Biratiya İslamê

 

إِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ إِخْوَةٌ فَأَصْلِحُوا بَيْنَ أَخَوَيْكُمْ وَاتَّقُوا اللَّهَ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ (10) الحجرات

Bawermendên birûmet!

Xuda Teala di nav zindeweran de yê herî birûmet afirandî mirov e. Ji bo ku di xweşî û aramiyê de jî bijî jê re hinek rê û rêbaz danîne. Gava ku li gor van rê û rêbazan tevbigere wê di jiyaneke xweş û aram de bijî. Xuda Teala di Qurana pîroz de misilman bira dane xuyakirin û wiha dibêje: “Ewên hê ji berê ve li Medînê bicihbûyîn û berî ku muhacir herin Medînê bawerî anîn, ew ji wanên ku bi bal wan ve koçkirin hez dikin û ji bo malên ku ji wan (muhaciran) re hatiye dayîn di dilê xwe de çavnebariyekê jî nabînin. Çendî ku pêdiviya wan bi xenîmeyê hebe jî muhaciran di ser xwe re digrin. Kî xwe ji bexîltiya nefsa xwe biparêze vêca bi rastî ew in yên rizgarbûyî û serfiraz.”[1] Pêxemberê me jî di hedîseke xwe de wiha dibêje: “Bawermend ji bo hev, ji hêla hezjêkirin, dilovanî û parastinê ve mîna bedenekê ne. Dema ku parçeyekî bedena wî nexweş bibe hemû azayên wî yên din jî bê xew dibin û dikevin tayê.[2]

Misilmanên birûmet!

Îro pêdiviya me ji her demê zêdetir bi bal biratiyeke rast û dirust ve heye. Ji bo vê yekê nexwe pêwîst e em jiyaneke li gor Quran û sinetê bijîn. Taybetmendiyên vê biratiyê jî bi kurtasî ez dikarim wiha rêz bikim: Yek ji wan taybetmendiyên biratiyê ew e ku tişta kesê misilman ji xwe re bixwaze ji birayên xwe yên misilman re jî bixwaze. Pêxemberê me di hedîseke xwe de wiha dibêje: “Yek ji we heta ku tişta ji xwe re dixwaze ji birayên xwe yên misilman re jî nexwaze nayê gotin ku îman aniye.”[3]  Ya duyemîn ji taybetmendiyên biratiyê ew e ku misilman ji birayên xwe yên misilman hez bike. Pêxemberê me wiha dibêje: “ Ez bi wî Xudayî kim ku nefsa min bi destê qudreta wî ye, heta ku hûn îmanê neynin hûn naçin bihiştê û heta ku hûn ji hev jî hez nekin nayê gotin ku we îman aniye. Ma ez tiştekê ji we re nebêjim gava ku hûn bikin hûnê ji hev hez bikin, silavê di nav xwe de belav bikin”[4] Ya sêyemîn ji taybetmendiyên biratiyê ew e ku misilman li hember misilmanî kîn, dijminatî, hesed û lêkolîna li ser eyb û kêmasiyan neke. Nelayîqê misilmanî ye ku kîn, dijminatî, hesed û lêkolîna li ser eyb û kêmasiyên birayên xwe yên misilman bike. Kîn û dijminatî, jehreke ku dilî dikuje. Hesed, agirekî wisa ye ku îbadetê dixwe. Lêkolîna li ser eyb û kêmasiyan, bagereke wisa ye ku mirovahiyê wêran dike. Pêxemberê me wiha dibêje: “Hesedê ji hevûdu nekin, hev nexapînin, kînê bi hev re nekin, danûstandineke we ya li ber qedandinê be, li hev xira nekin. Ey bendeyên Xuda ji hev re bibin bira. Misilman birayê misilmanî ye, zilmê lê nake, wî bê alîkarî nahêle û bi çavekî piçûk lê nanêre (wî kêmê xwe nabîne). Teqwa di vir de ye. (Îşaretê bi bal singê xwe ve dike) Ew guneh tenê besî wî kesî ye ku birayê xwe yên misilman kêmî xwe bibîne. Xwîn, mal û namûsa misilmanan li ser hevûdû heram e.”[5] Ya çaremîn ji taybetmendiyên biratiyê ew e ku xwe li ser birayên xwe yên misilman mezin neke. Lewre xwe mezinkirin ji wesfên şeytan e. Pêxemberê me wiha dibêje: “Ew kesê ku misqalê zire ji kubariyê di dilê wî de hebe naçe bihiştê.[6]

 

Misilmanên birûmet!

Bila em ji bîr nekin ku em birayên hev in. Em ji hev hez bikin. Li dijî birayên xwe yên misilman xeber nedin û kîn û nefreta wan jî nexin dilê xwe de. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim: “Bi rastî bawermend ji hev re bira ne. Nexwe nava birayên xwe çêkin û ji Xuda Teala bitirsin da ku rehmet li we bê kirin.”[7]

Mele cewadê Girdarî

ÇANDNAME

 

[1] El-Heşir 9.

[2] Mislim Birr 66.

[3] Buxarî 13.

[4] Mislim 54.

[5] Tirmizî 276

[6] Mislim Îman 147,149.

[7] El-Hucurat 10.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply