Şemî , Gulan 25 2019
Destpêk / Agahî-Nûçe / Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî diyar dibin

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî diyar dibin

15’ê Gulanê wekî Cejra Zimanê Kurdî ji aliyê kurdan ve tê pîroz kirin. Îsal jî di vê çarçoveyê de hin çalakî li dar dikevin. Li Stenbol û Wanê çalakî hene

STENBOL

Çalakiya Komeleya Lêkolînên Kurdî

Komeleya Lêkolînên Kurdî di êvara Cejna Zimanê Kurdî de çalakiyek li dar dixe. Di şevê de ligel pêşkêşkirina beşên hunerê, dê bawername jî bide xwendekarên xwe.

Çalakî 15’ê mehê saet 19’an de dest pê bike.

Kokteyl, helbest, sînevîzyon, klam, serfîtîka dayîn û konsera Koma Gulên Xerzan

Çalakî li Odeya Tabîban a Stenbolê (Mollafenari Mah. Çagaloglu, no 9) li dar dikeve.

 

Pêşangeh û panel

Li Stenbolê çalakiyek din jî ji aliyê Komîsyona Edebîyata Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçîye ve li Zanîngeha Bogazîçî li Kuzey Kampusu tê lidarxistin.

Bernameya ku 17’ê gulanê dê li dar bikeve, saet 16.30 de bi vekirina pêşangeha kovarên kurdî dest pê dike û saet 17’an de jî panel tê sazkirin ku beşdarên panelê dê li dar kovaran biaxivin. Zana Farqînî wê li ser Hawar û Ronahî, Fexriya Adsay li ser Zarema, Sînan Gultekîn il ser Wêje û Rexne, Mevlut Oguz li ser Ziryabê û Omer Faruk Baran jî dê li ser kovara Flashilatê biaxieve.

Ziman û netewesazî

Her wiha di vê çarçoveyê de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jÎ dê bi sernavê “Di kovara Hawarê de ziman û netewesazî” gotûbêjek li dar bikeve. Ronayî Onen ku demek berê pirtûka wê ya bi heman navî ji Weşanên Peywendê derketibû di gotûbêjê de dê biaxive û paşê jî pirtûka xwe îmze bike. Bernameya ku 18’ê mehê saet 18’an de dê li dar bikeve, moderatoriya wê dê Doç. Dr. Serdar Şengul bike.

 

Panelek din ji bo Cejna Zimanê Kurdî

Kayy-Der jî ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panelek li dar dixe. Panela ku 19’ê mehê saet 14’an de li navenda komeleyê li dar bikeve de Rifat Yildiz dê moderatoriya panelê bike. Zana Farîqî wê li ser “Têkiliya ziman û çandê”, Ferzan Şêr jî dê li ser “Kurdînenûsî” biaxive. (Kayy-Der li Yeldegirmeniya Kadikoyê ye)

 

AMED
Li Amedê, Şaxa 2’yan a Egitîm-Sena Amedê bi çalakiyek Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike. Çalakiya ku wekî “Şahî” dê li dar bikeve saet 20’an de li navenda Şaxa 2’yan e.

WAN:

Li Wanê Dîsa-Der a Wanê ji bo Cejna Zimanê Kurdî hin çalakiyan li dar dixe.

11.05.2019, Şemî, Saet 13.00

Xebata Atolyeyê

Beşdar: Dilawer Zeraq

Mijar Çîroka Kurdî

12.05.2019, Yekşem, Saet 13.00

Gotûbêj û îmzekirina pirtûkan

Beşdar Dilawer Zeraq

Mijar: Di nivîsa modern de zimanê kurmancî

13.05.2019, Duşem, Saet 14.00

Panel û îmzekirina pirtûkan

Beşdar: Zana Farqînî, Samî Hêzil

Mijar: Zimanê nivîsê û zimanê axaftinê, derfeta bikaranîna siman

Ev çalakî hemû li Salona KESK’ê lidar dikevin.

 

Diyarname.com

TÊBINÎ: Li bajarên din jî çalakî hebin û agahiya me pê bixin emê li nûçeyê zêde bikin

Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

Armanc, awayê xebatê û nivîsandina Hawarê

Celadet Alî Bedirxan di hejmara yekem a Kovara Hawarê de li ser armanc, awayê xebatê …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *