Çapa duduyan ya Gramera Kirdkî derket

Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qaydeyên zimanî yên Kirdkî (Zazakî) binasin û fêr bibin, çapa duduyan ya kitêba bi navê “Ji bo kurmancan bi awayê muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” derket.
Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke û 82 binbeşan pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê 16 metnên edebî yên kurt cih digirin û di rûpela li hember jî wergera wan a bi kurmancî heye. Dîsa, di beşa “Di Lêkeran de Rawe” de tabloyên ku têde hemî cihnav hatine bikaranîn û demên Kirdkî-Kurmancî hatine muqayesekirin hene.
Li dawîya kitêbê jî, ferhengokek ku têde qasî hezar heb lêkerên xwerû yên Kirdkî-Kurmancî û tabloya li hemî deman bikaranîna lêkerên xwerû heye. Di kitêbê de bêhtir ji muqayesekirina Kirdkî û Kurmanckî, esas bi alîkarîya muqayeseyê avanî, sîstem û qaydeyên gramera Kirdkî (Zazakî) bi tevahî ji bo kurmancan tê nasandin.

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply