealî Cemiyêtî) bû. Bi damezrandina Komeleya Rexistina Civakî ya Kurd ( Kürt Teşkîlati îçtîmaiye Cemiyêtî) ev rojnameya bû dezgeha weşana vê komeleyê. (Edî wek rojnameyê derket) Bi Kurdî û Tirkî tevahî 25 hejmarên wê derketin.

Heta hejmara 20an di serokatiya Hemzeyê Miksî de, 5 hejmarên dawiyê jî di serokatiya Memdûh Selîm Beg (Wanî) de derket. Di vê rojnameyêde helbestên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî hatin çapkirin. Ji bilî van kesan nivîs û helbestên Pîremerd, Xelîl Xeyalî, Evdurrahîm Rehmî, Evdila Cewdet, Kemal Fewzî, Hîlmiyê Swêregî, Ezîz Yamûlkî, Lawê Reşîd, Ihsan Nûrî, Kamûran Elî Bedirxan, Mistefa Şewkiyê Qadizade, Hizniyê Dersîmî, Minayê Cizîrî, Latîf Zaxoyiyê Qadîzade[14] hatine weşandin.

ÇAVKANÎ:

[1] Malmisanij, Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, Avesta Yayınları, Stockholm, 1998. r. 55.

[2] Malmisanij, b.n., r.56.

[3] Amir Hassanpour, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil, Avesta Yayınevi, İstanbul, 2005, r. 256.

[4] Kaya, b.n.,  r. 79.

[5] Malmisanij, b.n., r.57.

[6] Derya Deniz, Kürt Basını,  Mizgin Dergisi, j. 20, İstanbul,  r.21.( Vgz.: Fetullah Kaya)

[7] Şark ve Kurdistan Gazetesi Yayında (1908), http://www.kürdistantime.com/?p=80, 24.10.2007 (Vgz.: Fetullah Kaya)

[8]  Malmisanij û Mahmûd Levendi,  Li Kurdistana Bakur û Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1992), Öz-Ge Yayınları, Ankara, 1992, r. 24.

[9] Bediüzzeman Said Nursi, İçtimai Dersler, Zehra Yayıncılık, İstanbul, 2004, s. 507.

[10] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 26-27.

[11] Kaya, b.n., r. 88.

[12] Yücel, b.n., r.51-52.

[13] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 45.

[14] İbrahim S. Işık, A’dan Z’ye Kürtler, Nubihar Yayınları, İstanbul, 2013, r. 238.

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Şiroveyek

  1. Kêmanî tê de, hema we di ser Rojî Kurd a1913 re gav avêt

Leave a Reply to ZirakCancel reply