Biwêjan-Deyimler Sözlüğü û Ferhenga Biwêja a Mezin DERKET

Deyimler Sözlüğü- Ferhenga Biwêjan, Ferhenga Biwêjan-Deyimler Sözlüğü û Ferhenga Biwêja a Mezin Ji Weşanxaneya Lîsê Der Çû.
Deyimler Sözlüğü- Ferhenga Biwêjan, ji bo Kurdên ku zimanê xwe ji bîr kirine û dixwazin zimanê xwe î dayikê rast û baş hîn bibin û ji bo Tirkên ku dixwazin hînî Kurdî bibin hatiye amadekirin. Di ferhengê de, nêzikî 13 hezar biwêjên Tirkî digel berginda wan a Kurdî hatiye nivîsîn û ravekirin.


Ferhenga Biwêjan-Deyimler Sözlüğü, ji bo kesên ku bi Kurdî û Tirkî dizanin û di warê werger û axaftin û lêkolînên folkorîk û akademîk de dixwazin Kurdî û Tirkî bidin ber hev û ji bo kesên ku dixwazin bi awayekî beranberî her du zimanan hîn bibin wekî ferhengeke çavkaniyê hatiye amadekirin. Di ferhengê de, 18 hezar biwêjên Kurdî hene û berginda wan a bi Tirkî hatiye nivîsîn an jî hatiye ravekirin.

Ferhenga Biwêja a Mezin, ji bo kurdên ku dixwazin di her warî de bi awayekî durist biaxivin, binivîsin û hay ji mantiqa Kurdî hebin, hatiye amadekirin. Di ferhengê de 18 hezar biwêjên Kurdî hene. Biwêjên Kurdî ên di ferhengê de cî dane xwe, wekî Biwêjên Resen, Diayên Biwêjî, Nifirên Biwêjî, Lêkerên Hevdanî ên Biwêjî û Rengdêrên Biwêjî li hev hatine dabeşkirin. Her wiha, biwêjên tê de bi xalbendan hatine ravekirin û ji bo awayê bikaranîna biwêjan, herî kêm di xalbendekê de hevoka mînakî hatiye nivîsîn.

Ferhenga Biwêjan-Deyimler Sözlüğü, Ferheng, 663 rûpel/sayfa, Weşanxaneya Lîs yayınaları 2016
Ferhenga Biwêjan a Mezin, Ferheng, 975 rûpel/sayfa, Weşanxaneya Lîs yayınaları 2016

Türkçe:

Deyimler Sözlüğü- Ferhenga Biwêjan, Ferhenga Biwêjan-Deyimler Sözlüğü û Ferhenga Biwêja a Mezin Lîs Yayınlarından Çıktı.

Deyimler Sözlüğü- Ferhenga Biwêjan, ana dilini unutmuş ve öğrenmek isteyen Kürtler ve Kürtçe’yi öğrenmek isteyen Türkler için hazırlanmış olan bir deyimler sözlüğü. Sözlükte yaklaşık 13 bin Türkçe deyimin Kürtçe karşılığı ya da açıklaması yer almaktadır.

Ferhenga Biwêjan-Deyimler Sözlüğü, Kürtçe ve Türkçe bildiği halde çeviri, konuşma ve folklorik ve akademik araştırmalarda bu iki dili karşılatırma çalışması yapmak isteyen kişiler için bir kaynak sözlük olarak hazırlanmıştır. Sözlükte, 18 bin Kürtçe deyimin Türkçe karşılığı ya da açıklaması yer almaktadır.


Ferhenga Biwêjan a Mezin (Büyük Deyimler Sözlüğü), Kürtçe’yi her alanda iyi ve mantık kurallarına uygun olarak konuşmak ve kullanmak isteyen Kürtler için hazırlanmıştır. Sözlük 18 bin Kürtçe deyimden oluşmaktadır. Sözlükte bulunan deyimler, Özgün Deyimler, Dua ve Beddua formundaki deyimler, Sıfat durumundaki deyimler ve Bileşik Fiil formundaki deyimler biçiminde sınıflandırılmış ve açıklamalı örnekleriyle verilmiştir


Deyimler Sözlüğü- Ferhenga Biwêjan, Ferheng, 527 rûpel/sayfa, Weşanxaneya Lîs yayınaları 2016

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply