Bûnewerê Tirsdêr

Xwedê mirov afirand. Ew nas kir û şîyana (emanet) naskirina Xwe da wî. Bi vî awayî Xwedê û mirov ji nişke ve hatine hemberî hev. Xwedê ev mesafe da însan da ku însan Xwedê nas bike. Çawa ku jê re bêje “ez te dibînim, tu jî min dibînî?”
Bi vî awayî gulaşeke dîrokî dest pê kir. Heta gulaşeke wisa ye ku dîrok bi xwe ye.
Ew çîya û kevirên ku ev teklîf bihîst; tirsîyan û revîyan. Çima revîyan? Ji elastîkbûnê (ji tevlîbûna nava etîkîtîyê, ji tevlîbûna nava exlaqê). Çimkî eger tu xwedîyê sînorên elastîkî bî, paşê hewce dikir ku tu ji van sînoran vekişî û milkî veguhêzî. Kî dikare milkîyeta taybet betal bike? Tenê ew kesên ku dikarin bibine xwedîyê wê. Ew wêrekîya lixwekirina mirovî, wêrekîyeke temam a cahilan bû. Ev dibû lixwekirineke pir dijwar û qure. Jixwe kevir û ajal tirsîyan. Tenê mirovê ku “zelûmen cehûla” ye li xwe kir, netirsîya. Milyaket mane şaş û metel li hemberî taybetîyên mirovî yên ku digotin ‘ez ez im, tu tu yî.’ Meraq kirin û ji Xwedê re gotin te ev bûnewerê tirsdêr ê ku dê li ser rûyê erdê xwînê birijîne, çima afirand. Lêbelê Xwedê ji wan re got ez tiştekî ku hûn nizanin dizanim. Cudahîya vî bûnewerê tirsdêr û milyaketê, îradeya wî yanî însanîtîya wî bû ku ew dikir tirsdêr. Milyaketan nedikarîn ev bizanibin. Wateyeke “zelûmen cehûla” jî ew e ku mirov bûnewerekî etîk/polîtîk e. Li Yûnana berê, mirov wek tirsdêrtirîn bûnewer dihate zanîn.)
Xwedê, piştî ku însanî Xwe/Ew nas kir, teslîmbûn teklîfî însanî kir.
Însanî got çika ez bifikirim û teslîmbûn (yan jî teslîmnebûn) hilbijart.
Eger Xwedê şîyana nasînê nedaya mirovî, ji mirovî îmana bi xwe nedixwest. Bêyî nedayîna wê kapasîteyê, ew teklîfa ku bo însanî dibêje “min nas bike” ji însanî re nedihat kirin. “Hatin nasîn”, hatinnasîna qetandîbûnê ye. Îman jî rakirina qetandîbûnê yanî întisabek e.
Wisa be heta hatinnasîn nebe, mirov nikare bibe mirov. Dimîne di jîyana riwekî û ajalî da. Ger hatinnasîn tine be, warê gelwarî jî tine ye. Warê gelwarî tine be, dîn jî û sîyaset jî tine ye. Û ji bo wê, ji bo mirovîtîya mirovî; ew hatinnasîn û mesafeya ku Xwedê daye û tetbîq kirîye bo mirovî, divê mirov jî bide mirovî. Tawaneke gelek mezin e ku hatinnasîn ji mirovî were standin. Çimkî ew tişta ku tu jê distînî; îradeya wî, însanîtîya wî mirovî ye. Mirov ne tenê ji mirovî, heta ji Xwedê jî serbixwe hatîye hêştin di warê îradeyê da. Zilm e ku însan xweserî û serxwebûnê nede însanekî din, însanek ji yê din ra zêde bibîne ku Xwedê ev xweserî û serxwebûn dane.
Mirov dibe xwedîyê tiştan/eşyayî, wî bi kar tîne. Lêbelê mirov nikare bibe xwedîyê mirovî, nikare wî bi kar bîne. Tu eşyayî dibînî lê tu û însan hev nas dikin.
Kêmasîya di hatinnasînê da, dizîna ji însanîtîya mixetebî ye.
Mücahid Bilici
[Ev werger ji alîyê Hereketa Zimanê Kurdî da hatîye kirin]

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply