Birayê Axretê

Di zaroktiyê de, em ji mezinan fêrî (Birayê Axretê) dibûn. Me dibihîst ku filankes û bêvankes di gund de bûne birayên hev û din yên axretê.. Me zarokan jî, nola wan dikir.. Her du zarok ji me, ku me hez hev û din dikir, em dibûn birayên hev yên axretê..! Her yekî ji me bi serê derziyê, tiliya xwe birîn dikir, xwîn jê dihat, me ew tiliyên birînkirî û bixwîn datanîn ser hev û me digot; va em bûn birayên hev yên axretê..! Di encam de em li ser hev dixeyidîn û di pevçûnên zaroktiyê de, em di ser hev re dihatin.. Dema ku du zilam ji hezkirinê dibûn birayên hev, xwarin çêdikirin, nas û mihibên xwe jî vexwendî wê xwarinê dikirin..

Ne tenê zilam dibûn birayên hev û din yên axretê, jin û jin jî dibûn xwîşkên hev yên axretê û jin û zilam jî, bi hev û din re dibûn xwîşk û birayên hev yên axretê. Ta roja îro, gelek nimûneyên ku jin û zilam bûne xwîşk û birayên hev yên axretê hene..

Carekê du zilamên gund hez hev dikirin, xwestin ku bibin birayên hev yên axretê û Melayê gund şahidê biratiya wan be, Mela razî nebû û ji wan re got: Di dînê îslamê de biratiya axretê nîne.. Kî zane hûnê herin buhiştê an dujehê an wê yek ji we here buhiştê yê din wê here dujehê..?! Lê herdû zilaman bi ya Mela nekir, biratiya xwe danîn û jê venegeriyan..

Di baweriya min de, ev biratiya axretê ji baweriyên kurdan yên berî îslamê ve ye.. Tevî ku ev bawerî kêm bûye, lê hê jî li gelek deveran di nav civaka kurdên Beriya Mêrdînê de berdewam e.

 

Qamişlo, 10/12/2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply