Bira û biratî du têgeh (kavram) hin (bira mirov an ji kes ji dayîk û bavek in lê ? Biratî tişta ku mirov ji xwe re xwest ji birayê xwe yên mirovayê û baweriyê re jî bixwaze). Em bi ayetek ku Xweda dibêje « Gelî mirovan, me we ji dayîk û bavek afirandî ye hûn bira ne . » Ev biratiya bi giştî ku mirov birayên hev in. Dure – « Me we milet bi milet gerandiye, ku hûn hev du nas bikin. » Di vir de gel heye Faris, Ereb, Kurd, Firansî û hwd. Biratiya nijadê (irk ) heye wek ku em Kurd in. Biratiya baweriyê hûn – bawermend birayên hev in ( civakên ku baweriya wan yek in, birayê hev ên baweriyê ne ) Lê ji ol û baweriyên din re jî rêzdar bin. Di vir de ol û bawerî ne bi tenî nijadek an jî gelek bi tenê ye ya civakan e. Wek mînak kesek Kurd , Ereb û Firansiyek dibe ku ola misilman an xiristiyan û cihû bin. Lê temsîla gelan û nijadan bi zimanê wan e, Erebek nabe Kurd. Kesek dikare bibêje ez oldar im an na, lê nikare bibêjê ez ne Kurd an jî Ereb im. Biratiya dayîk û bavê yanê xiwişk û birayên ji dayîk û bavek in.
Lê tişta balkêş ku di ayetê de dibêje : « Di navbera ol û baweriyan de cudayî nekin, hûn çawan baweriya xwe diparêzin, her wisan jî ji baweriyên din re jî rêzdar bin. » Di Ayetek din de jî « Me reng û dirufên erd û asîman û xwezayê çewan cuda cuda çêkiriye, her wisan jî reng û zimanên we jî cuda çêkiriye. » Kes an jî civak zimanê hevdu red û înkar bikin, ew ayet û hebûna Xweda înkar dikin. Ka em li biratiya me Kurdan û kes an jî dewletên li Rojhilata Navin de ku bi pirranî dibên em ‘Bisulman in’ binhêrin. Pîştî desthilatdariya Emewiyan û şehadeta Hz Elî û lawê wî yê Huseyîn ol û baweriya Îslamê kete destê Emewiyan ol bû ola serayan û cariyan. Ev rêzik ji Ebasiyan, Selçuqî û heyanê…. niha berdewam e.
40 Milyon kurd hene biratiya wan nayên qebul kirin û zimanê wan qedexe ne. Bi sedan pîr, dede û şêxên me darvekirin. Medrese, dergah û Laleşên me girtin. Bi hezaran jin dayik û keçên me kurdan bi navê olan ………. desteser kirin. Hemu şaredarên me kayum avîtin ser û girtin. Gund, Bajar û warên wan ruxandin. Hemu parlamendên kurd … avîtin Zîndanan. ….di zindanê de ne. Navên parqên bi kurdî hemu rakirin navê cerdevan û kontran li dewsê danîn . Li Amedê Pankartekê de dibêjin, ji bona ku Ji Şêx Seîd re fatîhekî bi xwînin… Baş e ma gelo kes nabêje ey ne camêran, ma Kurdan Şêx Seid darve kirin? Tahir El çî û bi hezaran zarokên Kurdan di bin avahiyan de kuştin…
Ka em bira bûn? Hûn hatin welatên Kurdan me derî ji we re vekir. Îro em bûne ‘Teror’ hun xwedî welat in. Ez ne birayê we yê baweriyê me, ne jî yê mirovayiyê me, lewre hûn hûnkara ayetên Xweda dikin , zimanê min, azadiya min û ya gelê me we zîndan kir. Ez birayên azadî û aşîtî xwaza me. ol û baweriya wan çi dibe bila bibe, ji mafên me re rêzdar bin, ew birayên me Kurda ne. Lê ? biratiya Feto û Receban naxwazim, lewre Xweda dibê « meyla xwe nedin Zaliman » Te Sur , Cizir û Bakur wêran kir ; ka karê we li Rojava û Şengalê çî ye. Hûn li ser gorên miriyên xwe fatîha dixwinin. Tirba Silêman Şahê we heye. Ka Tirba Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Qazî Mihemed, Sêx Evdilsalam Berzani û Seyîd Riza.
Vê nivîsa min ji bona bîr anîna Şêx Seîd, hevalên wî û hemu şehîdên Kurd û Kurdistanê re. Bi wesyetek Mele Seîdê Kurdî biqedînim -Gelî Kurdan Xizaniya xwe bavêjin , Maldar bin / Nezanî yê bavêjin, Zana û xwene dabin / Bê tifaqiyê ji nav xwe bavêjin, bi yekîtî û tifaq bin. Bi hêviya tifaq nav xweyî ya navbera me kurdan. Dure em hemu kes û gelan re di nava tifaq û biratiyê de bi karibin jiyan bikin.
Feyzî mîrhesen