Bîranîna Mihemed Şêxo (1948­-1989)

Vaye rêwî me, ji welatek dur, hêla bakur, dawiya dinyê didim rê. Dilê min siwarê hespê xezebê,

pişta min li bayê kur û berê min li “Binya Xetê” ye. Hesreta 26 Newrozên ji bo ”hemu adaran te

şiyar bikim”, dilê min kiriye dojeh, rondikên ji kezabê çavên min sor û sere min gêj kiriye. Morên

reşûşîn ên ji ba û cemeda 26 çileyên reş, ku esmên ji gulokên berfê xalî nabe, laşê min sotandî

ye. Seqema ji erd, derya û ava çeman ku ji tebeqên qeşayê safî nabe, hinavê min kiriye sarincok

û mekanê zemherîrê. Deriyê xwe veke, min bi şewata stiran û dilê xwe î germ pêşwazî bike. Vaye

têm.

Dilê brîndar e, tiyê deng, stran û sohbeta te ye. Şiyarkirina Newrozekê û xwendina bilbila ser dara

gula ber serê te, dermanê vî dilê brîndarê gîzanê ye. Ez, Weysel Karanê duwê, evîndarê, bê dîtin,

sohbet û guhdarê cenabê te, ji dengê têla tembûra te dihelim. Bibe Hekîmê Loqman. Nalîna dilê

te ye, mizgîniya buhiştê. Serdan û derketina hizura te ye, ji min re tewafa Qudsê. Bihêle, bila rû,

lêv û çavên min, bi maçkirin, bînkirina axa bin nig û serê te, biçin tewafê. Bila bîna gula te, bibe

kilîla destê Melekê Mewtê, dilê min pê nefesa dawî bide. Bila dengê stirana eşqa zaroktiya min

dema kolandina gorê, bilind bibe:

”Şêrînê nû gihayê

Li ser min pir buhayê

Rabe çaxa xewê ye

Bê te xewa min nayê.”

Tu bi meha adarê şa bû û her Newroz dê bi kûlîlkên biharê re şîn dibe. Her Biharê dê zarok, jin,

keç, xort û por sipî bên serdana te, te bibîr bihênin. Vaye ez jî têm, dengê gelê min! Ne tenê te

şiyar bikim. Bibim dergevanê ber gora te. Bibim şivanê dara gula ber serê te. Min qebûl bike,

cihekî veqetîne ji min re, bibim cîranê te. Ji dur ve be jî, ji deng, tembur û sohbeta te mehrûm

nemînim. Bihêle, bikevim bin siya dara te. Hemû adaran, bibim xizmetkar, bixêrhatina mêvanên te

bikim. Em tev, ji çar aliyê welêt, bi yek dengî strana te bêjin û jana dilê te parvekin:

”Şêrîna min bir zalim neyara

Ez mame feqîr mam li ber dîwara

Ez bang dikim qêrîn hawara

Kî serhilîn ekî ji xew şiyar e.

Ser min zivistan, ka bihara min

Şêrîna min ket dest neyarê min

Wêli min qût kir ziman zarê min

Li min xopan kir şûn û warê min.”

”Bavê Felekê” û hozanê doza me, vaye buhar hat. Newroz, bi şahî û govendê bixêrhatine me

dike. Li aliyekî şahî heye, li aliyê din ceng. Li hêlekî şînî û qêrîn e, li hêla din dengê lîlandina

dayikan û xatirxwestina ciwanan tê. Daxwaziya azadî û aştiyê bilind bibe. Neviyên Selahadînê

Eyûbî ne, ji çiyê heta zanîngehê, Mêrdîn, Kobanî, Mehabad hetanî Hewlêrê, di bin Ala Rengîn de,

stirana te, a me dibêjin:

“Ay lê gulê gula mine

Şêrîna li ber dilê mine

Gulê nadim male dinyê

Ez li ser Gulê têm kûştinê.”

Mihemed Şêxo di dilê me, di dilê gelê kurd de dijî. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike, cihê

wî buhuşta rengîn be. Di salvegera wefata wî de, wî bi rêz û hurmet bibîr dihênim.

 

Gabar Çiyan

www.candname.com

Derbar Adem Murteza

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply