Em îro 13.3.2016 salvegera yekemîn wegera dawî ya rojnamevan û serokê sandîkeya rojnamevanên Kurdistana Sûrî, xwedê jê razî: Ciwan Mîranî bi dilek xemgîn bi bîr tînin. Em îro li pêşberî kesayetiyek kurdistanî radiwestin, yê ko jiyana xwe kiribû mûmek ji bo serkeftina gelê xwe, feqîr û maldar, rewşenbîr û cotkar, kal û ciwan bê cudahî heskirinek bê hempa ji her kesî re.
Rojekê zikreşî û çavnebarî derbasî dilê wî nebûye û kesek jê aciz nebûye!.
Ev kesayetiya kurdistanî: Elî Şeref di sala 1971ê li gundê sewêdiyê navçeya dêrikê hatiye dinê, bi navê Ciwan Mîranî hate naskirin weko pêşmerge, rewşenbîr û rojnamevan.
Di salên ciwaniya pêşîde di pazdehsaliya xwede tevlî hêza netewiya kurdî bû, di destpêka serhildana 1991ê hestên wî yên kurdewarî hişt ko di şevek tarî de li ava mezin bide û tevlî hêzên pêşmergeyên kurdistanê bibe û li hemberî leşkerên Sedamê faşist çekan hilgire û dema aramî kete Kurdistanê vegeriya herêma dêrikê.
Di sala 2003 an de careke din derbasî başûrê kurdistanê bû û di warê rojnamevaniyê de karkir.
Di sala 2013an de, weko serokê sandîkeya rojnamevanê Kurdistana Sûrî hate hilbijartin. Xemxwarê mirovatiyê û kurdewariyê bû, piştgir û alîkarê penaberên kurd bû, damezrêner û endamê kovara Sewt al axer bû, ji jimara 1 – 522.
Hezar silav li giyanê te be Ciwan Mîranî, te ji nav me barkir, lê bîrhatinek pîroz di dilê mede hişt.
Reşad Şeref – Swêsr