Jiyana Tahir Elci dibe fîlm

Jiyana parêzerê navdar ê kurd û Seroka Baroya Amedê Tahir Elçi ku par di pevçûneke navbera polîsê Tirk û çekdarên nenas de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatî kuştin dibe belgefîlm.

Belgefîlm ku ji aliyê du rojnamegerên jin ve tê kişandin dê derheqê jiyana û malbata Elçi û kurdayetiya wî gelek agahî bide.

Tahir Elçî 28ê mijdara 2015an de navçeya Sûr a navendî ya bajarê Amedê, piştî daxuyaniyeke çapemeniyê liser rewşa avahiyên dîrokî ku di şer de zirar dibînin da, di pevçûneke li wê derê ya navbera polîsê Tirk û çekdarên nenas de hatibû kuştin.

Derhênera belgefîlmê Elçi, Rabia Çetin derbarê projeya xwe de ji Rûdawê re got: “Herkes dizane ku Tahir Elçi hiqûqnasekî gelekî baş bû. Lê ji bilî wê Tahir Elçi herwiha heval, dost, hevjîn, bav û kurdekî gelekî baş bû. Me jî dil heye ku em aliyê wî yê însanî vebêjin. Em ê di fîlmê xwe de bêhtir ne Tahir Elçiyê li dadgehan lê Tahir Elçiyê di nava jiyanê de bibînin.”

Di wî belgefîlmî de pêvajoya kuştina Elçi ji destpêkê heta dawiyê dê kêlî bi kêlî were pêşberî bîneran.

Li aliyê din girîngiya Tahir Elçi di warên civakî, siyasî û hiqûqî de jî dê di fîlmî de bê pêşkêşkirin.

Derhênera din a flîmî Sinem Babul got: “Armanca me ew e ku her kes zanibe ka me kesekî çawa winda kirirye. Belgefîm ji du beşan pêk tê û em ê di beşekî de jiyana wî nîşan bidin û di beşê din de nêrîna xelkê liser Elçi. Tahîr Elçî li herêmê [Bakurê Kurdistanê] weke deriyê pêvajoya çareseriyê dihate qebûlkirin û tê bawerkirin ku bi mirina wî ew derî hatiye girtin.”

Hevjîna Elçi, Turkan Elçi, zarok, heval û nasên wî di belgefîlmê de cîh digirin û banga dadweriyê dikin.

Tê pêşbînîkirin fîlm di nava çend mehan de bê temamkirin û roja yekem salvegera kuştina wî bê nîşandan.

Derhênerên fîlmî bi temamî bi derfetên xwe dikêşin û dixwazin piştî belgefîlm pirtûkekê jî li ser jiyana Elçî bidin çapkirin.

Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply