BÛYERA QÎÇO

Ev bûyere li berê sê salan hatîbû serê min. Hê min nû dest bi zanîngehê kiribû. Nizanim lê belê wext çend zû dibore, mirov difikire ku wekî çemeke boş diherike wext jî wisa derbas dibe. Haa min got çem bûyereke din jî hat bîra min. Belê bûyereke hatiye serê min ku ew bûyer di navbera min û çemê Zê de derbas dibe. Belê ji we gelek kes hene ku di derheqê çemê Zê de agahiyek nîne. Bi rastî ez jî ewqas tiştan di derheqê Zê de nizanim, lê belê xweşikbûyîna wê û boşbûyîna wê baş dizanim. Zê di navbera Gever, Colemêrg, Çelê û Iraqê de û hetta Behrasor diherike. Di nava wan çiyayên ku bilind û asê de diherike. Ew newal û çiyayên ku mirov gava lê dinihêre bi şaş dimîne. Zê di navbera wan de bi awayekî hêsanî diherike. Ax ax!! ew mîrata çemê Zê çend ruh û can, çend xurt û lawikên ciwan sitandiye, çend dilê dayikan sohtiye. Bi gelemperî jî di navbera mehên bihar û havînê de ewqas ruh û can sitandîye û dilê dayikan sohtiye. Belê belê Zê gava ku diherike mirov dibêje qey çend ava cîhanê  wê derê de diherike û gujjinek dikeve guhê mirovan û mirovî dikişîne xwe. Rengê wê wekî tehîne ku niha ji aş derketî be, wisa qehweyî û tîr e. Belê sedema ku renge wê wisa ye, ji ber gava berf dihele û baran dibare, ava berf û baranê têkilî wê dibin.

Bûyera ku hatî serê min wiha ye; Ez serê sibê ji xew rabûm û çûm mitbexê dayika min ji min re ser têşt amade kiribû min xwar û ez derbasê odeya cilan bûm. Min qemîsê xwe yê sor û şîn,ku bavê min ji min re sitandi bû li xwe kir. Şînê wê wekî ezman bû. Mirovî çiqas lê nihêrî biba jî jê têr nedibû. Nizanim belkî jî min gelek ji rengê şîn hez dikir ji ber wê  li gorî min wisa hatibe. Ez derketim ber derî, min pêlavên xwe yên qîr kirin piyên xwe û ez çûm mehelê li cem hevalên xwe. Roja havînê rojeke pir germ bû.Wisa germ wisa germ e qey te digo hetav tenê li ser serê te ye û tu biçî ku derê ew jî li dûv te tê. Ji ber wê germê ez û hevalên min fetisîn. Me nedizanî ka em çi bikin da ku leşê me pîçek hênik bibe. Lê hevaleke min hebû navê wî Qîço bû yareb ma mirovek çawa ji bo hemû karî hoste ye. Qîço got: Em herin ser Zê xwe bavêjin avê leşê me hênik dibe û roja me jî pê derbas dibe. Lê ne ez ne jî hevalên din melevanên baş nîn in. Di navbera me de ê herî baş Qîço bû. Lê hinek cih hebûn ku ew jî nikarî biçe wan cihan.

Em çûn sûkê me ji xwe re bacan, pîvaz, mirîşk û nan kirî û em çûn rex rê da ku seyyareyek me hilbigre û em biçin ser Zê. Em bîskekê sekinîn baş bû ku seyyareya miroveke me hat. Ew seyyare çiqas xweşik bû yaw mirovî nedixwest li wê seyyarê peya bibe. Rengê wê reş lê ne reşê asayî bû. Qoltixên wê jî ji çermî ve hatîbû pêçandin. Baş bû em anîn cihê ku em xwe bavêjin avê. Lê pêşiyê me mirîşka xwe li ser kevirî pijand, zikê xwe têr kir. Belê ew mirîşk çiqas xweş çêbûbû wisa li ser wî kevirî bi hemdê xwe di rûnê xwe de diçêbû. Me têr xwar û me paşê xwe avêt avê. Cihê ku me xwe diavêtê ewqas kûr nebû. Lê cihê ku Qîço xwe diavêtê kûr bû. Ji bo min bûbû înat ez xwe bavêjim cihê ku Qîço nikare biçe wî cihî. Nizanim çima tişteke wisa ketibû nava dilê min.

Ez çûm hevalan got min neçe neçe lê qet min guhdariya wan nedikir te sond dixwar wan ji dîwarekê re digot. Hûn dizanin înat tiştek ne baş e. Belê ez çûm hindî ku ez diçûm ez diwestiyam û ditirsiyam. Lê êdî min nikarîbû bizivirim min jî xwe ber da du sê caran ketim bin avê, çavên min wekî ku kesek bizotikeke agir dixe wisa disoje,  av di qirîka min de diçe xwarê, qirîka min tê girtin û nikarim bêhn bistînim û bidim. Wekî kesek tê destê xwe didane ser dev û difna te nahêle tu bêhnê bistînî û dixwaze te bixeniqîne. Wê gavê hemû jîyan hemû bîranînên min hatin çavê min. Ew tu car bû ez ewqas nêzîkî mirinê nebûbûm. Ez careke din ketim bin avê û derketim gava ku ez derketim wekî ku melaketekê destê xwe dirêjî min dike da ku min ji vê tirs û xofê ji vê mirina bi ‘ezab xilas bike . Belê ew destê hevalê min, birayê min destê Qîço bû. Wî ez ji wê ava mîrat xilas kirim lê lê belê kesekê ew xilas nekir kesekê ew xilas nekir.

 

SEDAT KALKAN

Sal: 22

Cih: Colemêrgê yê Çelê

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

2 Şîrove

  1. Bîranînek xweş e birêz sedat. Di heman demê de derbasî bibe, ji destên melkemotê xilas bûyî:)

Leave a Reply