Bûlbûl cihekî li ber pala Çêlê Nimîjan e. Li rojhilatê wê Rezê Keniya Reş, li rojava Qelaçkê heye. Bûlbûlê qadeke fireh heye, li derdora wê zinar hene. Çawa ku mirov ji bo parastina xwe, dora xwe ji beran dike çeper, dora Bûlbûlê jî, zinar in û dişibe çeperan. Navê wê ji bilbilan tê. Her dem bilbil li wir hene. Bi salan e bilbil li wir bi dengên xwe yên xweş, mirovî dibin deryayên evînê. Di qada wê ya fireh de, têra çandina her tiştî heye. Gozên wê pir navdar in. Ava wê ji Çêlê Nimîjê tê û gelek cemidî ye. Gava mirov bêhneke kurt xiyarekê bihêle di nav kaniya wê de mirov dê bibîne ku çawa xiyar dişeqite. Ji nebatan, heta ajal û mirovan yên wê avê vedixwin geş dibin. Di demsala havînê de gava her der weke dujehê germ dibe, ew der her tim hênik e. Bûlbûl her tim ji rêwî, gavan, şivan û darvaniyan re bûye cihê bêhn vekirinê.Gelek malbat jî, ji bo seyranê diçin wê derê.
Bûlbûlê rojên gelek teng de xwediyên xwe ji tengiyê xelas kiriye. Xwediyên wê genim, ce, nîsk, nok, xiyar, zebeş… diçandin û bi awayeke baş debara xwe pêk dianîn.
Gava wextê genim dirûtinê dihat Şirnexî hemû tevlî genim dirûtinê dibûn. Pale, jinik, zarok hemû wê rojê zû radibûn û diçûn Bûlbûlê. Pale ji derdorê jî dihatin dirûtina genimî. Ew roj weke mihrîcnekê bû. Ji bo firavînê bi dehan gîsk serjê dikirin. Paleyan bi stranên xwe yên herî xweş bere distrandin û bere jî genim dirûtin.
Hinek jinikan genimê ku hatî dirûtin kom dikirin. Hinekan koçqaneyên mezin li ser tifikan rêz dikirin. Hinekan jî ew ava welê cemidî didan paleyan. Gava paleyan, ew ava welê cemidî, bi piyanan, didanîn ser lêvên xwe, bextewariyeke li ser ruyê wan xuya dikir.
Gava dibû wextê firavînê ew qûçqaneyên goşt û birincê ji ser tifikan didanîn erdê . Çawa jinikan devikên koçqaneyan dirakirin, hêlma goştî belav dibû. Sifreya xwe li binê gozan rêz dikirin. Goştê giskan, birinç, metfînî , dewê cemidî û nanê şkeva di bin siha gozan de tameke bêhempa dida wan.
Wekî me li jor gotî, ya ku Bûlbûlê navdar dike gozên wê, sêvên wê yên sor û sipî, ava wê ya cemidî û hewayê wê ya hênik, zinarên wê nin. Lê mixabin gava şerê sala 1992an qewimî leşkeran ava Bûlbûlê êxistin boriyan de û ji xwe re birin . Xwediyê Bûlbûlê ji neçarî devji wê berdan. Piştî leşker av birin gozên wê, sêvên wê û darên wê hemû hişk bûn.Ne heşinatî û ne dar man. Hêdî li wê dê gul jî geş nebûn .Ajalan, ji Bûlbûlê bar kirin. Bûlbûla bi nav û deng .Cihê geşt û gerê, cihê seyranê, sekna rêwiyan, bû cihê çêlekan û pezî. Her der bû rix û kuşpil. Bûlbûla wek beheştê bû weke dûjehê.Ew rewş nêzikî bist salan dom kir.Van salên dawî, xwediyê Bûlbûlê xendekek vekirin û aveke din ji xwe re derêxistin û bêrkekê mezin di nav de çêkirin. Dest bî çandiniya darên fêkiyan kirin.Ew Bûlbûla ku ber bi mirinê ve diçû, dîsa weke berê şîn bû, geş bû. Ajal lê vegeran. Bûlbûl dîsa bû cihê bêhn vekirinê, cihê geşt û gerê.
Piştî ewqas pesin dayinê, hêjayî ditinê ye kû mirov Bûlbûlê bibîne. Ger hûn biçîn wê derê hûn dê ji ava wê ya cemidî vexwin û guhê xwe bidin stranên bilbilan yên herî xweş.
Lezgîn ACAR
Çandname