Birêz mamoste, van rastiyan hilde ber çavan û li gorî wê nêzîkî zarokan bibe.
1- Di nava polê de nebêje zarokekî tu jîr î. Çimkî zarokên din bibihîsin dê bibêjin qey ew ne jîr in.
2- Tu carî ferqê nexe navbera zarokên feqîr û dewlemend. Heke tu wisa bikî, tu yê cihêkariyeke mezin bixî navbera mirovan. Ev yek dê rûmeta mirovan ji holê rake.
3- Tu carî nebêje tu bêhiş î, divê tu vê yekê bizanibî ku zarokên bêhiş nîn in tenê yên di warê jîrbûnê de ji hev cuda hene.
4- Di polê de kîjan zarok neaxive, here bi wî re mijûl bibe. Pirsan jê bike, bibêje tu mirov î, tu baqil î, em hevalên hev in. Bi wî/wê re çay û qehweyê vexwe heta pêwîst bike xwarinê jî bixwin.
5- Zarokan netirsîne. Heke zarok ji te bitirsin, bizanibe ku tu erka xwe baş pêk naînî.
6- Şagirt ne tembel in, mamosteyên ku wan baş
perwerde nakin hene.
7- Ji zarokan pir hez bikin. Bila heza we bêsînor be. Hesabê hezê nekin. Hûn çi qas ji zarokan hez bikin, ew ê ew qasî zû pêş bikevin.
Birêz mamoste, hêvîdar im ku tu yê van xalên girîng hildî berçavan.