Duşem , 21 Îlon. 2020

Biyaniyekî Di Kurdîstanê De Çi Dîtine

Nasekî min ji min re gotibû:

– Ma te ha jê nîne, rojnamenivîsekî Ewrûpayî ko di Kurdistanê de geriyaye bi rêbiwarî

hatiye Şamê. Nasê min ev tişt ji min re gotibûn, lê cihê nivîsevanî şanî min nedabû.

Paş ko min riya xwe bi çend mêvanxaneyên Şamê xistin min mêrikê xwe bi cih kir û xwe da naskirin.

– Hawar, ne? Belê wekî ez li Kurdistanê bûm hin welatiyên we ji min re gotibûn ko di Sûriyê de kovarek bi vî navî derdikevit. Min gelek dil dikir wê bibînim. Min çend hejmarên Hawarê bi xwe re anîbûn. Min ew dane wî. Çavê xwe li wan gerand û gote min.

– Dilê te heye ji min hin tiştan li ser welatê xwe bipirsî ne? Hin tişt hene ko min jî divêt ji te bipirsim. Pirsiyariya te a pêşîn ne ew e ko min di Kurdistanê de çi dîtiye?

-Herê ewe…

– Min tiştinin welê dîtine ko ji te û ji wan pê ve ko rind nas dikin tirk çi ye tu kes, xesma peyayekî Ewrûpayî, nikare bawer bike. Herçî ko min dîtine bawer bike berî du hezar salî jî di dinyayê de çênedibûn.

– Hukûmeta Enqerê [Ankarayê] nahêle ko biyanî, nemaze rojnamenivîsek bikeve erdê Kurdistanê. Çawan bû ko te pêk anî û derbasî Kurdistanê bûyî?

– Xebera te ye, belê tu kesî nahêlin. Ne tenê biyaniyan xelkê cih jî bê destûra wezareta daxiliyê nikarin derabasî welatê kurdan bibin. Lê berê ewilî min negotibû ko ez rojnamenivîs im, paşê hin hemşeriyên min hene ko ji mêj ve li wê derê ne. Bi destê wan lê dîsan bi hezar dijwariyê derbasî welatê we bûme.

Qederê şeş mehan di Kurdistanê de mam. Tu nizanî di nav wan şeş mehan de min çi ezab dîtine. Tenê ev çend bêjim ko di tirkan de ne tenê hisên mirovînî lê tu tişt nemane. Di dinyayê de tiştin hene ne tenê ji destê mirovan lê ji destê cenaweran jî dernakevit. Lê ji wan têt. Em di “…. ” ne de diman. Carinan rê pê diket ji bajêr derdiketin, ber bi rojhilatê ve diçûn di nav gund û eşîran de digeriyan û vedigeriyan cihê xwe. Digel vê hindê ez neçûme heta welatê Serhedan û deşta Mûşê.

Lê hevalên me ko diçûn ji me re digotin, zulma ko li wê derê dihate kirin ji zulma ko di pêş çavên me de dibû bêtir û xerabtir bû. Herçî ko min di Tirkiyê de dîtine tevda li deftera xwe nivîsandine. Gava ez Vegerim herim welatê xwe herçî ko min di gera we de seh kirine û dîtine di rojnaman û kitêban de belav bikim.

Çend caran li me qewimiye ko ji gundên ko em mêvanê wan bûn, jendirman peya didan hev û dibirin. Ew peyayên ha nema vedigeriyan. Rojekê min tiştek dîtiye ko tu car ji bîr nakim. Em bi rê ve diçûn. Kurdekî kal jî emrê wî di navbera pênce û şêstî de, pêş me ve dihat. Jendirmekî tirk, xortekî bîst salî ji şiverêyekê li me derbû. Kalo bi kum û destmal bû. Di himbêza wî de zarokekî du salî hebû. Jendirme xeberinin ne qenc jê re gotin û dirêjî wî kir. Bi tajanekî li ruyê wî dixist. Ruyê kalo diriya serê zarokî şikiya. Kalo serê xwe dida pêş û dixwest pê zarokê xwe biparêze. Dawî jendirme westiya û sekinî. Kalo serê xwe hilda. Me digot digirî, kî biwa welê bigota. Ne, ne digirî. Ruyê xwe dabû ezmên, li jendirme dinihêrt û lê dikenî. .. çi bêjim. . .

Gundek hebû pirê car em diçûnê. Di wî gundî de dostekî me hebû. Kurdekî sed û

du salî. Nizanim çawan bû pêlekê em neçûbûn gundê xwe. Me bêriya dostê xwe kiri-

bû. Sê çar heval me gotina xwe kiribû yek û em çûbûn ziyareta dostê xwe. Kalê me kalekî ser xwe bû, bi kep û dest, diranên wî hêj hebûn. Hertişt dixwar û hergav devkenok bû. Wê rojê dîsan bi dîtina me şa bûbû. Lê nikarîbû wek hergav ji cihê xwe rabe û derkeve pêşiya me. Dil dikir ko rabe lê lingên wî nikaribûn laşê wî hilgirin. Lingên wî werimî bûn. Te digot qê piyê wî nepixandibûn. Me jê pirsî. Kalo biserhatiya xwe gilî kir:

– Berî panzdeh rojan jendirme hatibûn gundî. Sîleh didane hev. Sîleh li ku, dewletê

serê kemîlê me hemî sipartine nuqtê. Me cem xwe kêr jî nehiştine. Herçî xortên lewend, wan girêdan û bi xwe re birin. Ew nema vegeriyan. Hûn jî dizanin xortinin welê venagerin. Dor giha min jî. Min got: Heyran nîne, qurban nîne. Guh nedan ez avêtim erdê, lingên min hildan û qederê pênce ço li min xistin. Ji lingên min xwîn vedizikî. Ne xema wan bû. Dilê min borî, ez hiştim erdê û çûn. Ji hingê ve di nav cihan de bûm. Hêj duhî rabûme ser xwe. Lê hîn nikarim bi rê ve biçim. Li min megirin ko ji ber we ranebûme. Me jê pirsî ma çire ew çend li te xistin? Ji ber ko ez kurd im.

Lê pir ne ajot bi çavê tirsê li dora xwe nihêrt û got:

– Ne, ne ez şaş bûm. Berê berê, ez kurd bûm. Niho ez tirk im. Di vî welatî de herkes tirk e. Reben hêj ditirsî dibe ko ji me jî. Ma tiştekî welê qet hatiye dîtin û bihistin. Bi sed salên xwe kokimekî welê ko tu lome jê nabit û bi du salên xwe ên mayîn zarokekî şîrmij. Çawan destê mirov li wan herduyan radibit. Ma ne bes e. Nizanim kîjanî bêjim. Welatekî welê ko destûra wan ev e. Hêdî be ez ji te re bi tirkî bêjim: “Turk en buyuk millet, Turkiye de yaşar Turk, yok başkasi”. Lê ewle be êdî Tirkiya nikarit bijît. Heke ez bêtirs van tiştan dibêjim ne bêsebeb e. Ez çûm Stenbolê jî min halê wan li wê derê jî dît. Xwe ew çend bilind kirine ko nema dikarin ser lingan bisekinin, divêt bikevin.

Ji û paşê, ewî hin tişt ji min pirsîn û nik xwe nivîsandin. Me destên hev guvaşt û ji hev veqetiyan.Ji ber ko camêr bi xwe dil nedikir ko navê wî, niho bêtî berder kirin ez wî veşartî digirim. Lê gava bi xwe di welatê xwe de bîrên xwe belav kirin hingê em ê wan bîran digel navê nivîsevanî biguhêzînin stûnên Hawarê.

Herekol Azîzan *

Amadekirin û guhertin ji tîpên Erebî : Keko Osman

* Herekol Azîzan : Navek ji navê Celadet Bedirxan e (Amadekar)

keko3osman@gmail.com

HEJMAR: 19 –HAWAR, 1933

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Werza Tazî

(1) Di bin asîmanê teyî hênik da Em bi alafa pirtûka te ya pîroz Têne …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.