BÛKÊN SÛRÎ[1] – Jiyana Kurdên Sûrî

Destpêk[1]

Welatê kurdan cara yekem bi peymana Qesrî Şîrîn bi awayekî fermî bû du parçe. Duvre bi peymana Lozanê bû pênç parçe. Piştî ku sînor li nav axa kurdan ketin ê dî kurd ji hevdû re bûne bîyanî. Sînor wek xencera ku li dil ketibê kurd ji hev qutkirin. Li ser axa kurdan ji bo ku mirov bigerê dibê li pasaportê pênç mohrê pênç dewletan lêbikevin.

Di vê lêkolînê de mijara me ya sereke sînorê di navbera Tirkî û Sûrî de ye. Wek encamek ji gelek encamên sînor lêxistine rewşa kurdên Sûrî û bi taybetî jî bûkên ku ji Binxetê tenîne Serxetê. Di vê lêkolînê de tenê li ser bûkên kurd ê li derdora berîyê birawestin.

Wek xaleke girîng dibe em bibejin ku çerçoveya an ku derdora vê xebatê heta sala 2011a ye. Wek tê zanîn piştî şerê navxweyî yên li Sûrî rewşa jiyana mirovên Sûrî hatiye guhartin. Jiyana piştî şer ne mijara xebata me ye.

1. Sînorên Di Navbera Tirkî û Sûrî De

Bi peymana Qesrî Şirîn[2] cara yekem axa kurdan di nav du dewletên bi hêz de hate parvekirin. Bi peymana Lozanê[3] jî ê dî axa kurdan di nav penç dewletan de (Tirkî, Surî, Iraq, Îran û Yekîtîya Sovyet) hate parvekirin. Ev parvekirin heta roja îro jî di dome.

Piştî hilweşandina împeretorîya Osmanî sînorê di navbera Tirkî û Fransa[4] de di sala1921 bi peymana Enqerê[5] hate eşkerekirin. Di sala 1929an ji bilî Hetay sînorên Tirkî û Fransa (Sûrî) mîsogerbû. Piştî ku Hetay tevlî Tirkî bû ev sînorên îro hate pêjirandin. Bi vî awayî hin cîh û warên kurdan li Binxetê[6] dibin fermandarîya Fransa û beşek mezin ê kurdan li Serxetê[7] dibin fermandarîya Tirkî de man. Piştî ku sînor kete navbera Tirkî û Fransa (Sûrî) gelek kesên ku ji ber zilma rejîma Tirk ya Nû, revîyan çûne alîye Fransa. Bi vî awayî hejmara kurdên Sûrî zêdebû.

1.1. Serjimarîya Kurdan Li Sûrî

Li Surî hejmera kurdan nezîkî 3 milyona ye. Kurd li derdora sînorên Tirkî û Sûrî cîhgirtine. Sereke bajarên Kurdan Efrîn, Kobanî, Serê Kanîyê, Amudê, Heseçe, Qamişlo û Derîk e. Lê deverên ku kurd lê dijin Şam, Helep, Hums, Hama û Lazkîye jî hene. Kurd li Şam û Helebê di zoravayan de dimenin. Kar û barên giran û zahmet de dixebitin.

Sê heremên kurdan ku lê dijîn hene. Wek herem Efrîn, Kobanî û Heseçe. Kurdên Efrîn û Kobanî bi taybetî ji bo kar koçî Helebê dikin. Kurdên Heseçe û Qamişlo koçî Şamê dikin.

1.2. Rewşa Kurdên Sûrî

Rewşa kurdên Sûrî heta sala 1946 ku Sûrî azadîya xwe bidest xist di bin fermandarîya Fransa de bi awayekî hindik bê jî serbestîyek hebû. Piştî 1946an pê ve roj bi roj bi polîtîkayên partîya BAAS ku li ser bingeha netewperestîya erebbûne avabû bû hate guhertin û dijwartir. Bi polîtikayên erebkirine ye partîya BAAS kurd ji her helê ve xîzan bûne.

Rayedarên Sûrî ji bo gelek sedeman di sala 1962an de li herema ku kurd lê gelekin an ku li hereme Heseçe serjimarîyek çêkir. Bi vê serjimarîye re kurdên Sûrî xistin sê beş.

1- Watanî[8] (hemwelatî)

2- Ecnebî[9] (biyanî)

3- Mektumîn[10]

Piştî serjimarîya sala 1962an gelek kurd ji hemwelatîya Sûrî derxistin. Li sûrî kesên Ecnebî û Mektum ji gelek mafan bêpar in. Zarokên ku tên dinyê nayên qeydkirin û ti mafên wa nînin. Her wilo qeydîyên mirîyên û zewacên Ecnebîyan û Mektûman jî ninin. Ti mafê wan ê bicîh bûn û cîh kirîn jî nîne. Nikarin ti mal û erdî li ser navê xwe bikrin an bifroşin. Ew kes her çiqas perwerdehîya xwe bi awayekî bibînin jî di encama perwerdehîyê de ti mafî bidest naxin. Ev kes ji azadîya gerê jî bêpar in. Ji bo ku bê nasnamene bê pasaportin jî. Bi ti awayî nikarin sînorên Sûrî derbasbikin.[11]

Koçkirin û ji cîhkirin jî derdekî dî ê kurdên Sûrî ye. Bi taybetî şebekeyên qaçakvanîyê û Muhaberata[12] Sûrî bi hev re dixebitin. Ji bo ku Sûrî ji kurdan xalî bibê Muhaberat bi awayekî dizî kurdan bi pereyekî gelek bi keştîyên xerabe û bi rêwingîyeke zahmetî dişyênê welatên Ewrupa[13]. Di van rêwingîyan de gelek caran penabêr bi qezayên deryayî dimirin.

Ji hêla BAASîyan ve navên cîh û warên kurdan hatin guhartin. Mesele Amudê bû Adanîyê, Serê Kanîyê bû Ras el-‘Ayn, Efrîn bû Arrub… Qanûnên ku navên Zarokan dibe bi erebî bêne dayîn çêkirin. Ji bo ku tîpên p, v, ç, j û g di alfaba erebî de tineye navên ku ev herf tede ne qedexekirin. Lê ji bo ku li Sûrî bertîl di her deverê de bikartê hin caran bi bertîlên mezin rayêdaran hin nav qebûldikirin.

Ev tinekirin tenê ji bo kurdan hebû û heye. Mesele Ermenî, Sûryanî, Yahûdî, Fransiz, Îngilîz û Rus bi awayekî hesan dibistanê xwe yên taybet vedikin. Zimanê xwe bikartênin.

Fransa ji sala 1920an heta 17e Nîsana 1946an li Surî desthilatdarbû. Di nava van salan de hindik jî bê rehetîyek ji bo kurdan hebû. Lê piştî ku netewperestên ereb desthilatdarî bidestxistin jiyan li kurdan roj bi roj teng kirin.

Ev sedemên ku me li banî rêz kirin yek bi yek bûn sedema xîzanîya kurdan. Dema ku kurd ji her xweşîye jiyanê bêpar man xîzan ketin. Ev xîzanî jî bi xwe re encamên nebaş anîn meydanê. Yek ji van encaman jî pirsgireka bûkên ku ji Sûrî tênine Tirkî.

2. Bûkên Sûrî an Bûkên Binxetê

Di vê xebatê de dema em behsa bûkên binxetê dikin gelo çi tê fêmkirin? Gelo çima bûkên ku ji binxetê tenîn dibê pirsgirêk? Ji bo çi pêwistî bi lêkolîneke bi vî rengî derket meydanê? Mirov dikarê van pirsan zêdebikê. Lê pê pirs emê di vê lêkolînê de persiva gelek pirsên ku tênê hişê mirov bidin.

Mirovên serxetê bi du awaye bûkan ji binxetê tênin.

Xala yekem; Zilamên ji serxetê keçikên nasên xwe ê li gorî temenê xwe bi awayekî dilketinê û bidilxwazî li gorî torevanîya dînî û kurdî ji xwe re dixwazin. Bi daweteke ku bi şahîye dizewicin. Ev cûrêyên zewacên ji binxetê ne mijara me ye. Û ji xwe tiştekî bi vî rengî nabê pirsgirek jî.

Xala duyem; Zilamên ji serxetê yên pîr, bî, astengdar an yên ku dixwazin bi jina duduyan re bi zewicin bi rehbertîya sîmsarên jina[14] bi qelen ji xwe re keçikê ciwan tênin. Ev cûreyên zewacan mijara lêkolîna me ye. Dema me go bûkên Sûrî an me go bûkên binxetê dibê xala duyem we rê fêm kirin.

2.1. Ji Serxetê Ber Bi Binxetê Ve

Zilamên serxetê yên ku ji hela bedena xwe ve astendarin an yên ku pîrbûne û bî mane an yên ku dixwazin cara duyem an seyem bizewicin bi rêbertîya sîmsarên jina bere xwe didin binxetê. Li binxetê her çiqas gotina wê nexweş be jî bazara jina an ku bazara keçika heye. Bi awayekî lîstekirî navên keçikan, temenê wa û qelenê wan li ba sîmsarê jinan qeydkirine. Kesên ku ji serxetê ber bi binxetê ve diçin li gor dayîna qelen ji xwe re li keçikên zewacên digerin. Keçik çiqas ciwan û bedew bê qelen wilqasî bûha dibe.

Bi rastî nivîsandina van rêzan her çiqas dile mirov birindar bike jî ji bo ku rastîyeke me ya rojanêye, li gorî min dibe bê nivîsandin. Ji ber ku merivên dî êş û derde wan keçikên ciwan fêm bikin bi awayekî rastî min xwe mecbûrî nivîsandina vê lêkolînê kir. Heta niha ti xebat li ser van keçikên ku ji binxetê bi rêya zewacê tenin nehatîye kirin.

Em dîsa vegerin mijara xwe. Ew kesên ku ji serxetê çûn binxetê bi alîkarîya sîmsaran diçin dîtina keçikan. Eger zilamê serxetî qîma xwe bi vê werê nê di heman demê de qelen tê birin û nîkâha wan çêdikin. Di vir de ti mafê keçikê nine ku bibejê ‘ez naxwazim’ an ‘ne bi dile min e’. Ew zilm û zordarîya ku gelen kurd yên Sûrî xîzan kiri ye, ji neçarî dê û bav keçen xwe didin wan kesên ku di jiyana xwe de cara yekem dîtine. Rastîyeke dî jî heye ku hin dê û bav keçikên xwe ji xwe re wek sermayeke dibinîn.

Piştî ku qelen dîyarbû û nîkah hat birîn ji bo ku bûka nû serxet bikin dest bi xebatan dikin. Di vir de du tişt derdikevin pêşîya wan.

Yek; Eger keçik watanî bê ji bo ku xwedî pasaporte bi awayekî hesan dikarê serxet bibe.

Du; Eger ecnebî an mektum bê vêcarê rêyên îlegal dikevin dewrê. Ew jî bi alîkarîya rêberên sînor bi awayêkî dizî û derqanûnî li ser têlan re derbaskirina bûka bê bûkanîye. Rêberên sînor[15] bi awayekî hemaltî dirajine wan keçikan di ser têlan re derbasî serxetê dikin. Ji ber vî karî pereyekî baş ji zava distênin. Piştî ku bûka taze derbasbû teslîmê zava dikin. Bi vî rengî jiyana Bûkên Sûrî li serxetê destpêdikê.

2.2. Jiyaneke Nû Dinyayeke Nû

Keçikên ku bi bûkîtî ji binxetên ten têr û tijî xeyalin. Ji ber kû ew li binxetê dinav jiyaneke xîzan de dijîyan ji wan re serxet bi gotineke dî Tirkî dinyeyeke nû û derîye jiyaneke nû ye.

Ji xîzanîyê behtîr bandora TV yen tirkî li ser wan kesên ku tenê Tirkî heye. Bi taybetî rêzefilmên TV yên Tirkî bandoreke mezin li ser keçikên sûrî kiriye. Ji wan were ku hatin Tirkî yê jiyana di rêzefilman de bijîn. Di rêzefilmên Tirkî de bi taybetî jiyaneke dewlemend, bi kêf û şadî tê xuyakirin. Gelek keçik bi wan xeyalan tên serxetê. Sedemeke dî yan ku ev keçikên ciwan tên Tirkî ewe ku kurikên Sûri ji zilma rejîma dewletê diçin an direvin Ewrûpa, ê ku diçe li wir dimene. Û li wir dizewice. Sedemeke dîn jî kurik dibistane dixwenin. Ê xwendevan qîma xwe bi keçikên nexwende nayêne. Sedemeke dîn jî ya serjimarîye ye. Li binxetê ji kurikan behtîr keçik tên dinye. Bi awayekî îstatîstîkî yek bibejê ji sedî şêst keçik ji sedî çil kurik tên dinyayê. Ev na jî zewaca keçikan zahmet dike. Bi van sedeman keçikên binxetê qîma xwe bi zewacên serxetîyan re tênin. Serxet ji bo wana cihê rizgarîye ye.

