Bo nexweşên diyalîzê tedbîra enfeksîyonê şert e

Nexweşên ku yên diyalîzê ne, berê bi sedema ku tedbîra enfeksiyonê nedistendin, nexweşînên dinê bi wan re peyda dibûn. Bi taybetî nexweşîna zerikê.

Li Tirkiyê, nexweşên gurçikê yên ku dikevin diyalîzê 75 mîlyon nexweşin û ji wan % 80 dikevin diyalîzê. Nexweşên diyalîzê li gor nexweşên din bêhtir dibin tehdîda enfeksiyonêde ne.

Divê nexweşên zerikê yên hepatit B yê, dema dikevin makîna diyalîzê, makîne û odeyên wan ji hev bên veqetandin û ev talûka enfeksiyonê kêm dike. Di dema ku nexweş dikeve makînê, lepikên tenê bo yek carî bixin destên xwe û dema ji cem nexweşekî herin bo nexweşekî dinê, divê lepik bên guhertin. Dest bê şûştin. Piştî tedawiya her nexweşî, divê cîhaza diyalîzê, kursî, masa û tiştên din bên paqijkirin (dezefenkte). Derziyên ku tên bikaranîn divê bên dorpêçkirin û ji deverê bên dûrkirin.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply