Salvegera Damezirandina Çandnameyê

Pêşî bi çîroka destpêkê em dest pê bikin.

***

8 sal berê bû hevalê Firat got; “Ez dixwazim xizmetê bidim vî zimanî lê bi tena serê xwe nikarim. Divê tu alîkariyê bide min.”

Ridwan got: “Ez li kesên xwedî dil û hiş digerim ku em bi hev re xizmetê bikin ger tu ji xwe bawer be kerem bike em dest pê bikin”

Firat got: “Temam”

Ridwan got: Bîsmîllah

Pîşt re Xalê Paşa A. got: “Jixwe ez xebatekê wisa digerim”

***

Pîştî van gotinan çend roj derbasbûn û bi navê candname.com malperek hate damezirandin.

Çandname Dest Bi weşana Xwe Kir
Gelî dost û hevalan ji îro pê ve malpera candname.comê bi nîvîsên xwe yên curbicur dest bi weşanê kir. Ji çand û kelepora kurdan bigirin heta meseleyên teknolojîk wê di xizmeta we de be…”

8 sal berê bi vê nivîsê me dest bi weşana xwe kiribû. Nivîsek kurt bû lê hêviyên me mezin bûn. Wê rojê bi nivîsekê me dest pê kir, îro di malpera me de zêdeyî 4 hezaran nivîs hatine weşandin. Gelek nivîs cara pêşî di vir de hatin weşandin. Gelek dost û hevalên me çêbûn. Em bi neyînî jî bi erênî jî hatin rexnekirin. Hin kesan nifir li me kirin û xizmeta me neecibandin û hin kesan jî şabaşê xwe pêşkeşî me kirin û gotin ev xizmeta we pir bi qîmet e.

Di nav demajoya van 8 salan de wek xwebatkar û rêvebirên Çandnameyê gelek tişt hatin serê me. Em yek bi yek qala wan serpehatiyan nakin da ku hûn aciz nebin lê bizanin ji bo em vê xizmetê bidin domandin me ji gelek tiştan fedakarî kiriye. Her çi hat serê me jî me got divê ev xizmet deneme bonusu veren siteler casino siteleri bidome. Hin caran malpera me lawaz bû ji ber pirsgirêkan hin caran jî xurt bû bi piştgiriya we.

Wek gelek xizmetên kurdî ev xizmet jî bi dildarî û fedakarî tê kirin. Hin kesan bi nivîsên xwe, hin kesan jî bi edîtoriyê ked dan malpera me û hiştîn em bigihin îro.

Niha em 8 salan li pey xwe dihêlin û em dizanin bi van hemû kirinên xwe di 8 salan de me hindik tişt kirine. Di vê sedsalê de di demên kurt de divê gavên mezin bên avetin, mixabin em çalepkî dimeşin. Helbet sebebên wê cihê cihê ne. Sedemên kesadiya bazara zimanê kurdî, aborî, bêdewletî, sîyasî, şaxsî û hwd. mixabin nahêlin em gavên berbiçav bavêjin.

Lê li hember hemû neyîniyan em bawerin ku xizmeta herî baş ew e ku dest jê neyê berdan û hindik bê jî bi dewamî bê kirin. Jixwe em jî mecbur in wilo tevbigerin çimkî kar û barên dabarê, mezinkirina zarokan, xizmeta malê û hwd. mixabin nahêlin em mesaîyeke tam bidin vî karî.

***

Gelî dost, heval, hezkir û şopînerên me em ji we rica dikin li hember hemû neyîniyan dev ji me bernedin daku bi sînerjîya we em jî dev ji vê xebatê neberdin. Ji bîr nekin em hêza xwe ji we distînin. Me gelek xebatên ku berê kirin ji ber kesadiya bazara zimanê kurdî di nîvî de hiştin. Niha ked û xebatek wilo bi salan têgihiştiye astekê heye. Em ji we rica dikin hem bi beşdarbûn, hem bi şopandin hem jî bi parvekirinê arikariyên xwe ji me kêm nekin.

***

Em dizanin her gav û guhertin bi jan e. Li cem pîrozbahiyan bi rexne û gazincan em meşiyan. Lê dise çi ji destên me hat me kir. Wek e-kovara Çandnameyê me kovarek derxist lê ji ber pirsgirêkên ku me li jor bi lêv kirin hê em bi periyodeke rêk û pêk nikarin derxin lê meraq nekin wê jimarên pêşerojê hem dagirîttir hem xweştir hem xweşiktir  hem jî bi periyod wê bên weşandin, bi hêviya gelek jimarên din.

***

Me nivîs û îstatîstikên malperê di ber çavan re derbas kirin. Hezrê 600 nivîsên tirkî me weşandine yên din hemû bi kurdî ne. Me dîse dît ku nivîsên herî zêde hatine xwendin mixabin nivîsên ku bi Tirkî hatine nivîsîn in. Lê ji aliyek din kêfa me tê ku ew nivîs dîsa li ser hînbûna zimanê kurdî ne. Li ser vê rewşe me biryar da ku nivîsên tirkî ne wek binbeşeke malperê, wek binmalpereke Çandnameyê biweşînin. Li ser vê me xebatek meşand û “Çandname Türkçe” amadekir.  Em dîsa dizanin ji ber vê biryara me we pir rexneyên neyînî bên ser me, lê dîsa ser seran ser çavan.

***

Ji aliyek din em dixwazin wî barê giran bi dildarên Çandnameyê re parvebikin. Kêm zêde we rê û rêbaza çandnameyê dîtiye. Li gorî van rêbazan kesên ku bi dildarî bixwazê xizmetê bide malpera Çandnameyê em li benda wan in. Kerem bikin pîştgiriyê bidin me. Ne bi pereyan lê bi ked û xîretê em li benda we ne.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Koma Çandnameyê

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply