ez dilekî bi tenê û vemirî
fera windabûyî
li ser deryaya pêlgirtî
keştiyeke noqavbûyî me
were lê were
ma ne bes e
bawer be
firmêsk hew diweşin ziwa me
grîneke mirî
termekî windabûyî
lorîna mendalekî
lavekarê te me bes
ax lê ax
ma min ne gotibû
çîrokeke nîvco lê têrhêvî hebû
ma wilo bû bê bext
te pala xwe da rabirdûya binhiş
pêşî stêrkek li min qelibî
rojek bi ser de wer bû
hîv bi berbangê re winda bû
û ez hatim kuştin qesas ne diyar
rondikên weşiyayî bê wate
ez bûme tune li bal te
li ser erdzemînê şiliyek
lehî bû dorhêl lehî
di nav de xerq bûm
û te nebihîst
19 Îlon 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014