Çand û Huner ‘Çîroka Wenda’ derbasî fînalê bû

Belgefîlma derhênerê genc Mehmet Ûlûç “Çîroka Wenda”, di Festîvala Fîlman Indiewiseê derbasî qonaxa fînalê bû.

 

Festîvala Fîlman a Indiewiseê bi rêya nîgaşî tê çêkirin ku bi sedan fîlm beşdarî wê dibin û belgefîlma kurdî ‘Çîroka Wenda’ jî karî navê xwe li fînalê binivîse.

 

Herwiha, ‘Çîroka Wenda’ hêj li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derneketiye pêş temaşevanan, lê li welatên Amerîka û Asyayê beşdarî çend festîvalên fîlmên navneteweyî bû û li ‘Culture Unplugged’ê derbasî fînalê bû.

Belgefîlm, piştî festîvalên navneteweyî dê li Îzmîr û Enqererê were pêşandan.

Çîroka veqetîn û lêgerînê

Di belgefîlmê de behsa jev veqetîna 2 birayên ermenî, Boxûz û Xelîl, dike ku piştî bûyerên 1915ê careke din hevdin nabînin. Xelîl, berê xwe dide gundê Meşqoqa Simêlaya Mêrdînê ve û li wê derê dibe musliman. Ew li birayê xwe yê wenda Boxûz digere lê wî nabîne. Lêgerîna wî ji aliyê zarok û newiyên wî ve berdewam dike.

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply