Şêx Mehdî birayê serokê pêşevanê Tevgera 1925an Şêx Saîd e. Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî bi minasebeta 52mîn salvegera koça dawî ya Şêx Mehdî daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihandin.
Daxûyanî:
Şêx Mehdî, piştî vegera ji surgûnê, li Kelxasi (Goleman – Alacakaya) di 14 Avrêla 1969an de wefat dike. Îro 52mîn salvegera wefata Şêx Mehdî ye…
Şêx Mehdî, yek ji pêşevanên Berxwedana 1925an bû. Bi derd û kulên gelê xwe yê Kurd re gelek serê xwe êşandiye. Ji ber wê jî hatiye sirgûnkirin. Di dema sirgûniyê de şexsiyeta wî ya berxwedêr, welatparêz her derketiye pêş û heta dawiya temenê xwe jî domandiye.
Ew li sirgûnê bi tu awayî ji standardên gelê xwe zêdetir nejiyaye û nexwestiye bijî. Bi cil û bergên kevintir jiyaye û nexwestiye jiyana xwe ya şexsî derîne pêşiya ya gelê xwe. Rêgeza wî ya yekemîn jiyana gelê wî bûye. Piştî ku ji sirgûngê vedigere li Kelxasi(Goleman – Alacakaya) bi heman hissiyat û bexwedêriya xwe jiyana xwe heta 14ê Avrêla 1969an didomîne û di roja ku pêşvanên Tevgera Azadîyê; Xalid Begê Cibrî, Yusif Ziya û hevalên wî têne bidarvekirin de, wefat dike.
Şêx Mehdî, birayê pêşevanê Tevgera 1925an Şêx Saîd e…Xwedê wî bi rehma xwe şad bike…
KOMELEYA ŞÊX SAÎD Û HEVALÊN WÎ
Rojevakurd.com