Bûbê Eser: ‘Barzan Digirî’ ji çapê derket

Yekem romana li ser enfalkirina heşt hezar Barzaniyan  çap bû. Romana bi navê ‘Barzan Digirî’ ji aliyê Bûbe Eser ve hatiye nivîsîn. Eser qederê 7 heyvan di gel malbatên enfalkirî jiyaye û Kereseta hatibû serê wan guhdar kiriye. Bûbê Eser ‘Barzan Digirî’ ji BasNewsê re vegot.

Pirtûka we ya bi navê Barzan Digirî çap bû, tu dikarî li ser  xebata xwe ya pirtûkê hin zanyaran bidî?

Belê pirtûk ango romana enfalê derket û ez niha gelekî şad, bextewar û kêfxweşim ku ev yekem romana enfalê yê tê çapkirin û belavkirin. Ez hêvîdarim ku êdî nivîskarên Kurd berê xwe bidin, kerasetên ku hatine serê gelê wan. Bi nivîsandin û xwendinê mirov dide zanîn ku çi bi serê gelê me re de hatiye.

Her dixwazim bêjim ku enfal ne tenê enfalkirina Barzaniyan e. Bi tevayî 182.000 Kurd li Başûrê kurdistanê hatine enfalkirin, ji wan 8000 zilamên Barzaniyan ango Barzanî bûn. Lê enfala ku hatiye serê gelê me, hema hema bûyer û kiryar weke hev in. Ji bilî çend îstîsneyan yek e.

Gelek nivîskar, dost û nas berê jî û wê niha jî bipirsin ku çima tenê yên Barzaniyan. Dikarim vê weha bibersîvînim. Yek; mirov nikare bi 182.000 malbatên enfalkirî re hevpeyvînan bike. Lê tiştên hatine serê wan yek e.

Em weke kurdên bakurê Kurdistanê ji gelek bûyer û kiryarên hatine serê gelê xwe ne haydarin ango nizanin. Dema li Swêd bi cih bûm. Piştî demekê ji nûde li dîroka gelê xwe vegerim, ew xwend tê gihiştim ku ne tenê li başûrê kurdistanê li her çar perçên kurdistanê hema hema yek tişt qewimîne ku armanca wan tevan jî tunekirina gelê kurd e.

Li Bakurê Kurdistanê, Li Zîlan, Koçgirî, Dersîmê, Agirî, Diyarbekir û gelek cihên din heman bûyer ango qirkirina gelê me ji teref dagirkeran pêk hatiye. Ma hindik mirovên me kuştine, ma bi çend hezaran Kurd mecbûrî ji cihê wan rakirine koçberî TIrkiyê û deverê din kirine.

Ma li Rojhilata Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê ji bona gelê me wêran, talan û qirbike dagirkeran çi kirine û anîna serê gelê me, niha em êdî dizanin.Helbet wan bûyerên qewimîne hemî jî mijarên ku divê bêne nivîsên. Weke; roman şano, belgename ûhwd.

Ji bona nivîsandina van bûyerên dîrokê jî divê derfet û îmkan hebin, divê mirov ji devê kesên ku ew jiyanin ya jî bûne şahîd binivîsîne da ku rastî derkeve holê. Niha vegerim ser pirsa we:

Piştî ku li swêdê bi cih bûm û min giranî da karê nivîsandin û xwendinê, dît û fêrbûm ku bê Saddamê har û hov çi aniye serê gelê me. Ew kerasetên hatine serê gelê me li başûrê Kurdistanê nedihatin zanîn. Ji wan bûyerên qirêj yek jî mesela enfalê ye. Vê gelekî bala min kişandibû.

Ji ber ku enfal tiştekî taybet e, bûyereke gelekî qirêj e. Mirov zû bi zû nikare wê fêm bike.

Ji bo çi mirov zû bi zû nikare fêm bike ? Çima?

Vê bêjim; Dema kesek, tê kuştin ango dibe cangorî mirov dizane ew çû êdî venagere. Dema kesek tê girtin mirov dizane ku ew di zînadanê de ye. Dema kesek birîndar ya jî seqet dibe, mirov rewşa wî/ê dizane. Lê enfal ne weha ye.

Binere care ewil enfalê ji devera Barzan û ji Barzaniyan destpêkiriye 27.8.1983 heşt hezar zilamên Barzaniyan hatine enfalkirin, dema min xwest li ser vê kerasetê lêkolîn bikim ji Swêdê li devera Barzan bi cih bûm û min dest bi ziyareta malên kesên wan hatibû enfalkirin kir. Dema ku li wir cih bûm, tam 25 sal li ser wê kerasetê de derbas bûbû. Lê wan malbatana, ango dayik, xwîşk, bra pîrik, destgirtî hemî hê jî li benda zilam, mêr, bira û kalê xwe bûn.

25 Sal derbas bûbû hêjî wan çaverêya kesên xwe dikirin. Yanî di nava van salana de hemî jin, qîz û biçûkên wê demê mezinên vê demê her li benda kesên xwe bûn. Ma gelo kî dikare 25 salan her roj tenê li benda tiştekî bimîne. Lê li devera Barzan hemî karê wan girî û li benda kesên xwe bûn.

Min xwest ez bibin yek ji wan, ketim nava wan ango li cihê enfalê bi cih bûm û min destpêk kir rojê sê malên kesên wan hatibûn enfalkirin ziyaret dikir, min dipirsî wan bi girî dibersîvand û min jî girîyê xwe teva yên wan dikir û ew keraseta hatibû serê wan dinivîsî.

Ez jî bi wan re qederê 7 mehan giriyam, min bi wan re xwar û vexwar. Ez bûm yek ji wan da ku bikaribin, Şano, roman û wan hevdîtinên wan ji bona cihanê bidim weşandinê. Bidim weşandinê da ku herkes rewşa wan fêr bibin. Ew rewş., ew jiyana wan ne jiyana ku mirov dikare tehamul bike, bijî, bêje û binivîsîne. Ji ber vê bû min xwest berê xebata xwe bidim enfalê.

Ji bona vî karê jî cih û îmkan ji min re peyde kirin û bi tevayê qederê salekê li wir bi wan re jiyam û wê jiyana nedîtî kir şano niha jî romane wê û bawerim heta Newroz 2018an jî wê wan çavpêketinên min bêne weşandin.

Pirtûka te di qonaxêke girîng de çap bû, tu vê yekê çawa dinirxinî?

Belê rast e di qonaxeke weha de ev hate çapkirin ku te bi zanetî jî ev bikira weha li  hev rast nedihat. Ji ber ku;

Di vê romanê de jî behsa xwefiroş, welatfiroşan tê kirin. Di vê romanê de jî behsa kurda li gel dijminê xwe çawa dixwazin gelê xwe qir û talan bikin, tê behskirin. Îro jî ew tiştana di roja16.10.2017an hate serê gelê me li başûrê kurdistanê. Ev xwefiroşî ev welatfiroşî çawa destpêkiriye û çawa van xwefiroşan kar li gel dijminê xwe kirine jî dide zanîn. Meşa Barzaniyan piştî têkçûna Komara Kurd li Mehabê, Barzanî li gel 512 pêşmêrgeyên xwe heta çûyina wan ya sowyeta berê dide zanîn. Wan li sowyetê çi dîtin, çi êş û azar kişandin bi devê şahîde zîndî hatiye nivîsên.

Enfalê û sedema pêkhatina wê dîsa ji devê şahîdeke wê demê ya zîndî hatiye nivîsin. Loma jî gelek bûyerên wê demê û yên niha hev temam dikin. Ji ber vê niha gelekî kêfxweş im ku roman tam jî di dema xwe de hate weşandin.

Ev pirtuk perspektifeke çawa wê bide xwînerên pirtukê?

Min di serê de jî anî zimên ku em weke Kurd bi giştî û weke kurdên bakur bi teybetî dîroka xwe nizanin, mezin û rêberên xwe nasnakin. Sedemên têkçûna serîhildanên gelê xwe fêrnebûne an di gelek waran de kêmasiyên me hene.

Ji ber vê ev romana dê wê perspektîfê bide xwendevanan ku ew perçek ji dîroka gelê xwe fêr bibin. Ev ê bide zanîn ku xwefiroşî, welatfiroşî ne ji niha de, ji berê de jî ev heye. Ya herî girîng ev dide zanîn ku çima dijminan tim xwestine Barzaniyan ji holê rake. Dema xwendevan vê bixwînin him wê vê yekê fêr bibin, him wê perçek ji dîroka gelê xwe baş bizanibin û him wê fêr bibin ku bi rastî Barzaniyan çawa û çima bêdengiya li sergel rakirî ye.

Ez di wê qenetê de me ku piştî xwendina vê romana weke belgenameyekê wê gelek tiştan bide xwendevanan.Wê gelek quncikên tarî ronî bike. Ev dikare bibe sedem ku êdî xwefiroşî welatfiroşî rabe, ji ber ku ew qet bi serneketine. Her wan xwefiroşan wenda kirine lê gel ango Barzanî ji tim bi hêz û qaweteke mezin ji nûde rabûne. Wê niha jî rabin.

Te çima pewistî pê dît ku pirtûkeke wiha binivsinî?

Bawerim bersîva vê hate dayîn, lê disa jî hin tiştan bêjim: Sedema nivîsandina vê ew bû ku divê kurd êdî dîroka xwe binasin û bizanibin berê jî çi û ji teref kê de hatine serê wan.

Ya din enfal heta niha jî baş nehatiye zanîn. Loma jî min xwest him vê enfalê bidim zanîn û him jî perçek ji dîroka gelê xwe bidim nasîn. Bidim nasîn ku di vê dîrokê de Barzaniyan çawa ji bona azadiya gelê xwe tekoşîn dane û çima heta niha hemî dagirkeran nikarîbûn Barzaniyan ji holê rakirina. Ji ber ku tim her çar dagirkeran  wekeniha xwestibûn ku Barzaniyan ji holê rakin, lê nikarîbûn. Sedama nikarîbûn çi ye min ew nivîsiye da ku ji niha û pêde ciwanên Barzaniyan û yên kurdan vê fêr bibin.

Sedema nivîsandina pêwîstiya romaneke weha ji ber vê ye. Ez bawerim di vê rê û xebatê de, bi xebateke dûr û dirêj, gihiştim armanca xwe…

Li gor te çima divê ev pirtuk bê xwendin?

Berî pirsa we bibersivînim. Divê kurd pir bixwînin, zana û jêhatî bibin. Çi felek û afat hatiye sere me kurdan ji ber nezanî û nexwendinê bû ye. Ji ber ku dema te xwend, tê zane, bibe jêhatî bibe, têbigihije. Kesên nexwenda tim nezanin û di meselan de tênagihêjin.

Bi xwendinê mirov dîroka xwe dinase ya rastî xwe dinase, dema mirov xwe nasî, dikare xwe bide nasîn jî. Di dîrokê de tim kurdan di vî warî de wenda kirine, xwe firoşî, welatfiroşî ji ber nexwendin ango nezaniyê tê.

Heger mirov xwend û zana bû, wê gave me re yê li welatê xwe, li mezinên xwe jî xwedî derkev e. Ji ber vê ye ez dixwazim kurd vê bixwînin û xwendina vê berê li ciwanên Barzaniyan dikeve, divê ew dîroka xwe  baş fêr bibin. Ev roman jî wê dide. Hêvîdarim wê ciwanên kurdan bi tevayî û bi taybetî jî ciwanên Barzaniyan vê ne carekê gelek caran bixwînin û perçek ji dîroka xwe binasin.

Gelo ti berhemên we yên din li ser vê mijarê hene ku bên çapkirin û belavkirin?

Belê, weke min berê jî gotibû, Şanoya enfalê bi nave Dîroka Rûreş min di 25 saliya enfalê de  li swêdê dabû weşandin. Ev ê jî ji teref weşanxaneya Sîtav û li Bakurê Kurdistanê ji nû ve bê çapkirn. Ya din wan hevpeyvîn ango çavpêketinên min li gel malbatên enfalkirî kirîne ewên jî heta Newroza 2018an li gel wêneyên min û yên enfalê bi awayekî rêk û pêk bê çapkirin. Bi vî awayî wê sê berhemên min li ser enfalê derkev e.

Sevda Kaplan-Basnews

Derbar ziman

Check Also

Melayê Bateyî Nasbikin!

Melayê Batê yan jî Mela Hesenê Bateyî helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîkê kurd e. Navê …

Leave a Reply