Canan – (Çîrok)

Canan di her kolanê, di her kuçê û her derê de ye. Fikrên min tevê hev, hest û hîsên min bela wela… Her tişt mijekê de ye, her tişt sîhekê de ye, her tişt tariyê de ye; tu tiştek ne xwerû ye. Lê ez yeqînim min duhê, şev Canan ber Pera Palace yê dît, min ew şopand. Hevrazî kuçeya Orhan Adlî Apaydin bû, min nefesa xwe girtibû û li pey bûm. Ser wê parqekî reş hebû, egalek avêtibû stûyê xwe. Berfeke pûk nebû ya dibarî, hinekî şilopeyî bû. Ba dihat û sar bû, ez bi heyecana xwe ve germ dibûm. Canan derkete kolana Îstîqlalê, çi qas hewa sar bû jî dîsa jî Îstîqlal qelebalix bû. Ji bo wê wenda nekim min du gav nava me de hiştibû. Gulpe gulpa qelbê min bû, min piştî heft salan ditîbû. Hevî û fikrên min ser Cananê ve bibûn. Dotmam, bûka bavê min, kewaniya mala min. Hebûna min, vateya hebûna min, sedema her tiştî. Qet êdî min wê berdida?

Lê qaydê min digot neçû, polêsan ez kaşî qeraxê kolanê kirin, ê poz pelişî bi Tirkî got ‘‘Tu çima xanimefendiyê dişopînî?’’ Min jî bi Tirkî bersivand ‘‘Memûr beg, ez wê nas dikim, ew qîzapa min e. ez kesê nenas naşopînim.’’

‘‘ Ka, nasnama xwe bide min, pêşiyê em te nas bikin.’’

Min nasname cêva/berik qaputê xwe ya hundir derxist, da destê poz pelişî. Wî hinekî dêhna xwe da nasnamê û TC’a min bi yê porzer re got, porzer jî telefonê ve digote yekî dinê. Paşê her du jî hişbûn, hêviya encama min a GBT sekinîn. Min çavên xwe li Cananê gerand, nedixuya, wenda bibû. Min got qey wê demê mala min xirab bû, dinya ser serê min de hilweşiya! Min got êdî heta heta Cananê nabînim, di hundirê xwe de min ev hîsa kûre kûr ferq kir.

 Polêsê porzer got: ‘‘Berde, bila here.’’ Pozqelişî serê xwe hejand û got: ‘‘Careke dinê nekeve destê min, ez ê te bişewitînim, bicehnime!’’

‘‘Temam, temam abê.’’

‘‘De lêxe here.’’

 Min serê xwe xiste nava berstûka qapûtê xwe û meşiyam. Ji tirsa polêsan ez aliyê Tunelê ve çûm. Ez gav bi gav ji Cananê dûr diketim. Ez hêrs û metelbûm. Berf dibarî, di kêleka kolanê de çend hev ciwan bi Kurdî stran digotin. Hinek meriv komî dora wan bibûn. Min berê xwe da aliyê wan. Keçek û sê xort; tembûr, def, deng… Keçikê egalek avitêbû stûyê xwe û parqekî reş; Canan, stran digot.

Min rind dêna xwe dayê, dîqqet kir. Vê carê hewcebû ku ez xwe bigrim. Canan û xortê qemer li hev dihatin, xweş distirîn. Hêrsa min hat, qîzapa min divê viha nekira. Lê çi bêjim, bi dil digotin û cîger disotin.

 Stran qediya, ez çûme rex wan a rûniştim. Qemero, got: ‘‘Heval tu bixêr hatî, tu xelkê ku derê yî?’’ Hişê min, çavên min li Cananê bûn. Xortê kêleka min jî: ‘‘Serçava re hatî kekê.’’

‘‘Sipas dikim, Xwedê ji we razî be’’

‘‘Tu jî dixwazî bi me re hevalti bikî?’’

‘‘Canan ji kengê ve bi we re hevaltî dike?’’

‘‘Heval, Canan ki ye? Ev Berçem e.’’

‘‘Berçem! Hûn tinazê xwe bi min dikin?’’

 Canan vegeriya min, çavê wê yên gewr, rûyê wê yê sipî ez birime zaroktiyê. Canan şaş û paş mabû, bi kenekî sexte ve ‘‘Heval tu min dişibînî qîzapa xwe, lê şaşiya te he ye; ez Canan nînim, Berçem im. Tu xelkê ku derê yî heval?’’

‘‘Qers, ez xelkê Qersê me’’

‘‘Ez jî ji Mêrdînê me, te dît, ez kesa ku tu dibêjî nînim, ne wilo? Tu Serhedî, ez Botanî me.’’

‘‘Temam Canan, pardon hevala Berçem, hişê min tevê hev bûye.’’

Ez bi poşmanî, bi hêrs, bi şerm rabûm û dûr ve çûm. Wan dest bi straneke dinê kirin. Ez çi qas dûr ketim û ketim nava qelebalixê hewqas dengê wan kêm dibû, paşê jî qediya.

Ez hatim tanga Tunelê min polêsên demek berê  min vegerandibûn dîtin. Min xwe teland û ketime kuça ku berjêrî Şîşxanê dibe. Min bazda, polêsan ez ferq kirin û yekî got ‘‘Bisekine!’’ Min hundirê  xwe de got ‘‘Bireve Serhad bireve!..’’

Serhed BARAN

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply