Çand, Perwerdehî û Kurdolojî

Ev gotar ji sê beşan pêk tê:Çand, Perwerdehî û Kurdolojî.

Beşa 1.Çand

Di serê pêşî de divê bê gotin ku çand,nasnameya neteweyan e û netew, bi çanda xwe dibin netew. Çand;ziman, dirûvê jiyanê, raman û hesteyaran dihundirîne.

Çanda her netewî li dîroka wî dinêre û bi taybetiyên xwe, bo wî  netewî dibe taybetiyeke sereke. Çanda gelekî, ji taybetiyên wek hiş, raman,xebatên zanistî, pêdivî, bawerî,jiyana rojane û civakî ava dibe.

Çand heyberên maddî manewî ên civakê ne ku, ji paşerojê heta îro çêkiriye,çêbûye û kemiliye.

Çand di rêwîtiya dîrokê de, bidestxistinên teşeyên jiyanê ên maddî manewî derbirîn dike.

Çand, di heman demê de ji bo ku ev bidestxistin wenda nebin,wek veguhêzer û pireke di navbera paşeroj,îro û pêşerojê de ye. Çand,kesayet û civakan nêzî hev dike,di navbera wan de kelijandinê ava dike û wan dişibîne hev.

Çand, rasterast civakî ye û bi insanan têkildar e. Edet,tore û urf,kevneşop û hwd.rewşên çandê bandoreke xurt, rasterast li jiyana merivan dixe. Bi vê yekê jî em dikarin bibêjin ku kesayet û wargeh,çanda netewî ava dikin. Lewra wargeh û meriv, hîmê bingehîn ên çand û netewî ne.  Ji ber ku di çanda civakan de cihê wargehê gelek aşkere ye,ne pêwist e ku em li ser bisekinin.

Çand, bo şaristaniyê jî regezeke gelek girîng e. Ew netewên ku xwedî çandeke bihêz û rûniştîne,teqez di şaristaniyê de jî bihêz û pêşketî ne.Lewra çand,bo jiyanê her cure rêzikên rast-çewt, erênî-neyênî, sazûmankarî û hwd. dihundirîne.

Bi giştî çand,maddî manewî her cure heyberên civakê ye û bo her netewê çandeke netewî heye. Çanda çêkirî jî heye û çanda kevneşopî jî heye. Çand ne tişteke rawestî ye,bi demê re diguhêre,pêş dikeve.

‘’Çand, ji zanîn,bawerî,huner,exlaq û ji bo ku meriv di nav civakê dijî,ew behre û hînbûniyên ji civakê girtiye,pêk tê. Çand tevahiyeke têkilhev e.’’1

 

Beşa 2.Perwerdehî

Perwerdehî pêvajoyek e ku merivan ji her aliyî ve têdigihîne û dikemilîne. Perwerdehî,merivbûna merivan e. Perwerdehî, ava jiyanê û stûnê merivahiyê ye. Perwerdehî,di her cure têkiliyên jiyanê de cih digire û ji afirandina merivê yekem ve, di jiyanê de roleke behempa dilêze.

‘’Perwerdehî,pêvajoya guherîna kirinên merivan e.‘’(Tyler)2

Netewên kêmperwerdebuyî, tu carî nagihin asta medeniyeta hevdem û tu carî ji bindestiyê rizgar nabin. Ya xirabtir ev e ku,  ew gelên paşdemayî, ji koletiya nûjen ango ji zordariya zanistê û zanyaran jî dernakevin.

Vêga em ê li ser têkiliya çand û perwerdehiyê rawestin.

Perwerdehî û çand têkiliyeke gelek xurt nîşan dide. Veguhêziya çandê, bi navgîniya perwerdehiyê çêdibe. Perwerdeyeke baş,çanda wî gelî pir li pêş dixe. Berevajiyê vê,gelên kêmperwerde xwedî çandeke lawaz in. Li aliyê din perwerdehî jî, ji çanda civakî bandorê dixwe. Bo ku ew perwerdehî ji hêla gel ve bê pejirandin, divê şopên çanda wî gelî bihundirîne û ji heyberên wê çandê sûd wergire.

1Tylor, Edward Burnett, Primitive culture, London, 1871.

 2Tüzün, Muzeyyen, Dünya Bilgelerinden Özlü Sözler, Sis Yayınları, İstanbul,2008

Perwerdehiya her gelî û her deverî digore û divê bigore. Lewra çanda her gelî û deverî cihêreng e. Wek mînak: Çanda Kurdistan û Erebîstanê, ji bo ku ne wek hev e;pergal û rêbazên perwerdehiya wan jî digore. Em dikarin perwerdeye wek çandbûna qestî jî bipejirînin. Lewra di perwerdehiyê de her tişt bi pergalî û qestî tê fêrkirin.

Ew gelên çandbilind,di heman demê de bilindbûna perwerdeyê jî nîşan didin. Lewra xweşikbûn,rêberî,şaristanî û tecrûbeya çandî; rıh û dilê wan gelan gelek mezin û fireh dike. Ev yek jî bi xwezayî, serkeftin û pêşketina perwerdeyê bi xwe re tîne. Li hêla din perwerdehiyeke xurt, nûjen, pergalî, pêşketî jî çanda wî gelî zaf xurt dike û pêşve dibe.

Bi giştî çand û perwerdehî nasnameyê didin merivan,civakan û têkiliyeke pir xurt nîşan didin. Pêşketin û paşketina yekî,li ya din jî bandoreke xurt dike. 

Beşa 3.Bikaranîna Çand û Perwerdehiyê di Kurdolojiyê de 

Vêga jî em ê bên, li ser bikaranîna çand û perwerdehiyê di Kurdolojiyê de ku ew,wek hêlîna çand û perwerdehiyê ye. Kurdolojî warê kurd,kurdî û kurdbûnê ye,warê çanda gelê kurd e.

Gelo Kurdolojiyeke çawa,ê baştir be?

Di serî de divê bê gotin ku netew û civakên ku dixwazin bi pêş bikevin;divê xwe,civaka xwe,pergala perwerdehiya xwe li gorî demê û daxwazên demê nûjen û hevçerx bikin. Ev yek nayê wê wateyê ku, dev ji her tiştê xwe berdin û ji her aliyî ve bibin wek netewên peşketî. Tenê dê xwe, civaka xwe û saziyên xwe nûjen û amade bikin. Wek Japonan.

Ji bo çandeke zexm û perwerdehiyeke nûjen,divê perwerdekar û rayedar; insanên xwe nas bikin,fêm bikin,behreyên wan,hest û daxwazên wan baş hîn bibin û rê û rêbazên perwerdehiyê li gorî wan saz bikin.

Divê teqez gengeşî nebe û bi awayekî lez û bez,pergala jiberker bê berdan û careke din nekeve hêlînên perwerdehiyê. Vê pergalê mala me,mala rojhilata navîn û mala hemû netewên paşketî xera kiriye. Ev pergal divê teqez bê rakirin û di şûna wê de pergaleke ku ji pratîk, analîz,sentez, berawirdkar, ramankar û kritîkê pêk tê,bê pejirandin. Pergala jiberker mejî,hiş,dil û ramanan dikuje û rêya pêşketinê digre.

Bernameyên perwerdehî ên gelên paşketî gelek tîr û tije ne. Ango ew gel dixwazin ku, bi vî awayî paşketina xwe zû ji holê rabikin. Lê belê, ev jî berevajî encam dide. Xwendekar li ber wê mufredata tîr û tije bêçare dimîne,berê xwe dide jiberê û kopyeyê. Ji ber vê yekê, divê bername hindik be,lê bila hiş û ramanên xwendekar têr bike, pêşve bibe, xwendekar netirsîne,aciz neke,rê ji analiz û pratîkê re veke û ya gelek girîng jî, rê ji zanistên nû û zanistên pêşerojê re veke.

Zanînên vêga tên fêrkirin,dibe ku di pêşerojê de feyde nede. Ji ber vê yekê jî, divê pergala perwerdehiya vêga ji zanîn,dîtin,xebat û lêkolînên pêşerojê re rê veke û bibe navgîn. Ku perwerdehî ji pêwistiyên jiyana rojane û pratîk re bersivan nede,cazîbeya xwe wenda dike û xwendekar ji xwe dûr dike. Ev,pirsgirêka gelên paşketî ya herî mezin e.

 ‘’Li welatên pêşketî,bersiva pirsa’’divê mamoste çawa be? Wisa ye: Lêpirsîner,yê dide pirsîn,ramanker,gengeşîker,rêberîker û yê hînbûnê hîn dike’’ye.3

Azadî li her derî pêwist e. Li vir jî ango di perwerdehiyê de jî, azadî gelek girîng e. Ango divê di navbera mamoste-mamoste û mamoste-xwendekaran de azadiyeke zanistî û zanyarî hebe.

3Baki,Adnan*Ülkemizde Alan Öğretmeni Eğitimi Nasıl Olmalı,2013.*

*Ev xebat gotar e, ne pirtûk e. *Adnan Baki (Serokê Komeleya Matematîkê)

Xwendekar û mamoste ji aliyê perwerdehî û rexneyê ve divê bêhnfireh û vekirî bin,kêmasî û zêdehiyên xwe, divê bi dilekî rehet ji hev re bibêjin. Ev yek, bo pêşketinê pir girîng e.

ENCAM

‘’Encama tunebûna çandê,her tim wekhev e:şaristaniyeke reben û daketineke hema hema.’’(M.Gandhi)4

Tê dîtin ku çand,bi tena serê xwe jî gelek girîng e û hebûna netewe û şaristaniyê îfade dike. Lê aşkereye ku bê perwerdehî çand nakemile û pêşve naçe. Jixwe li ku derê qiseta çandê were kirin,teqez qiseta perwerdehiyê jî pê re tê kirin. Em dikarin bibêjin ku çand û perwerdehî bêhev nikarin li ser piyan bimînin û bikemilin.

Ew gelên ku di çand û perwerdehiyê de pêşve neçûne û çand û perwerdehiya xwe nexistine pergalê;di aborî,teknolojî û pîşesaziyê de jî pêşve naçin û di dinyaya medenî de jî cihê xwe nagrin.

Nivîskar: Mehmet Emin Misircî

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêbazên Pêşxistina Xwendekaran

Perwerdeya ku li dibistan û di nava malbatê de tê dayîn, du rewşên ku pir …

Leave a Reply