Bira û Biratî ?

Bira û biratî  du têgeh (kavram) hin (bira mirov  an ji kes  ji dayîk û bavek in lê ? Biratî   tişta ku mirov ji xwe re xwest ji birayê xwe yên mirovayê û baweriyê re jî bixwaze). Em bi ayetek ku Xweda dibêje « Gelî mirovan, me we ji dayîk û bavek afirandî ye hûn bira ne . » Ev biratiya  bi giştî ku mirov birayên  hev in.  Dure – « Me we milet bi milet  gerandiye, ku hûn hev du nas bikin. » Di vir de  gel  heye Faris, Ereb, Kurd, Firansî û hwd.  Biratiya  nijadê (irk ) heye wek ku em Kurd in.  Biratiya  baweriyê   hûn – bawermend birayên hev in  ( civakên ku baweriya wan yek in, birayê hev ên  baweriyê ne )  Lê  ji ol û baweriyên din re jî  rêzdar bin. Di vir de  ol û bawerî  ne bi tenî nijadek an jî  gelek bi tenê ye ya civakan e.  Wek mînak  kesek Kurd , Ereb û Firansiyek dibe ku ola misilman an xiristiyan û cihû bin. Lê temsîla gelan û nijadan bi zimanê wan e, Erebek nabe Kurd. Kesek dikare bibêje ez oldar im an na, lê nikare bibêjê ez ne Kurd an jî  Ereb im.  Biratiya  dayîk  û bavê  yanê  xiwişk û birayên ji dayîk û bavek in.

Lê tişta balkêş ku di ayetê de dibêje : «  Di navbera  ol û baweriyan de  cudayî  nekin, hûn  çawan baweriya xwe diparêzin, her wisan jî  ji baweriyên din re jî  rêzdar bin. » Di Ayetek din de jî «  Me reng û dirufên erd û  asîman û xwezayê çewan cuda cuda çêkiriye, her wisan jî  reng û zimanên  we jî cuda çêkiriye. » Kes an jî civak  zimanê hevdu  red û înkar bikin,  ew ayet û hebûna Xweda înkar dikin. Ka em li biratiya me Kurdan û kes an jî  dewletên li Rojhilata Navin de ku bi pirranî dibên em ‘Bisulman in’ binhêrin. Pîştî desthilatdariya Emewiyan û şehadeta Hz  Elî û lawê wî yê  Huseyîn  ol û baweriya Îslamê kete destê Emewiyan ol bû  ola serayan  û cariyan. Ev rêzik ji Ebasiyan, Selçuqî û heyanê…. niha berdewam e.

40 Milyon kurd  hene  biratiya wan   nayên qebul kirin û  zimanê wan qedexe ne. Bi sedan pîr, dede û şêxên me darvekirin.  Medrese, dergah û Laleşên me girtin. Bi hezaran jin dayik û keçên me kurdan bi navê olan ………. desteser kirin.  Hemu şaredarên me kayum avîtin ser û girtin. Gund, Bajar û  warên wan ruxandin.   Hemu parlamendên kurd … avîtin Zîndanan.  ….di zindanê de ne. Navên  parqên bi kurdî hemu rakirin  navê cerdevan û kontran li dewsê danîn . Li Amedê  Pankartekê de dibêjin, ji bona ku Ji Şêx Seîd re  fatîhekî bi xwînin… Baş e ma gelo kes nabêje ey ne camêran, ma   Kurdan Şêx Seid darve kirin?  Tahir El çî û bi hezaran zarokên Kurdan di bin  avahiyan de kuştin…

Ka em bira bûn?  Hûn hatin welatên Kurdan me derî ji we re vekir. Îro em bûne ‘Teror’ hun xwedî welat in. Ez  ne birayê we yê  baweriyê me, ne jî yê mirovayiyê me,  lewre hûn  hûnkara ayetên Xweda dikin , zimanê min, azadiya min  û ya gelê me  we zîndan kir. Ez birayên azadî û aşîtî xwaza me.  ol û baweriya wan çi dibe bila bibe, ji mafên me re rêzdar bin, ew birayên me Kurda ne.  Lê ?  biratiya Feto û Receban   naxwazim, lewre Xweda dibê « meyla xwe nedin Zaliman » Te Sur , Cizir û Bakur wêran kir ; ka karê we li Rojava û Şengalê çî ye. Hûn li ser gorên  miriyên  xwe   fatîha dixwinin. Tirba Silêman  Şahê we  heye. Ka Tirba Şêx Seîd, Xalid Begê  Cibirî, Qazî Mihemed, Sêx Evdilsalam Berzani û Seyîd Riza.

Vê nivîsa min ji bona  bîr anîna Şêx Seîd, hevalên wî û  hemu şehîdên Kurd û Kurdistanê re.    Bi wesyetek Mele Seîdê Kurdî biqedînim -Gelî Kurdan Xizaniya xwe bavêjin , Maldar bin  / Nezanî yê  bavêjin, Zana û  xwene dabin / Bê tifaqiyê ji nav xwe bavêjin,  bi yekîtî û tifaq bin. Bi hêviya  tifaq nav xweyî ya navbera me kurdan. Dure em hemu kes û gelan re  di nava tifaq û biratiyê de bi karibin jiyan bikin.

Feyzî mîrhesen

Derbar Adem Murteza

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply