Çalakvana Kurd Nadya Murad bi Nobelê hat xelatkirin

Çalakvana Kurd a Êzdî Nadya Murad, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bibû xelata Nobelê ya Aştiyê ji bo sala 2018an wergirt.

Nadya Murad, jidayikbûya sala 1993an e, çalakvaneke Êzîdî ye, piştî ku di Tebaxa 2014an de, bajarokê Şingalê ket destê çekdarên DAIŞê, Nadya wek gellek keçên êzîdî hat revandin û pişt re di roja 14/9/2014an de ji destê DAIŞê rizgar bû.

Piştî rizgarbûna wê, ew li gel hejmareke mezin ji serok û serkirdeyên xuyayî yên cîhanê civiya û ji bo Encûmena Ewlehiya Navdewletî hat vexwendin û li wir ji cîhanê re behsa rewşa Êzdiyan û tawanên DAIŞê kir, di 5ê Çileya 2016an de Hikûmeta Iraqê Nadya ji bo Xelata Nobelê di warê aştiyê de namzet nîşan kir.

Îro bi amadebûna 330 berbijarên wergirtina xelata Nobel a aştiyê, merasîma dayina wê xelatê li welatê Nerwicê birêve çû.

N.O / Kurdistan24

Li ser navê malpera Çandnameyê em xuha xwe Nadya pîroz dikin û hevî dikin bi xebat û serkeftinên mezintir gelê xwe serbilindtir bike.

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply