Çand û Kesayetî

Gava mirov dev ji zimanê xwe berdide û dibe hezkerê zimanek din, bi ziman re çanda mirovan jî winda dibe. Îcar çanda ku mirov pê re mezin bûye, li ber çavê wan jî reş û kirêt dibe. Êdî mirov dibe hezkerê çandek din. Mirov ji çanda xwe ê resen hewqasî dûr dikeve, ji xwarnê bigre, şano, sînema, fodbol, cil û berg û her weki din her tişt li ber çavê wan reş û kirêt dibe. Her diçe reşbûn û kirêtî dibe beşek jîyana mirovan û pê re hewqasî kesayetîya mirovan jî reş û kirêt dibe.

Mirovên ku ji çanda xwe dûr dikeve, ne tenê ji çanda xwe, herwiha ji kesayetîya xwe û hebûna xwe jî dûr dikeve. Her çiqasî nîşan didin ku gelek bextewar in, lê mirovên weha, di binehişîya xwe de, ji xwe nefret dikin. Ji ber wê ye, divê mirov eslê xwe înkar meke.

Sultan Arslan / 03.09.2016

felsefevan.org

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply