Çand û Adar -Di Gotinên Pêşiyan de Adar-

Adar berf hat bi qulat, heta serî hat, bin hilat: Meha adarê, ji ber ku destpêka biharê yê rewşa hewayê guherbar e. Carna dişibe zivistanê carna dişibe havînê. Dibe ku li adarê gelek berf jî bibare; lê ji bin ve zûka dihele û namîne.

Bûyerên ku ne di dema xwe de dibin çiqas mezin bin jî pir dewam nakin û bi dawî dibin.

Adar bi duman, nîsan bi baran, gulan bi ba, mala cotkar bû ava: Eger ku hewa li gorî demsalê derbas bibe wê cotkar pir kêfê bikin. Debr û dahata ku ji mêwe, sebze, genim, ceh an berên din tên; li gorî rewşa hewayê tê guhertin. Baran, ba an jî serma ku di dema xwe de be dike ku debra beran zahf bibe. Ji bo serkeftinê pêwist e ku her tişt di dema xwe de pêk bê.

Adar ne bihar e, xox ne dar e, keç jî ne war e: Ev gotina pêşiyan, li ser tiştên demborî û xapînok saz bûye. Adar meha yekemin ya biharê ye lê ji ber ku hewaya wê geh sar e geh tavikî ye ewleyî pê nabe. Dara xoxê, ji ber ku 9-10 salan tene ber dide temenê wê hindik e. Keç jî ji ber ku mêran dikin û ji mala bavê xwe derdikevin, weke tiştekî mayînde nayên dîtin. Pêwist e mirov xwe bispêre tiştên mayînde û rast. Tiştên demborî dibe ku mirov bi wan bê xapandin.

-Adar e meşk li dar e, ne li vir, li beriya Sîngor e.

-Adar e meşk li dar e, ne li vir, li çiyayê Şîngale: Ev, gotineke demsalî ye. Ku adar tê, baran dibare, gîha çêdibe ajal jî têra xwe dixwin. Îcar şîr, mast û dew pir dibe. Ku dew di meşke de tê keyandin nivişk çêdibe. Lê demsal li her derê ne weke hev e. Li deverna zû tê li deverna dereng tê. Ji ber vî hawî, di vê gotinê de bêrîkirina adarê heye. Lewra dibêje “ne li vir li beriya Şîngalê”.

Li dinyayê jiyana her derê ne weke hev e. Pêşketin an guhertin beriya deverna li cihin din dest pê dike.
Adar e meşk li dar e, milyaket hate xwar e, pê ve girt giyayê bihar e: Gotineke demsalî ye. Ku adar tê, him bi him seqem dişike, pereng dikeve, dinya hêdî hêdî germ dibe û gîha şîn dibe. Meşk ji bo nivişkê bi darê ve tê daliqandin û nişana hatina adarê ye. Di vê gotinê de bereketa ku ji ezmanan dibare weke ku milyaketek tê xwarê hatiye sêwirandin. Li gorî vê hişmendiyê, kengî dema pêşketin û guhertina deverekê tê, vîna îlahî tevdigere.

Adar e mast li mala kevaniyan kubar e: Ji ber ku adar li hemû deveran di heman deme de nayê jiyîn, bereketa wê mehê jî li hemû deveran ne weke hev e. Li herêmên sar û biberf bihar derengtir tê. Loma şîr û mastê wan jî kêm e. Mastê kîjan malê hebe ew kevanî kubar tê dîtin. Tiştek ku li deverekê kêm be û ew tişt li kîjan malê hebe, xwediyê malê hêja ye.

Adar, ga û çêlekê ji hev diqetîne : Piştî gon xwarina çêlekan êdî ne hewciye ga û çelek pevre bimînin. Li adarê ajal dizên û çêlîkê wan çêdibin. Pêre şîrê çêlekan çêdibe. Xirûpişa di navbera mê û nêran de pêwist e hew hebe da ku dîsa gon nexwin.

Her tişt û tevgerekê demeke wê heye. Pêwistiya tişna an veqetandin û cihêbûna tişna bi demê ve girêdayî ye.

-Adar e, dew li dar e, şivanî xwemal e, kebanî bi kar û bar e.

-Adar e dew li dar e, kofiya kewaniyê xwar e: Di jiyana koçberiyê an jî gundîtiyê de xwedîkirina ajalan di navenda jiyanê de ye. Ku adar tê şînkayî çêdibe û gelek ajal jî dibin xwedî çêlîk. Ku ajal dizên şîr, mast û dew pir dibe. Bi hatina adarê şivan bêtir kar dikin, kevanî bêtir dixebitin. Dewê di meşkê de nîşana hatina adarê ye. Çêkirina nivişkê kedekê dixwaze û mirov pê dibetilin. Di vê gotinê de ev rewş bi xwarbûna kofiya kewaniyê hatiye sêwirandin. Di jiyanê de rewş û rojin hene ku mirov pê dibetile.

-Adarê berf giha guliyê darê, nema danê êvarê.

-Adarê berf giha guliyê darê; lê nebû bêhnika êvarê: Meha adarê, guherbarî û bêbiryariyê temsîl dike. Dibe ku carna berf jî lê bibare; lê ev rewş guherbar e û zû tê guhertin. Ji ber ku ne zivistan e, berfa adarê jî nagihê êvarê û zû dihele.

Di serdemnan de ku bûyerên ne di rojevê de bibin jî, ew demborî ne û zû derbas dibin.

Adarê av dimiçiqe, gulanê av di rê de diçe: Mehên biharê hemû ne weke hev in. Adar û gulan jî ne weke hev in. Li deverna adarê av kêm e û gulanê jî hingî baran pir dibare an jî bi helandina berfê av pir dibe û lehî jî çêdibin. Di vê gotinê de îklîma welatê kurdan derdikeve holê.

Dem an serdemên jiyanê ji hev cûda ne. Di demen cûda yên di serdemekê de dibe ku rewş bi temamî li dijî hev bin.

Adarê penîr, nîsanê dew: Li adarê şîr pir dibe. Ji ber vê yekê çêkirina penîr jî zahf e. Tama penîrê taze (ne yê ter) bi mirovan xweş tê. Ji şîr ne tenê penîr; lê belê mast û şîr jî tê çêkirin. Mirov herdem tiştekî naxwe. Nîsanê jî ku dinya piçekî din germ bû wê tama dew jî xweş bibe. Tama her tiştî de dema xwe de xweş e.

-Adarê kîroşk sibeha xwîn dimîzin, nîvro xwe davêjin ber siya darê.

-Adarê sibeha sar e, êvaran se xwe davêje ber siya darê.

-Adarê seg kete bin siya darê.

Serboriyên berî me dibêjin ku rojên adarê bêbiryar in û di nava rojê de rewşa hewayê guherbar e. Adar her çiqasî destpêka biharî be jî, serma ji bînî de qut nabe. Serê sibehan tavik germ nake û carna jî ewr e. Ku tava adarê derdikeve jî pir germ dike. Êvaran siya darekê dibe sitargeha ajalan.

Di jiyanê de her roj û di her rojê de jî her dem ne weke hev e. Mirov li gorî rewşê tevgerê dike.

Adarê serê darê xweştir e ji binê darê: Adar meheke guherbar e. Tavika wê jî heye serma wê jî; lê hîna erd bi temamî nesinciriye. Ji ber vê yeke jî cihê tavik bêtir germ e.Bandora serdemekê, li hemû deveran ne weke hev e. Di serdemekê de hin dever ji devernan xweştir in.

Adarê şev û roj tên qedarê: Zivistanê şev dirêj in; lê ku mirov dikeve adarê roj bi roj şev kin dibin û roj dirêj dibin. Dirêjiya şev û rojan di 21ê adarê de dibe weke hev. Di adarê de kêlîke kêm yek zede dirêjiya şev û rojan nêzîkî hev e.

Di serdemnan de rewşa mirovan nêzîkî hev e an jî dişibe hev.

Adarê agir xweştir e ji savarê: Hin rojên adarê hê jî sar in. Di rojên sar de beriya xwarinê pêwist e mirov xwe germ bike. Ji ber vê yeke jî di vê gotinê de agir li ser savarê re hatiye dîtin.

Di jiyanê de her çiqasî tiştek xweş û baş hebe jî mirov pêşî bi çi hewce be, wê dike.

Adarê got çile : “Derê derve li min temaşe bike.” : Çile, çil rojên zivistanê yên herî sar in. Adar, destpêka biharî ye û adarê serma dişkê. Di vê gotinê de adar peyiviye û di wateya ku serma çileyê derbasî wê nebe gotiye, li derve li min temaşe bike ango nekeve hundir. Ev tê wê wateyê ku adar ji çile germtir e.

Adar weke jina bî ye, geh dikene geh digirî: Ji bilî bereketa wê, meha adarê ji aliye hewanasiyê ve bêbiryar e. Carina baran e carna bahoz e. Sibehê ewr e, te nêrî piştî nîvro tav derket. Rojna sar e rojna germ e. Di vê gotinê de ev taybetiya guherbar şibandine jina bî. Psîqolojiya jinebiyê jî tê guhertin. Li ber rojên paşerojê dikeve û ji bo mirina mêrê xwe digirî; lê jiyan dewam dike herdem heman hal çênabe, carna jî dikene.

Demsal, roj an jî hewayên guherbar weke psîqolojiya hevnegirtî û demdemî ye.

Zîwer Îlhan

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply