MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 6 kesan,
*Arvanê genim: 4 qedehên avê
*Rûnê nivîşk: 2 kevçiyê xwarinê
*Rûnê zeyt: 2 kevçiyê xwarinê
*Hêk: Hebek
*Mast: 2 kevçiyên xwarinê
*Penêrê se: Qevdek
*Xwê û av: Têra borekê
ÇÊKIRINA BOREKA POFIK
Ardê xwe bixin teştekê, nava ardê bikin kort. Mast, hêk, xwê û qedehekê bi ya çayê avê berdin navê û bisitrên. Dema we hevîr pêk anî, bikin 15 keriyên wek hev û paşê hevîrê xwe bi potekî şil binuxêmin, bila hevîrê we di bin paçê şil de 15 deqîqeyan vehese. Her girikeke hevîr bi meziniya derdana xwe vekin, navoşka wê ya ku ji penêr û bexdenûsê pêk tê, bixin navê û nîvê hevîrê wergerînin ser û keviya wê bi devika beroşê bibirin bila nîvgilover bin, paşê di nav rûn de sor bikin û bi germî deynin ser sifreyê.
Noşî can be