Bîranîna Ehmedê Hecî Biro

Heke ku dema we hebe wê nivîsê bixwînin..
Li ser êla retkiya û şervanê serhildana Agiriyê Ehmedê Hecî Biro

( ji êla min)

***
Ehmedê Hecî Biro di serhildana Agiriyê de jiyana xwe ji dest dibe û wek nemirek di rûpela dîrokê de ciyê xwe digre.
Ji malbata xwe ne tenê ew, lê bi wî re di hejmarê de 30 kes şehîd dikevin û di karwana nemiran de ciyê xwe digrin. Heta nuka li ser wî û malbata wî rastê tu nivîsê nehatibûm û min wer dizanî ku malbat bi gişkî ve di Serhildanê de kokbir bûye. Bi nasiya Ömer ve gelek kêfxweş bibûm.
Û di wê hatin û çûyîna nexweşxanê de min êş û elemên xwe jibîr kir û moral girt.
Ehmedê Hecî Biro ji eşîra Redkî ye. Ez bixwe jî ji wê eşîrê me. Redkîyan, beriya Serhildanê di konfedersyona Zilî(Zîlan) de ciyê xwe digirt û Ehmedê Hecî Biro jî serkêşê wê konfedarasyonê bû. Bitaybetî li devera Agirî û Idirê.
Çaxa serhildana Agirî dest pê dike ew jî bi mêrxasên mala bavê xwe re bêşdarê şer dibe û roj bi roj bi mêr û mêrxasiya xwe agirê şer gurr dike.Wek qehremanekê di ser Romiyan re digire û heta dawiyê şer dike.Wenêyek di sal a1927’de hatiye kişandin.Di vê wenê de gelek kesên nas hene û bi navê xwe tên nasîn. Wek Ihsan Nurî Paşa ( ji aliyê çepê ve camêrê çaran), Xalis Beg( camêrê duyem) û Ferzende Beg( ji aliyê rastê ve yê sêyem). Di wenê de yê ku li aliyê rastê bi ezameta xwe xuya dike Ehmedê Hecî Biro ye. Zêde qala wî nehatiye kirin. Çend sal berê min camêrê li aliyê rastê xuya dike ji Haluk Öztürk pirs kiribû û wî jî agahî dabû min û min ji wî bihiztibû.
Heta ku min Ömer nasî haya min ji malbata Ehmedê Hecî Biro nebû.

***

Ihsan Nurî Paşa, di bîranînên xwe de qala wî dike. Di pirtûka xwe de (rûpel 108 û 109) bi van gotinan qala wî û birayên wî dike û dibêje:
“Piştî hilweşana Agiriyê Ehmedê Hecî Biro, birayên wî, jin û zarokên wan (27 kes) nêzî sinorê Iran li herêma Serkanîyê ji aliyê leşkerê Romiyan ve tên dorpêç kirin û bi gişkî ve gulebaran kirin û qetîlkirin.
Mezin-biçûk nabêjin û gişkan dikujin.
Ji bo demekê cenazeyên wan li erdê dimîne. Dawiya şerê Agiriyê Ehmedê Hecî Biro, birayê xwe bi navê
Siyapoş (Safî Paşa) şehid dide û bi herdu birayên xwe ên din re ( Arslan û Ebdillah) dide rê û xwe li zarok û zêçên berê xwe dane Iranê digre. Di hatinê de rastê cesedan dibe.
Ji malabata Ehmedê Hecî biro ne gişkî bêşdarê Serhildanê bûne. Kujtina van zarok û zêç, jin û qîzan û xanima Hecî biro ne bîla sebeb e. Jiber ku Arslan û Evdilah jî bêşdarê serhildanê bûne.
Hecî Biro û birayên xwe demekê bi leşkerên Tirkan re şer dikin û şûn de jî şehîd dikevin û di karwana nemiran de ciyê xwe digrin.”

Nihat Öner  – Werger:Welî Sebrî

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply