Borîn- Majêd A Mihemed

Gava ramanek fodil

weke wêneyê hespekî efsaneyî

bi xemil û xêz û zengil

di karîdorê afrênerekî re

ji nişka va diborê

zû zû sekvanê hizrê nagihînê şopa wê

û ta ku xwedî pûnij û giyanê pêlewanî

li wê pîroz xakê

bi cirîtê di asîmanê sawîran re bifrê

an bi gavên bilez xwe pêghînê govdê wê

vêca ew wek xwe namînê

belê wêneyê ku di ser sîvleka bala wî re

bi germî hatî şimitandin

dibe dîmenê rûyê keçek ciwan

ku çawa di pencerê re bilez xwe li xortekî dimînê

û xort jî mîna sitûnekî rep

li hember bedewiya wê matmayî dimînê

dema vegerandinê di ser re derbasdibê

hulma hizrê jî ji wê xaknîgarê bardikê

ew careke din xwe li afrêner namînê

belê di wê navbera dudilî de

di orta valahiya derbasbûn û gihîştinê de

hest mîna dareke tûyê kevnar

ji êşa xwarbûnê lal dibin

omîd ji lêdana pêdviyên rojane pûç dibin

wek taya ku li termekî dihêwirê

coşa vîna hebûnê di pergalê wî de diqerimê

weke çirûska yekem

bi rûgeşiya destpêkê

hevok xwe lê namînê

wê katê

mîna kabciyê ku derfetek mezin zirar dikê

dewla bîrdoziyê kûr dişînê

tîrêjên çavêd xwe dûr davêjê

bi kuzûrî bawer dikê

ku çawa li kolaneke şênahî

bazarek gerim bi dawî tê

dizanê ku bi qîre qîra firoşgehekî  bi tenê

tevgera kirîn û firotinê bi carekê ji nû de venagerê.

 

 

Majêd A Mihemed

Sala 2016

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply