Bo parsatina dilî pispor dibêjin divê kerkes di hefteyê de 3 roj rojê nîv siet bimeşe. Bi taybetî piştî şîva êvarê. Pispor dibêjin di dinyayê de mirina herî zêde ji nexweşîna dil û damaraye.
Li Amerîkayê her salê nexweşên herî zêde yên ku diçin beşa acîlê, nexweşên dil in. Jimara wan li dora 1 mîlyon û 600 hezariye.
Bo tenduristiya dil pisporên dil dibêjin ku meş bo dilî başe. Herkes dikare her tiştî bixwe lê divê bi pîvan be da tadê li dilî û bedenê neke. Mijara ku goştê sor nexwun tişteka şaşe lê divê ew goşt bi meşê bê hezimkirin.
Bo rihetiya dilî divê mirov halê xwe yê nefsî baş bike û zêde nefikire da dilê mirovî neêşe. Razana nîzamî bo dilî gelek başe. Divê mirov têr û di wextê de razê da dilê mirov rihet bibe.
Peyama Kurd