Çanda Miriyan

Ez xwediyê miriyan im. Ez wan dikirim û difiroşim, hayê wan jê nîne.

Ez mîratxûrê mirîyan im. Çi entîqê ji wan mabe, ez difroşim. Nanê me jê derdikeve. Ez wateya hebûna xwe tê de dibînim. Erdê wan ji min re dimîne, mal û milkê wan ji min re maye. Ez derewînê miriyan im. Min tecrûbe û dîroka wan ji xwe re kiriye kar. Ez tahma jiyana xwe tê de dibînim. Destxet û kitêbên ku ji min re mane, nadim bi malê dinyayê tevdî. Ez hineka diweşînim, tîpê hineka diguherînim, hineka jî wedigerînim. Çavê min zahf dibetilin; lê divê mirov li mîrata bav û kalan xwedî derkeve. Ez hin berheman dikim filîm, hineka dikim şano. Naveroka hin berheman ji min re dibe roman. Helbest, di derheqê hestên minî hezar salî de ne. Ev çîroka me tevda ye.

Di vê çandê de heta tu nemirî, tu bi qîmet nabî. Ku helbestvan dimire bi qîmet dibe. Kitêbên nivîskarên mirî, bêtir tên firotin. Em wisa dixwazin mirî bêtir bijin.

Ez lêkolînerê miriyan im. Li gorîstanê navnetewî li binyata xwe digerim. Herdem li cûreyên xakê rast têm. Paşeroj xak, pêşeroj xak ku ne ev rih ba… ez zarokê miriyan im. Mirî bêtir li bal hev in, bêtir li hev dikin. Gorîstan, keskesora welatiyên curbecur e; lê zindî hev tehemul nakin. Em û mirî mirovê hev in. Ez her êvara înê serekî li wan dixim, roja erefê dibim mêvanê wan, sibeha eydê, berî herkesî ez diçim cejna wan pîroz dikim. Zindî tenê ne, mirî mervantir in.

Mirî çavên min in. Wan ji min xweşiktir didît.  Ku hinek dibêjin “Berhemên dîrokî” Xweşiktî û lihevatî tê bîra min. Ne ji mizgeft, xan, medrese, bedesten û çeşmeyên wan ba min tahm ji nerîna dîrokê  nedistend. Em avahiyên miriyan, nadin bi yê zindiyan. Firaqên berhemên dîrokî di cî de, avahîyên wan tebût, dirûvên wan bedew in. Ew bi xwe, bi pereyan nayên kirîn; lewra weke yê zindiyan ne ji bo pereyan hatine çêkirin.

Ez parêzgerê miriyan im. Ez mafên miriyan diparêzim. Miriyên ku di paşerojê de neheqî kiribin, ez wan mahkûm dikim. Di dadgeh û meclîsan de ez dikim ku wekîlên zindiyan li ser wan biryaran bidin. Heke neheqî li wan bûbe ez rûmeta wan, bi rengekî fermî didime wan. Heke ku wan neheqî kiribin, ez wan şermezar dikim û bi awayekî demokratîk wan mahkûm dikim. Ji bo ku zindî şad bibin, ez tola miriyan ji hev distînim. Ji bo ku bêhna zindiyan fireh bibe, ez heyfa zindiyan, ji miriyan distînim. Lewra hin jê di nav hev de xwînî bûne. Nevîçirkê hin miriyan, zindî ne. Ez her çiqasî parezgerê miriyan bim jî zindî pereyan didin min. Ez dikarim tola miriyan ji zindiyan bistînim; lê kesî ku pereyan bide nîne. Ji xwe em henekê xwe bi zindiyan dikin, ev heyf besî mirîyan e. Em aboriya xwe bi vî awayî dikin. Ku ne ji miriyan be heyat ji me re nîne.

Ez serokê miriyan im. Rehm û bereketa ku di wan de di ti karî de nîne. Hingî zahf in, kî wan bide dûv xwe ti kes nikare zora wan bibe. Ez fatîhê li wan dixwînim, yasînê li wan dixwînim. Bi Qurana pîroz şîreta li wan dikim. Ez Quranê fêm nakim, wê çawa ew fêm bikin! Deng nayê min wê çawa biçe wan? Ez pesnê xwe bi wan didim. Mirî cemaata min e. Em bi serê hev sûnd dixwin. Hingî çand û hunera miriyan di nav me de zindî ye; ez carna difikirim, dibe ku ew pêşengê min bin. Lewra ez bi dûv wan de diçim. Di tengasîyekê de ez xwe davêjim wan. Ku zarok çênebin ez dehîyekê ser rihê wan şerjê dikim. Rihê wan bi me re dije. Bi xêra wan rih tê me. Çanda li ser miriyan, me zindî dike. Ew rêberê me ne; lewra di nav zindiyan de kesekî ku serokatiyê ji me re bike nîne. Bi xêra miriyan, me fêm kir ku yên mirî em in!

Xêr li miriyan dibe, zindî ji qenciyê fêm nakin. Ez xwarna wan derdixim, şîva wan çêdikim, mewlûda wan didim. Zindî bi xêra miriyan têr dixwin!

Ez hezkerê miriyan im. Ez ji wan hez dikim ne ji xwe. Evînên miriyan bêtir dibin mînak. Dengbêj û qesîdebêj, şer û destanên wan distirên. Ku em helbesta dinivîsin, ji bo şibandina me bihêz be em hewceyî evînên miriyan in. Çi di dilê min de be, ez li wan bar dikim. Çi tiştê ku ez nikarim bibêjim, dixim stûyê wan; lewra ew napeyivin. Evîna wanî mînak, ji min re formeke klasîk in. Bi xêra wan ez dibim xwediyê berhemên edebî. Bi xêra wan ez dibim xwedî asalet.

Ez êsîrê miriyan im. Hemû xwediyên teorî û ekolan mirî ne. Hemû pêşengê deweyên giring  di gorê de ne; lê hişmendiya wan di jiyana me de dije. Miçtehît mirî ne; em girtiyê şîroveyê wan in. Bergeha me li gorî berçavkên wan e. Ti kes ji tirsa zindiyan, newêre rexneyekê li zanistên mirî bike. Niza ne ew di gorê de ne nizane em.

Ez nexweşê mirîyan im. Birînên şerê paşerojê hê jî rehet nebûne. Kula me ku dîrok bi derewan hatiye nivîsandin. Em êşa bêbextiya wan dikşînin. Keserê ku ji dilê me tên li ser mirina wan e. Ew lehengê me ne, mînakên me. Ji bo kuştina wan em dikarin zincîra li xwe bixin. Êş û derdê ku wan kişandine dibin êş û derdên me jî. Jana li ser wan wateyê dide jiyana me. Lê barê gorîstanê giran e. Min xwest ku ez bi hebên jibîrkirinê, bi derziyê êşkûjê vî hişî pûç bikim. Lê ez dêhn bûm, min fêm kir ku berî dermanan ez ne nexweşbûm. Roja ku ez bê derd mam, ez mirim.

Zindî hevdu ditemirînin. Bi fîşek û teqînan şiyar nabin. Bimbe hew bandorê li wan dikin. Çanda kuştinê, heqî kuşt; rastî vemirand. Ti kes nizane bê kî sax e kî mirî ye. Zindî, di razana xapandinê de ne, di xewa bitiryê de, xewna tiraliyê dibînin. Di mirêka jiyanê de herkes xwe nabîne; lê herkes xwe di gorê de dibîne.

Ez xwediyê miriyan im, xwediyê dawê; lê mixabin mirî min nasnakin !

Zîwer Îlhan
Nisêbîn

Nîşe: Ev Nivîs di jimara yekem ya Kovara Çandnameyê de hatiye weşandin…

Derbar Rêvebir

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply