Biserhatiya Reşoyê Darê

Dara bajarekî mezin û kevn e. Di çiyayê Mêrdînê de ye. Wî wextî hakimê wê Berdewêl bû. Lê niha gund e. Çend mal kurmanc bi axayê xwe ve tê de ne. Berî şerê mezin êvareke zivistanê, rejehîvê axa bi gundiyên xwe ve li odê rûniştine. Şikefteke pir mezin û kûr li wir heye. Ev şikeft di zemanê berê de zindana Berdewêl bû. Axê ji civata xwe re got:

– Heç îşev here hepsa Berdewêl, darekî di nivê wê de daçikîne ez ê keça xwe belaş

bidimê.Hema Reşo nemerdî nekir ji hidame de rabû, got: “Axa ez ê herim” axê destê xwe dayê soz qerar bi hev re dan. Reşo rabû berê xwe da hepsê û çû, heta giha devê hepsê. Xwe bi pêplûkan re berda xwar; çû binê hepsê. Me berê jî got: “Mixareke pir mezin û kûr e. Mirov bi roj here hundirê wê sehw digirê. Heçku kûr û tarî ye. Vêcarê Reşo dil kir ko darê xwe daçikîne, dît pêjnek li paşiya hepsê hat mîna ko yek erdê bikole. Hema darê xwe danî û ber pê çû. Careke dît gurîna diştekî ji cihê pêjnê hat û li ber wî ket. Ew jî lê tewiha. Rahiştiyê. Dinihêrî, gava destê însanekî jêkirî ye. Ewî jî nemerdî nekir dest zivirand û baskî cihê pêjnê de avêt. Hew dît careke dî ew gurîn hat û ew dest li sînga wî ket, Reşo bala xwe dayê ko bazbidê hêj xirabtir e. Hima nav di xwe da û dirêjî paşiya hepsê kir û got: “Ez bavê filankes im” çawan hisa xwe kir dît ko ji paşiya hepsê pîrekek hisa xwe dikê dibê: “Reşo metirse ez im”

Reşo dinihêrê gava ew jina wî ye. Dibê:”Pitê çi îşê te li van deran heye?”

Jinik – Ka tu rûne, ez hal û hewalê xwe ji te re bibêjim. Paş ko tu ji mal çûyî odê, Hisoyê pismamê axê qesda mala me kir dawa şuxla ne qenc li min kir, min kir ne kir xwe jê xilas nekir. Paşê min gotê tu li vir bisekine, ez ê herim pişta sitarê, cilên xwe deynim û bêm. Qê Xwedê wilo emir kiriye. Got:

” Here” ez rabûm çûm pişta sitarê, min rahişt bivirekî tûj û ji nişka ve ez li ber sekinîm, min ew bivir li qafê wî da, hew min dît kete erdê. Hêdîka ez ber laşe wî rûniştim, min hûr hûr kir, kire têrê û min anî Ko ez wî veşêrim. Da ko kes wî nebînin. Ez hatim li te rast bûm. Mesela min ev e, ka tu bêje hatina te li vir ji bona çi ye?

Reşo – Hal û hewalê min ev e. Şertê min jî keça axê ye. Lê ji bona xatirê te êdîn min

nema divê.

Paşê herdu rabûn laşê Hiso veşartin û derketin derve. Reşo berê xwe da odê. Jinik jî çû mala xwe. Reşo li odê rûnişt lê pir madê wî nexweş e. Hin ji ber dawa xîretê û hin jî kuştina mêrekî kete stuyê wî.

Axa – Reşo ez dibînim tu pir bêmad î. Xwedê zane tirs pir gihaye te.

Reşo – No ez benî. Lê heke tu bext bidî min ez ê bêmadiya xwe rastî ji te re bêjim.

Axa – Bêtirs bêje wekî te kurê min jî kuştibê, ez di te bihurtim.

Reşo- Ez benî hal û bewalê pîreka min û Hiso ev e, vêca bextê te çawa qebûl dike bike.

Axa – Te qenc kir û dîsan ez ê keça xwe bidim te. Were serê te li şûna Hiso sax bit.

Reşo: Min bi serê xwe keça te qebûl kir û dîsan li te vegerand.

Belê pir mêrên mîna Reşo di me de hene. Lê mêraniya wan ji hevdu re ye ne ji biyaniyan re ye.

 

Cemîlê Haco

Amadekar : Keko Osman

Keko3osman@gmaik.com

HEJMAR : 14 HAWAR-1932

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply