Birayên Xayîn

Demek hebu du bira,
Herdu rabun li wira.

Herdu kolan erd û ax,
Ji bona qesr û qonax.

Bawerî bi hev anîn,
Bo xanî bingeh danîn.

Nerm kirin kils û herî,
Kevir anîn berderî.

Tev xebitîn jin û mêr
Ji bilê ewê bê xêr.

Mîna gayekê zexel
Wî çav berda bu mexel.

Bê dengî li bendê bu,
Xebat ne karê wî bu.

Tim rudinişt ew li per,
Kesekê neçu li ser.

Gotin neçun guhên wî,
Xerab nebu cîhê wî.

Kesekî negot bira,
Carekî were vira.

Çima tu nayê civatê,
Nakevî nav xebatê.

Carek çîye ku bixwe,
Nexist xanî keda xwe.

Mirov mîna morîstan,
Xebitin bê rawestan.

Hînka bêr û hîn bivir,
Kişandin ax û kevir.

Bo ku zu lêkin xanî,
Hînan ji wan av anîn.

Dest pêkirin ji serî,
Bi kevirên çêkirî.

Zarok û zêç tevayî,
Bilind kirin avayî.

Pir xebitîn meh û sal,
Idî bibun xwedî mal.

Li wan neman dest û pî,
Lê kirin qesra sipî.

Derî pace li ber xistin,
Cil û erdê raxistin.

Runişt birayê karker,
Yek hat raweste li ser.

Got ez birayê te me,
Şirîkê mala we me.

Xanî yê min û teye,
Jor yê min jêr ê teye.

Bê destur çu ber xanî,
Navê xwe li ser danî.

Nivîsî li ser derî,
Yê mine navê ser

Ezim birayê mezin,
Ev avahî tev ê min.

Birayê karker got çima,
Tu li xani bu tima.

Berî em lêkin xanî,
Min bawerî bi te anî.

Ez xebitîm pir bêtir,
Min anî ax û kevir.

Xanî lê bu li vira,
Tu li kubu ey bira.

Xebat diçu zora te,
Ïro mal hat bîra te.

Xanî hemu keda min,
Te tu tiştek neda min.

Xanî hemu min çêkir,
Te hat navê xwe lê kir.

Qey nabîne çavên min,
Ka li kuye navê min.

Wekî malê bavê xwe,
Te li ser danî navê xwe.

Ji bo çîye çi sedem,
Aw ha dikî tu her dem.

Ger dixwazî biratî,
Nexe dilan sewatî.

Tu bixwazî wek hevî,
Mal parîke bi nîvî.

Xanîyê min û te tev,
Herdu nav deyne ber hev.

Birayê bi fen û xayîn,
Dike bibe herdu din.

Got çavê xwe vek binhêr,
Tev yê mine jor û jêr.

Ezim xwedyê xanyê nu,
Tu derkeve here zu.

Bo çi li vir runiş tî,
Ezim xwed yê her tiştî.

Tu tiştekî din heye,
Bazara min û teye

Peyman deynim bi te re,
Guh bide min ji xwe re.

Tucar ji min negre rik,
Bi xebite bi nêzîk.

Ezê runêm li malê,
Tu bîne qutê salê.

Razêm li ser textê zêr,
Tu berjêr be qata jêr.

Ezê bixwim goştê kar,
Hestî ji te re gelek par.

Genim yê min ceh yê te,
Du par yê min yek yê te.

Ezê runêm li eywana,
Tu xwedîke heywana.

Ezê sar bim li hespê,
Tu bi meşe tim bi pê.

Têkevim kêfa dinê,
Tu jî çêke xwarinê

Tim bigerim hawir dor,
Tu paxişke jêr û jor.

Ezê bibim sermîyan,
Tu bibe karê pîyan.

Nadime te avayî,
Ji te re bêjim kinayî.

Ez axa û tu xulam,
Bazar eve ey zilam.

Tiştê ku bêjim eve,
Tu naxwazî derkeve.

çend sal borî vê rengî,
Birayê karker kir dengî.

Rabu ser xwe jê re got,
Idî ez naçime cot.

Ne xulam û axatî,
Ez dixwazim biratî.

Ev çend sale kole me,
çewan birayê te me.

Ez dizanim çewane
Biratî ne wihane

Bira bira nakuje,
Ü xwîna wî namije.

Pir kişand ji vî destî,

Ez mame çerm û hestî.

Tu mirovek bê bextî,
Wek mirina bê wextî.

Bo ku dilê te reşe,
Ev biratî nameşe.

Birayê xayîn bersîv da
Zêde lingê xwe rada.

Serî bilind kir got wî,
Xwedîyê xanî ne tuyî.

Mal dê û bavê min,
Wanê liser navê min.

Ku çi hebe yê mine,
Qet para te tê nîne

Her xulam û her xulam
Xwarin nîne bo te nan.

Mal û zevî rez û pez,
Lewre xwedî ezim ez.

Birayê karker got nexêr,
Ez ji te bome zivir.

Ez dibêjim wek hevî,
Tu ji vî yekî direvî.

Tim dibêjim biratî,
Bo vî nakî tebatî.

Li min diki çav sorî,
Naqede zilm û zorî.

Bo xwe mal milk dixwazî,
Bo min jî belengazî,

Tu dev nermî pişt hişkî,
Wekî mar û dupişkî.

Virda wirda xwe didî,
Bê dengî bi min vedidî.

Aw ha nabe li bal hev,
Jîyan buye tev li hev.

Li vir nema biratî,
Bese idî koletî.

Cihê dibim ez bixwe,
Bo jîyanek serbixwe.

Nîvekî xanî yê mine,
Cihê bun mafê mine.

Ezê ji te cihê bim,
Nabe cîhê ku lê bim.

Birayê xayin rawest,
Per û baskê wî şikest.

Bu zingîna dirana,
Gazî kire cîrana

Biqêrîn û bi hewar,
Rabu kire qare qar.

Got binhêrin li vira,
Şer dixwaze ev bira.

Wer bibînin ji xwe re,
Birayê min neyare.

Ev dibêje cihê bun,
Safî bikin idî hun.

Wekî hun jî dibînin,
Ez û wî tev dimînin.

Ma qey em ne birane,
Va hun jî li virane.

Çi te da min buye lê,
Tev yê mine cîy ku lê.

Cîran hatin ji bo wan,
Ka bêjin me va dewan.

Em nizanin derdê we,
Safî bikin hun bi xwe.

Lê hinekî cînaran,
Baş axivîn ji bo wan.

Kirin qisê gelek xweş,
Derket holê ruyê reş.

Gotin em jî dizanin,
Ko hûn her du biranin.

Yê we yeke bav û dê,
Em dibêjin bo xwedê.

Ger bê gotin birastî,
Li vir heye zor destî.

Hûn yek axa yek xulam,
Pir nexweşe ev meqam.

Ger hûn dibên biratî,
Bila rabe axatî.

Ev deng çu birayê xayîn,
Bi bu wekî har û dîn.

Got hûn hemu dijminin,
Alîkarê birayê dinin.

We şer xiste nava me,
Bo hûn werin şuna me.

Mal yeke nabe du par,
Yê minin ev cîh û war.

Hûn qet nakin hêvî,
Ez mal nakim nêvî.

Ez û wî birayê hevin,
Ji nava me derkevin.

Hûn cînar tev neyarin,
Pir xayîn û hevkarin.

Dinya li min bun dij min,
Kesek neman dostên min.

Kes xwe nedin dora wî,
Ezê bînim qira wî.

Birayê karker got bira,
Guhê xwe bide vira.

Ger ku ez nebu ma,
Dê xanî tune buna.

Keda mine ev xanî,
Vê yekê baş dizanî.

Tim li şere berê te,
Gotin nakev serê te.

Dibêjim ez mirovim,
Ne gîhame ne hovim.

Va li vir zarokê min
Kur û keç û bukên min,

Wargeha bavê meye,
Runiştin mafê meye.

Ez dibêjim vê gavê,
Min tucarî şer navê

Ey birayê kone van,
Carek veke van çevan.

Idî nabêm bindestî,
Va kêr gihîşte hestî.

Belê tu pir bext reşî,
Tu nayê rê bi xweşî.

Min bawere vê yekê,
Aşîtî nabe bê çekê.

Ger tu mêrî derkev der,
Ez dibêjim şer û şer.

Gava qala şer dike,
Birayê xayîn deng dike.

Dibê hewar ev kîye,
Ïjar şer j ibo çîye.

Bi gazin û bi awaz,
Got tu buyî cuda baz.

Pişt re bang kir gundîya,
Gote rabin ser pîya.

Ev birayê teşqela,
Serê min buye bela.

Gundî gotin neke deng,
Dinya li te buye teng.

Kesek nîne ker û gêj,
Te xwest vê serê qirêj.

Te dest da ser malê wî,
Milkê bav û kalê wî.

Karê teyê bê mafî,
Ev yek qet nabe safî.

Birayê xayîn nekir der,
Çu ser birayê kar ker.

Got qet neke dengê xwe,
Here runê li cîhê xwe.

Ez didim te av û nan,
Ez xwedî me tu nêvan.

Ka li dora xwe bimêz,
Her gav ezim yê bi hêz.

Tu him qels him lewazî,
Bi ser de cuda xwazî.

Pêş de diçî tu gelek,
Ez bikim çerx û felek.

Gelek baş tu dizanî,
Nadi me te ev xanî.

Birayê kaker xwe ker kir,
Malbata xwe hişyar kir.

Got rabin çara me nema,
Tev de hildin şur riman.

Dest dane hev wan li wir,
Dê û bav û keç û kur.

Tev de bi hev re rastî,
Hilweşan din zor destî.

Xanî xistin destê xwe,
Mizgîn dane dostên xwe.

Ji holê rabu ev xayîn,
Idî nema şer û şîn.

Karker li xanî runişt,
Jîyan jê re bu bihist.

Dawîya xayînan eve,
Rastîyê her bi ser keve.

/Feyzî –Mîrhesen/

Derbar Mêvan

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply