Çarşem , Nîsan 24 2019
Destpêk / Wêje / Çîrok / Bîranîn û Hêvıyên Wenda (Çîrok)

Bîranîn û Hêvıyên Wenda (Çîrok)

Ev kurteçîroka derheqê destpêkirina belengaziya keçikekî ye. Çimkî yekî/a ku bîranîn û hêvîyên xwe wenda bike, ewa belengaz û reben e.

Keçika qemer, lêvsor û çavbelek piştî şeveke tarî, xeweke giran û dirêj bi xewneke pir ecêv û baldar radibe. Lihêfê li ser xwe diavêje, şibakê vedike. Weke her şeveqan taveke zerîn tune, ewrên tije û reş cîhê tavê girtine. Dibêje, ‘‘Divê ez vê xewnê binivîsim.’’ Bi çavên şîlaq û porê xwe yê gijik ve rûdinê masê, kombersê vedike. Piştî ekranê hêşîn derbas dibe keçik qlasoreke wordê vedike. 

Keçik piştî çend hevokan disekine, dike û nake nikare bidome. Heta tê destê wê xewnê difikire, ew xewna ku ewqas bala wê kişandibû û bandor ser wê hiştibû hewcebû binivîsiya. Keçik ew çavên xwe yên belek digire û xewnê tîne ber çavên xwe. Sûda çav girtinê heye, kêmasiyên xewnê jî ber xwe temam dike. Paşê çavên xwe vedike, dewamî nivîsandinê dike. tîp ser ekranê kombersê rêz dibin, nivîs diqede.

Piştî nivîsandinê keçik çend cara ji bo xeta û xeletiyan qontrol dike, dîrokê jî binîde  qeyd dike. Navê qlasorê jî ‘‘Xewnek; pîra devgemar û kehanetên wê’’ datîne.  

Keçik ji bo nivîsa xwe barbike diçe ji berika parqê xwe USB bîne, lê belê nabîne. Berika dinê jî dinihêre; USB tune! Hundirê çentê xwe dinihêre; tune! Berkêşk û sindoqê dinihêre; tune! Di binê cil û xalîçê, belgî û lihêfê dinihêre; tune! Di nav pirtûk û lênuskan dinihêre; tune! Heta êvarê keçik USB digere lê nabîne. Her derê bela dîke, serî û binî dike, dîsa nabîne.

Di wê xêv-qartê de di zaroktiyê bigire heta wê rojê êş û elemên hatine kişandin hene. Wêneyên çiya û banî, zinar û kevir, gund û bajar, rast û nawalên welat hene. Wêneyên şîna, wêneyên rojên reş…  Wêneyên  malbat, heval, nasên wê hene. Di vîdeoyan de, dengên dayik û bavê xwe yên ku çûne ber rihma Xwedê, birayê xwe yê di şevekî derketibû û çûbû, hene. Vîdeoyên wextên xweş, demên biken hene. Vîdeoyên dewat û seyranan… Nivîs hene: helbest, çîrok, bîranîn, rojane, şano… Nivîsên wan şevên dirêj û tarî, sar û tenê hatibûn nivîsandin. Çi wêne, çi vîdyo, çi nivîs bîranîn û hêvî hene. Mêjiyek, rihek, qelbek heye; nasnameyek heye, merivek heye.  

Keçik piştî xêv-qartê wenda dike, êdî tu wext nayê ser hemdê xwe. ‘‘Menzêl xwezî di ser min de tep bûya!’’ dibêje. ‘‘Ev çibû hate serê min! Min çima USB qopiyê kombersê nekir! Mala min xirab bû, ya hatiye serê min bila neyê serê gurê çiya!’’ Weke dîn û cinniyan li kuçe û kolanê wî bajarî digere, diqêre, dizare… Yên dipirsin û dibêjin ‘‘Tu kî yî?’’ re ewa dibêje ez ‘‘Hîç im’’

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Birîna Pîrê [Paşa Amedî]

Min ne dixwest ku di vê quncika xwe de; vê çîroka jiyayî biweşînim lê ji …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *