“Dibê ku riyek din çêtir hebê .. lê bigerin” Edîson
Dîn/dîtin ku darekî dibire jê re gotin: Çima? Bersiv da:
– Ji ber ku min li cem wê bivir dît.
Jê pirsîn:
-Ma te nikarî pê xendekek bikola da ku av têra bighîşta koka darê?
Got: dibû. Gotin:
– Ma ne çêtir bû ku te giyayê bê sûd ji dora darê rakira, an te cihê darek din li rexî wê bikola?
Got: Dibû. Gotin:
-Ma nehat bala te ku ew dara bi tena xwe ye li vir û gerdûn jî bi tîn e û tu jî hewcedarî siyê yî?!
Wê katê pergalê mêrik sist bû, kab şikestin, bê hêz ma û kete xwarê, têbê ku darê ew birî û avêt; lewra bi hestekî poşmanî got:
Çawa nehat bala min ku min dikarî tiştekî din xeynî yê min kiriye bikira!.
Wergerandin ji zimanê Erebî: Majêd A Mihemed