Lê mixabin ew xewn û xeyalên ku Bûkên Sûrî dikin yek ji wan bicîh nayê. Kêm kes ne tê de bi giştî bûkên ku ji binxetê tên di jiyana nû de rastî gelek zahmetî û astengîyan tên.

2.3. Jiyana Li Serxetê

Li gor texmînan li serxetê nezî 10 hezar bûkên sûri hene. Ev hejmar bi xwe re pirsgirekên mezin tênê. Ji bo ku xebata me li ser bûken kurd e em ê bi taybetî li ser pirsgirekên yên li derdora Merdîn, Nisebîn, Midyad, Kerboran, Êlih, Kosar e birawestin.

Bûkên ku tênê serxetê tenê dizanin zimanê kurdî. Ji bo ku bi pirranî ecnebî û mektûm bûn, nexwendine. Ê ku bi rêya pasaportê tên biçikî li gor yên dî di rewşeke baş de ne. Ji bo ku bûkên sûrî ji kurdî pevê nizanin ti zimana li Tirkî jî jiyaneke zahmet dikşenin. Bi taybetî di deverê fermî de rastî zahmetîyên nezanîna zimanê Tirkî tên. Ji hêla ziman ve bûkên ku têne serxetê gelek pirsgirêkan bi xwe re derdixin meydanê. Bi taybetî ê ku bi rêya îlegal hatine her dem dibe xwe ji karên fermî veşerîn. An ku hatin girtin dibe derî sînorbibin. Ev hem ji bo keçikê hem jî bo kesê ku ev ji xwe re anîye pirsgirekeke mezin derdixê hole. Piştî ku zarokên wan çêdibin ji bo ku keçik neqeydkiriye zarok jî ji qeydkirina nifusê bêpar dimene. Ev jî bi xwe re pirsgirekên nû derdixê.

Hin ji wan keçikan rastî zordarîya merê xwe an zordarîya malbata merê xwe tên. Mer bi awayekî kole li jina xwe dinerê. Ji ber ku bi pera jin anîye mîna koleyekî lê dinerê. Dema daxwazên mer neyên cîh zordarîye li jina xwe dike. Bûka ku ji sûrî hatîye ji bo ku kesî we nîne li hember ve zilme nikarê dengê xwe derxê. Carna zilam an malbata zilan karên herî zor û lewitî bi bûka ku ji sûrî anîne dikin. Ji neçarî ev bûk wana qebul dike.

Hin ji wan keçika bi malbata xwe re xefkek danîne. Bi pereyekî gelek malbata wa, keçika dide zilamên pîr. Piştî ku qelen standin û zêr ji keçike re kirin, keçike serxetdikin. Piştî demeke ku keçik diçe malbavan êdî navegere. Ji bo ku ti heza zilam jî li binxetê nîne keçik navegere serxetê. Bi vi awayî malbata keçikê keça xwe didin yekî dî. Yanî keçik ji bo malbatê rêya debarê ye.

Her mirov bi hestên ehlaqî tevnagere. Hin kesên ku wa keçikên ciwan ji binxetê bi neta nîkaha xwe tenîn, wa di rêyên fuhuşê de dixebitenin. Ji bo ku ew keçik li serxetê bêkes in û bi rêyên îlegal hatine û zimanê Tirkî jî nizanin nikarin xwe ji vê tofane biparezin. Herçiqasî ev rewş dile mirov birindarbike jî rastîyeke jiyane ye.

Encam

Heta niha du xebatên taybet li ser Bûkên Sûrî hatine kirin. Yek jê hûnermendê kurd bi navê naskirî Bavê Teyyar (Cuma Xelo) bi filmekî tirajî-komîk ku navê film Bavê Teyyar Sîmsarê Jina li ser pirsgireka bûkên ku ji Sûrî tênin rawestîya ye. Film li Qamişlo hatiye kişandin.

Xebat duyem ya Zanîngeh Akademî ye ku bi belgefilmekî navê wî Bûkên Sûrî ye, pirsgirêkên bûkên ku ji binxetê hatine serxetê anîye ziman. Ev belgefilm li serxetê hatiye kişandin.

Ji xeynî van xebatan ev lêkolîn wek xebata seyemîn e ku li ser êş û derd û pirsgirekên bûkên ku ji Sûrî tenine Tirkî ye.

Wek encam em dikarin bibejin ku kurdên binxetê bi polîtîkayên rejîma BAASê xîzan û bêkes û bêxwedî mane. Ev xîzanî bi xwe re guhertinên civaknasîyê jî tênê. Kesên serxetî ku bixwazin ji xwe re jineke an ku keçeke binxetê ji xwe re bi jinitî benê tenê hewcedarê dirava ye. Ji bo ku perê Tirkî li gor ê Sûrî bihane ew kesên ku ji serxetêne bi van pera naêşin. Ev pere ji bo dê û bavên wan keçikên binxetê debara malêye. Ji neçarî an hin ji wana bi awayekî ku keça xwe bifroşin didin merên ku ji serxetê diçin binxetê. Bi vî awayî piyaseyeke keçik dayîn an keçik firotinê derketîye meydanê.

Zewac mafê her kesî. Lê dibê kesên ku bihevre bizewicin bi awayekî dildayînê bê. An ku dil dabin hev. Yan dibê şert û mercên jiyana wan nezî hev bê. Hem ji temen ve hem ji hela aborî ve û hem ji hela gihaştina dinye ve dibe kesên ku bihevre bizewicin nezî hevbin an ku jiyaneke nezî hev bijîn.

Îlon, 2013

[1] Ev nivîs di kovara Çirûskê de di hejmera 22. de û di kovara Nûdem de di hejmara 10-11. de hatiye weşandin.

[2] Peymana Qesrî Şîrîn di navbera Osmanî û Safevîyan de di sala 1639an de hatiye îmzekirin.

[3] Peymana Lozanê di sala 1924an de hatiye îmzekirin.

[4] Heta Sûrîya îro azadîya xwe bidest (1946) xist, herema Sûrî dibin desthilatdarîya Fransa de bû.

[5] Li gor vê peymanê Hetay ne dinav sînorên Tirkî de ye. Hetay sala 1939an dikevê nav sînorên Tirkî.

[6] Devera ku li başûrê sînor ma jê re tê gotin Binxet. Yanî Fransa (Sûrî)

[7] Devera ku li bakurê sînor ma jê re Serxet tê gotin. Yanî Tirkî.

[8] Kurdên xwedî nasnameya Sûrî.

[9] Kurdên Sûrî yên bênasname

[10] Kurdên Zilam ê ecnebî dema ku bi hemwelatîye Sûrî re bi zewicê ji bo ku zewaca wa naye qeydkirin jê re Mektumîn tê gotin. Û zarokên ku ji wan çêdibin jî Mektumîn têne hesibandin.

[11] Harriet Montgomery, Suriye Kürtleri İnkar Edilen Halk, Weşanên Avesta, Stenbol, 2007, r. 115 – 125

[12] Navê servîsa cirdevanîye / ajantîye ya dewleta Sûrî ye. Muhaberat di her xalê jiyana kesên Sûrî de cîh girtîye.

[13] Harriet Montgomery, Suriye Kürtleri İnkar Edilen Halk, Weşanên Avesta, Stenbol, 2007, r. 133 – 135

[14] Kesên li binxetê keçikan ji bo zewacê bi zilamên serxetê re didin naskirin. Li hember vê naskirinê pereyêkî baş distenîn.

[15] Ew kesên ku bi rêyên derqanûnî mirovan di ser têlan re derbas dikin. Bi aweyekî kom dixebitin. Hin ji wana li binxetê û hin ji wana li serxetê bi hevre dixebitin. Di van xebatên xwe de gelek caran bi bertîlan leşkerên li sersînor jî qayîldikin.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Fikra Netewî û Pirsgirêka Kurd – Mücahît Bilici

Selamûn Eleykûm! Ey gelê Kurd, hun bi xêr hatin! Û Gelên Tirkiyê, hun bi xêr …

Leave a Reply